Idrîs Henan
Rakirina qanûnê Qeyser ê sala 2019an li ser Sûriyê hatibû ferzkirin, minewreyek ceosiyasî û vesazbûneke nû ji têkîliyên DYE li Rojhilata Navîn û Sûriyê re ye. Li şûna sizayan, sîstemek çavdêriya siyasî bi raportên spandî ferz dike. Lew re, ne gavek teknîk e, pêvajoyek nû di stratejiya DYE de ye ku navbera sivikirina zextên aborî û parastina serweriya ewlehî û siyasî de tev digere.
Berî her tiştî divê mirov bi şîroveyên şaş xwe nexapîne û bi rêbazên desthilatdariya HTŞ şîrove neke. Di serî de bi rakirina sizayên Qeyser re, siza ranabin, lê belê furma sizayên kevin ku nekariye rejîma Esad ne jî hevbendiya koma Astana biqedîne, guhertiye. Rakirina Qeyser, normên pratîzekirina sizayan ji çarçoveya giştî xiste çarçoveyek teng û cîbicîkirinê tekûztir dike. Yanê rakirin û ji nû ve ferzkirina sizayan, êdî li gorî reftarên HTŞ yên siyasî û ewlekarî ye. Ji ber vê jî, raportên şeşmehane ku rêveberiya DYE binivîse ne protokolek in lê belê mekanîzmayek nirxandin, zext û lêvegerê ye ku kîjan demê de be, siyaseta DYE di ber çavan re derbas dike.
Amerîka bi wan pîvanan re nexşeya hebûn û girîngiyan li herêmê û Sûriyê ji nû ve xêz dike. Yekem xalên pîvanan; têkoşîna li dijî terorê û hevkariya ewlehî ye. Îsrara DYE ku HTŞ di şerê li dijî DAIŞ de zelaltir be, armancek stratejîk e ku rewatiya hebûna wê li Sûriyê ji nû ve pênase dike.
Bi xala duyem re jî HTŞ mecbûr dike ku çekdarên biyanî ji Sûriyê derxîne, dixwaze çavdêriya xwe li ser bunyada desthilata Şamê firehtir bike û bi awayekî veşartî hewl dide hegemoniyên biyanî di hundirê sazî û dezgehên dewletê de bê bandor bike.
Bi xala sêyem re jî, DYE dixwaze projeya xwe ya siyasî ya nû ji bo pêşeroja Sûriyê pêşkêş bike ku hedê mafê mirovan derbas dike û Sûriyeya nû li ser bingehên têgihajtina pirrengiyê ava dike û ji hiqûqê pirtir dê bi statuyên destûrî re maf û nûnertî werin parastin. Bi gotinek din; endazyariyek nû ji siyaseta Sûriyê re ye.
Pîvanên DYE ewlehiya Îsraîlê û hevkarên wê li herêmê ji bîr nekirin û bi xala çaremîn re jî ew yek tekûz kir ku divê HTŞ li dijî cîranan û taybet Îsraîlê şer neke û parastina ewlehiya wê jî şertekî têkîliyên pêşerojê ne. Çi tade yan êrişek aliyê Sûriyê ve pêk werin, wê siza ji nû werin ferzkirin.
Xala pêncemîn jî şîrovekarên HTŞ xwe di ser re davêjin û dema qalê bikin jî, bi zanebûn naveroka wê diguherin. Ew xal jî girêdayî bicihanîna peymana 10 Adarê ye. Yek ji xalên siyasî yên girîng jî ew e ku piştgiriyê dide statuya siyasî ya Bakur û Rojhilatî Sûriyê, rê li ber destwerdan û xeyalên Tirkiyê yên guherîna demografîk digire, hevalbendê xwe yê pêbawer di şerê li dijî DAIŞ de diparêze. Diyare bi vê xalê re jî asoyên Sûriyeya nenavendî ya pêşerojê jî xêz dibin.
Bi xala şeşemîn re, DYE sîstema aborî li Sûriyê bi çavdêriyek darayî ya navdewletî re girêdide û li gorî şertên xwe pêşeroja sîstema darayî li Sûriyê diyar dike ku çavdêriyê li fînansekirina terorê, belavbûna çek û cebilxanê û spîkirina peryan kontrol dike.
Bi xala heftemîn re jî carek din tekezî li girîngiya têkoşîna li dijî hilberandin hebeyên hişber ên Kaptagonê û bazirganiya wê dike. Yanê ev xal kiriye şertek danûstandina bi civaka navneteweyî re ku gefek ewlekariyê ye.
Xala heştemîn jî, ji raboriyê pirtir balê dikişîne ser reftarên dewleta pêşerojê, bi vê yekê re jî hewl dide deriyên lihevhatinên siyasî yên gengaz li Sûriyê veke û lihevhatinek siyasî ku eserên 2011an paşguh dikin, ava bike.
Rakirina sizayên Qeyser wê destpêkek nû be ku wê cidiyeta HTŞ bipîve ka heya kîjan radeyê dilsozê avakirina Sûriyeya pirreng û demokrat e.






