Ronahî Sadûn
Parlementerê Colemergê Wezîr Parlak diyar kir ku eger dewleta Tirk dixwaze bi Kurdên li Tirkiyê re pirsa Kurd çareser bike ku hemû gel û baweriyên Tirkiyê hevpar di welat de bijîn, hewceye zagoneke li gel gelên aştîxwaz û demokratîxwaz derbixînin û pêngav biavêje, wê demê astengiya demorkatîkbûna Tikriyê namîne û got, “Hewceye her kes wek Rêber Apo rola xwe ya dîrokî bîne cih ku çareseriyeke mayînde çêbibe.”
Derbarê siyaseta ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê meşandin, herwiha avakirina Tirkiyeke demokratîk wê çawa be, Parlementerê Colemergê Wezîr Parlak bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpevîn wiha bû:

Niha çi siyaset li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û zimanê dewletê çawa ye?
Berî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê zext û zordariya li ser gelê Kurd zêdetir bû ku rojek nebû mafê gelê Kurd neyê binpêkirin. Piştî pêvajoyê polîtîkayên dewletê û desthilatdara AKP û MHP’ê li dijî gelê Kurd kêm bûye û di formata xwe de hatiye guhertin. Lê her çiqas êrişên li ser gelê Kurd kêm bibe jî, bi awayekî cuda berdewam dike, ji ber li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Îro li gelek bajêran êrişên li ser jinên şînên gerîla berdewam dike. Herwiha madeyên norkolîk di nava civakê de zêde bûye, ji ber dewlet rola xwe nalîze, bûye sedema ku roj bi roj her kes madeyan bi kar tîne, difroşe û zêde dibin.
Ciwan, jin û civaka gelê Kurd di vê pêvajoyê de xwe birêxistin dikin û çi bi destê wan de tê, dikin. Ev rewş rewşa Bakurê Kurdistanê ye. Lê piştî Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kiriye û manîfestoya civaka demokratîk derveye ku ji bo gelê me şandiye, bi hezaran civînên gel hatin lidarxistin û bi hezaran derdorên binî bi gelê Kurd re pêwendî li ser pêvajoyê dane çêkirin. Demekê dirêje hemû saziyên me jî li ser manîfestoya demokratîk xwe nû de ava dikin, da ku bi pêvajoyê re bibin bersiv. Roj bi roj jî li hemberî bangewaziya Rêberê Gelan Rêber Apo, gelên Tirkiyê ku bibin bersiv, dengê xwe zêde kirine, gelên Tirkiyê jî bi çavên wan bi pêşnegiya gelê Kurd e. Lê dewleta Tirkiyê ziman û siyaseta xwe neguhertine. Guherandin jî dê bi dîplomasî û têkoşîn çêbibe. Heta niha gelek pêngavên ku me li wan dane avêtin jî, me bi têkoşîna xwe daye avêtin.
Tirkiyeke demokratîk wê çawa bê avakirin?
Destpêkê hewceye dewlet û desthilatdarên dewletê rêve dibin ew buyerên nexweş ên ku vê sedsalê qewimîne baş bibînin û biryara demokratîkbûnê bidin. Dema dewlet xwe amade bibîne ku demokratîk bibe, piştî vê amadebûnê jî bihêsantir bibe. Astengiya herî mezin pêşiya dewleta Tirkiyê ku demokratîk bibe, pirsa Kurd e. Ji ber sedsal e gelê Kurd bi destê dewletê tê înkarkirin û hebûna gelê Kurd nayê qebûlkirin. Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dewletê yên qirkirinê ku hebûna xwe bide qebûlkirin, têkoşîneke bêhempa daye meşandin. Di heman demê de Tevgera Azadiya gelê Kurd 52 salan têkoşînekê rêve dibe ku pirsa Kurd bi diyalogê bê çareserkirin û Tirkiyê jî demokratîk bibe. Gelê Kurd mafên ku ji bo gelê xwe dixwaze, ji bo gel û baweriya Tikiyê hemû yan jî dixwaz in. Heger dewlet bi Kurdên li Tirkiyê re pirsa Kurd dixwaze çareser bike û hemû gel û baweriyên Tirkiyê hevpar welat bijîn, hewceye zagoneke li gel gelên aştîxwaz û demokratîxwaz derbixînin û pêngav biavêje, wê demê astengiya demorkatîkbûna Tikriyê namîne.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê çi guhertin pêk aniye û guhertinên hîn tên xwestin çi ne?
Giştî sedsal e û bi taybetî jî 52 sal in li ser gelê Kurd zext û zordariya dewletê heye. Gelê Kurd têkoşîna xwe li ser du lingan rêve dibir, yek ji bo azadiya xwe, du jî ji bo aştiyeke mayînde, meşandiye. Bangewaziya Rêberê Apo rola gelên Kurd ên Tikriyê û Rojhilata Navîn zêde kiriye. Bi têkoşîna gelê Kurd hatin û çûna Îmarliyê vê sedsalê careke din gelê Kurd bi Rêbertiya Rêber Apo derxistiye li ser dikê. Yek caran li Tirkiyê piştî bangewaziyê derfeteke azad çêbûye ku pirsgirêkên Tiriyê bên nîqaşkirin. Piştî bangewaziya Aştî û Civaka Demoratîk her derê mijara gelê Kurd li gel demokratîkbûna Tirkiyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn tê axaftin û nîqaşkirin. Ev derfet piştî bangewaziyê çêbûye, em jî vê gelek girîng dibînin, ji ber berî vê bangewaziyê kes nikarîbû ewqas zelal vê mijarê nîqaş bike yan jî bi gotinên Rêber Apo bighêje civakê, ewqas derfet nebûn. Di heman demê de hatin û çûna hemû partî, sazî û derdorên cudatir piştî bangewaziyê zêdetir bûye, berê de ewqas kes hatin û çûn çênedibû. Bi çi caran wekî îro siyasetmedaran li ser gelê Kurd û Rêber Apo felsefeya paradîgmaya Rêber Apo nexwendibûn. Yek caran parlameto de komîteyek ji bo çareserî ava dibe û dikeve dewrê de ku dixwazin fikir û ramanên Rêber Apo hîn bibin û zanbin ka gelê Kurd ji bo pêşerojê çi dihizir in. Çiqas kesên nijadperest bixwaz in pêvajoyê têk bikin, yên aştî û çareseriyê dixwazin ji wan zêdetir in, roj bi roj zêdetir jî dibin. Herî girîng ji piştî bangewaziyê ew e ku çiqas kes jiyana xwe dest neda, ji ber ku di vê pêvajoyê de destkeftiyên herî mezin ev e. Di pêşerojê de dê nêzîkatiya di nava gelên Tirkiyê de baştir bibe, ev dem dibê ku her kes pirsgirêkên xwe bi diyalog çareser bikin, ev pêvajo dibe sedema wê jî.
Ger pêvajo bi ser bikeve wê çi qezenciyan bi xwe re bîne, herwiha ger îhtîmala ku pêvajo neçe serî pêk bê, wê çi derkeve holê?
Pêvajo wê bighêje armanca xwe. Destpêkê divê têkiliyên di nava gelên Kurd û Tirkiyê de yên ku du sedsal e xirab bûye, bên çareserkirin. Ev çareserî jî wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêşerojeke azad û bê şer bi xwe re bîne û dê ev çareserî jî di nava Rojhilata Navîn bibe mînak û li pêşiya şerên din ên ku biqewime, bê girtin. Dawiya vê pêvajoyê di Rojhilata Navîn de, pêvajoyeke demokratîkbûna Rojhilata Navîn dest pê bike. Êdî nema tu kes berê xwe bide dewleteke cudatir ku bi cihê xwe koçber bibe. Hem jî wê têkiliyê dewletên Rojhilata Navîn bi hev re zêdetir bibe. Pirsgirêka nasnameya gelê Kurd jî namîne, wê her wekî gelên cîhanî gelê Kurd jî cihê xwe dê bigre ku siyaseta xwe ya çareseriyê bi dîplomasiyeke xurt dikare bimeşîne, ew derfet çêbûye. Ya din di her qada jiyanê de dikare xwe azad rêxistin bike, herwiha têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne. Gelên Kurd dema pirsgirêkên xwe çareser kirin, itîfaqa netew jî mumkin bibe.
Heger çareserî çênebe, destpêkê ji bo gelê Kurd û piştre ji bo dewleta Tirk baş nabe. Ev jî dê bibe sedema şerekî mezintir li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê her kes wek Rêberê Gelan Rêber Apo hewceye ku rola xwe ya dîrokî bîne cih ku çareseriyeke mayînde çêbibe. Heger ev çareserî çênebe, pêşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn di tarîtiyê de bimîne. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyê, gelên Kurdistanê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji ber zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derdikev in.






