Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Deştî di heftemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn

15/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîd Deştî di heftemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Gaziyê şer Deştî Amanos ê ku di Qanûna 2017’an de li Tebqayê di encama êrîşeke hêzên dagirker û çeteyan de gihiştibû şehadete. Di heştemîn salvegera şehadeta xwe ji aliyê hevrêyên xwe yên gazî ve bi merasîmekê hat bîranîn.

Gaziyê şer û yek ji rêveberê saziya gaziyan Deştî Amanos ê Kanûna 2017’an li Tebqayê di encama êrîşeke hêzên dagirker û çeteyan de gihiştibû şehadetê bi merasîmekê ji aliyê heval û hevrêyên xwe ve hat bîranîn.

Merasîm li Komeleya Gaziyan a Tebqayê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Ligel gaziyên şer malbata Deştî û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan jî di merasîmê de amade bûn.

Gaziyê şer Emced Tebqa yê ji pêkhateya Ereb e û demekê bi şehîd Deştî re mabû di axaftina xwe ya merasîmê de anî ziman ku komeleya niha lê kom bûne ji aliyê şehîd Deştî ve hatiye avakirin û got, “Heval Deştî bi jiyan û têkoşîna xwe mînak bû. Her tim ji bo azadiya gelan şer kir. Ti kes jê nediêşiya. Em ê ji bo armancên heval Deştî û hemû şehîdan di nav têkoşînê de bin.”

Gaziya şer Axîn Kobanê jî di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiyên şehîd Deştî û ev anî ziman, “Heval Deştî tevî gaziyekî şer jî bû ti carî xwe ji kar û xebatên şoreşê paşde neda. Timî bi moral, rûken û bi coş bû. Ferq û cudatî nedikir nav hevalên jin û xort. Heval Deştî pir girîngî dida perwerdeyê û timî xwe pêş dixist. Heval Deştî pir dilpaqij, dilsozê Rêber Apo û şehîdan bû. Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ser şopa şehîdan bimeşîn.”

Gaziyê şer Rizgar Efrîn û Hisên Reqa jî behsa berxwedan û têkoşîna şehîd Deştî kirin û diyar kirin ku ew deyndarên şehîdên xwe ne, wê ji bo serxistina hedef û armancên şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Gaziyên şer ên tevlî merasîmê bûn bi wesîleya bîranîna şehîd Deştî soza xwe ya pêxistina têkoşînê nû kirin.

Piştî axaftinan ji bo bîranîna şehîd Deştî ji aliyê dayik û bavê wî ve mûm hatin pêxistin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.