Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeroja Sûriyê!

14/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
” Rojava xeta min a Sor e”
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Di Kanûna 2024’an de rêjîma Baas hilweşiya û salek di ser vê hilweşînê re derbas bû lê çi guherî? çi di bîra xelkê Sûriyê de ma û çi li bîra wan zêde bû?

Di destpêka ku Rêjîma Baas hilweşiya, gelê Sûriyê kêfxweş bû û hemû daketin qadan lê dema li xwe hayîl bûn yên li şûna wan rûniştin kî ne, tirs ket dilê wan. Lê xwestin bi qaşo vekirina zîndanan xelkê meşxul bikin ku hem wextî wê Îsraîlê hemû baregehên leşkerî û cihên çekên Stratejîk bombebaran kir. desthilata demkî ya nu li Şamê jî di vê navberê re çawa lingê xwe hinekî bi cih kir, li berava Sûriyê li hember Elewiyan komkujî pêk anîn. Di bin navê ku ew alîgirê rêjîma berê ne, ne tenê mirov kuştin, lê terûhişk jî şewitandin. Piştî wê berê xwe dan Siwêdayê û Dûrzî qetil kirin. Di vê navberê de, komên çekdar ên HTŞ’ê gefa qirkirinê li Kurdan jî xwarin û digotin piştî Durzi û Elewiyan dora Kurdan e.

Ji ber agahî hebûn ku di salvegera hilweşîna Rêjîma Baas de ew ê li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji aliyê çete û alîgirên HTŞ’ê ve  tevlihevî were derxistin, Rêveberiya Xweser kombûnên li cihên giştî qedexe kir. Û ev jî bû sedem ku alîgirên Şamê êrişî Rêveberiya Xweser bikin û li pişt wan de jî dewleta Tirk antîpropagandeya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Wekî ku ew bi ketina Rêjîmê ne kêfxweşin û Kurdan nexwastiye rêjîm hilweşe. Tevî ku ji her kesî ve diyar e yên herî zêde di nava Sûriyê de ji Rêjîma Baas zerar û zilm dîtî, Kurd bûn.

Li aliyê din, mijareke herî girîng a ku Sûriyê eleqedar dike, mijara Îsraîlê û HTŞ’ê ku niha li Şamê desthilate. Herçiqasî qale danûstandinan di nava aliyan de hat kirin û hin caran dihat gotin ku Ehmed El-Şeria jî tev li peymana Îbrahîmî dibe û dîsa ew ê peymanekê îmzebikin û dest ji dijminatiya li hember Îsraîlê berdin. Heta çend cara hevdîtin him li Fransayê him jî Ezerbîcanê di navbera HTŞ’ê û rayedarên Îsraîlê de çêbûn ku Tirk jî li wir amade bûn. Bi vê yekê dixwastin bibêjin ku HTŞ’ê mêjiyê xwe guhertêye û dixwaze ji bo Demokrasiyê bixebite û dest ji tunderewiya Dînî berdaye. Lê di merasîmên salvegera hilweşandina rêjîmê de li Şamê, endamên qaşo Artêşa Sûriyê, siloganên tunekirina Cuhî û Îsraîlê bang dikirin û digotin ew xwe amade dikin ku ber bi Qudsê ve herin. Ev dîmen li her deverê belav bûn. Li gorî hin agahiyan, Îsraîlê ew dîmen bi taybetî ji Amerîka re şandine ku vaye raste rast gefê li hebûna wan dixun û ew ê baweriyê bi ti awayî bi vê desthilata HTŞ’ê nekin.

Bi vê ve girêdayî, Serokwezîrê Îsraîlê di vê navberê re daxuyaniyek da û nûnerê Amerîka yê li Sûriyê bi vê yekê tohmetbar kir ku ew li gorî erka xwe tevnagere û di her kêliyê de li gorî daxwazên Turkiyê tevdigere.

Dîsa di nava van merasîmên qaşo kêfxweşiya bi ketina rêjîma Baas, li Şamê hin serkirdeyên leşkerî yên HTŞ’ê li ser sehnan gef li QSD’ê û Kurdan xwar û got ku ger ew xwe radest nekin, ew ê bi Şûran êriş bikin.

Ya mirov dikare ji vê desthilata niha li Şamê fêm bike ew e ku di mêjiyê wê de ji bilî kuştin û qetilkirinê tiştekî din tune û her çiqasî dixwaze xwe medenî bide nîşandan, lê di tevgera wan de radîkalbûn û mêjîyê DAIŞ’ê zêdetir tiştek tune. Lewma, di pêşeroja Sûriyê de tiştekî xêrê naxuyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.