Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberê Navenda Tirafîkê ya bajarê Dêrikê Rêzan Ehmed diyar kir ku binpêkirina ji zagonên tirafîkê re rê li pêşiya qezayên tirafîkê vedike û got, “Sedema sereke a qezayên tirafîkî leza zêde û binpêkirina zagonên trafîkê ye.”
Di sala 2014’an bi awayekî fermî navendên tirafîkê li herêma Cizîrê hatin avakirin û bajarê Dêrikê yek ji wan bû. Di navenda bajarê Dêrikê de 28 endamên tirafîkê û 15 endamên ewlehiyê cihê xwe digrin û kar û xebatên tirafîkê didin meşandin. Herwiha di navenda Tirafîkê ya bajarê Dêrikê de gelek ofîs hene wek ofîsa aborî, dîwan, ofîsa tor û agahdarî, ofîsa rezervasyon û ofîsa qeydkirina qezayan.
Di derbarê kar û xebatên tirafîkê li bajarê Dêrikê Rêveberê Navenda Tirafîkê ya bajarê Dêrikê Rêzan Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Tirafîk ji bo xizmet û parastina gel e’
Rêzan Ehmed da zanîn ku Navenda Tirafîkê a bajarê Dêrikê destpêkê bi derfetên herî kêm dest bi kar kir wiha got: “Destpêkê me bi 6 kesan dest bi kar kir, ji ber ku tirafîk nû hatibû avakirin di bajar de astengî derdikatin pêşiya me. Gel nerazîbûna xwe nîşan dida ku wê çawa Tirafîk li kolanan bi sekine û daxwaza kaxezên erebeyan bike û kesên ku zagonên Tirafîkê binpê dikin wê werin cezakirin. Lê bi demê re hinekî qebûlkirin çêbû niha akadimî, saziyên fermî û perwerdeyên tirafîkê çêbûne. Şev û roj endamên tirafîkê li kolanan in û karê xswe disdin meşandin. Her binpêkirinek buhayê wê cûdaye, kesê ku nasnameya xwe ya ajokariyê jibîr kiribe em ceza 15 hezaran jê distînin çi erebe çi jî matorê wî li gel me dimîne heya ku nasnameya xwe bîne, lê kesê ku nasnameya wî ya ajokariyê nebe 50 hezar cezaye û 3 rojan erebe yan matorê wî li gel me dimîne. Di heman demê de radar li ser rê heye kesê ku ji 106 leztir bajo radar wî digre û ceza 20 hezarî jê distîne. Gelek kes hene rexneyê me dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin li ser zagonên tirafîkê, hîn neketine wê ferqê de ku tirafîk ji bo xizmeta û parastina gel e. Erkê me ye ku em zagonan pêk bînin da ku tevlîhevî di bajar de çênebe.”
Astengiyên ku derdikevin pêşiya Tirafîkê
Rêzan Ehmed berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Tişta ku dibe asteng li pêşiya me û li pêşiya gel ajokarên temen piçûk û ajokarên ku erebeyan bi lezeke zêde diajonin. Tevî ku em hemû hewildanên xwe dikin ku rê li pêşiya vê yekê bigrin, lê ew cezayên mezin nînin ku bibe asteng li pêşiya ajokar û zagonan binpê nekin. Di heman demê de fêmekirina erebeyan jî dibe asteng li pêşiya me her cara ku em ji erebeyan jêdikin careka din vedigerînin. Berî demekî em bi hemleyekî rabûn çi kesê ku fêmê ji bo erebeya xwe danî yan ronahiya spî bi erebeyan ve heyî me ew ceza dikirin û nêzî 500 ronahiyî me ji erebeyan vekir, armanca me ji van hemleyan belavkirina aramiyê di bajar deye. Ji ber ku gelek kes hebû sedema van ronahiya spî dihêlişt ku kesê beramberî wî rastî qezaya tiraîkê were.”
Deriyê navenda tirafîkê ji rexneya re vekiriye
Rêveberê Navenda Tirafîkê ya bajarê Dêrikê Rêzan Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: ” Îsal nêzî 310 qezayên tirafîkê çêbûne, sedema van qezayan jî ajotina bilez û ajokarên temen piçûk in. Hêviya me ew e ji ajokaran ku zagonên tirafîkê pêk bînin û di navbera erebeya xwe û ya li pêşiya xwe ji kêmanî mirtek valehî hebe da ku di demsala zivistanî de qezayên tirafîkê çênebe û zirar negihêje tu kesî. Daxwaza me ji desteya hundirîn û rêveberiya giştî ew e ku buhayê cezaya bilind bike da ku gel neçar bibe zagonan pêk bîne û rê li pêşiya qezayên tirafîkê were girtin. Navenda tirafîkê deriyê wê ji hemû rexne, pêşinyar û gazinên gel re vekiriye”






