Bêrîtan Xalid
8’ê Kanûna 2024’an, ji derbeyek leşkerî ku ji aliyê yek alî yê şerê Sûriyeyê ve li dijî aliyê din hat kirin, wêdetir nebû. Ev geşedan, bêguman bû sedema veguhestina desthilatdariyê ya nedemokratîk û dûrî aştiyane.
Ev rewş, bi taybetî di aliyê civaka sivîl û tevgerên jinan de veguherî gefek cidî. HTŞ dijminahiyek zêde li dijî mafên jinan dike.
Ev yek di komkujiyên ji aliyê rêxistinên mîna El Qaîde, El Nusra û DAIŞ’ê ve li dijî jinan tên kirin, bi awayekî zelal tê dîtin.
Pergala ku HTŞ dixwaze ava bike, bi tecrubeya “Hikûmeta Rizgariyê” ya ku ji sala 2017’an vir ve li Îdlibê tê damezrandin, derket holê. Îro, ev pêkanîn heta Şam, Hama, Humus û herêmên peravê yên Sûriyeyê belav bûye.
Di heyama kontrola HTŞ’ê ya deverên gundewarî yên Îdlib û rojavayê Helebê de, êrîşên li dijî jinan bi awayekî diyarker zêde bûn.
Revandin, tecawiz, girtinên kêfî, ferzkirina hicaba mecbûrî û sînorkirin û qedexeyên tund di qada perwerde û kar de pir zêde belav bûn.
Ji bilî vê yekê, li bazarên ku li Îdlibê ava kir re, pratîkên ku serdema navîn tînin bîra mirov jinan kirin amûr. Li gorî raporan, HTŞ’ê hicabê ji bo jinan ferz kiriye û ji bo rêwîtiyê refaqetên mêr ferz kiriye . Piştî dagirkirina Şamê ji aliyê HTŞ’ê ve ev pêkanîn ji raya giştî re bêtir xuya bûn. Daneyên qadê jî nîşan didin ku hejmara jinên Elewî yên hatine revandin zêdetir e.
Bi hezaran jinên Êzidî û Durzî jî bi heman rengî hatine hedefgirtin.
Bi milyonan jinên Sûriyeyî, di bin şert û mercên dijwar ên aborî û civakî de têkoşîna jiyanê didomînin.
Sînorkirin û qedexeyên li ser azadiya tevger, perwerde û kar, di nava binpêkirin û sînorkirinên herî girîng ên ku hatine belgekirin de ne.
Di sala derbasbûyî de li Sûriyeyê, binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn.
Bi zêdebûna şîdet û kaosê re, gelek awayên binpêkirinê hatin tesbîtkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek cuda derketiye holê. Rêveberiya Xweser, di saziyên sivîl û siyasî de di navbera jin û mêran de pergala hevserokatiyê pejirand. Ev yek di dîroka tevgera jinên Sûriyeyê de mîna gaveke girîng hat dîtin û bû yek ji destkeftiyên herî girîng ên salên dawî.
Vê pêşketinê, jinan di rolên pêşengiyê de bihêz kir û rêgeza wekheviyê ya di pêvajoyên biryardayînê de xurt kir. Li Suweydayê rewş cuda bû.
Jin, ji bo ku hêrs û êşa xwe li dijî zilm û zexta demdirêj a di bin rejîma berê nîşan bidin, derketin kolanan . Berevajî vê yekê, jinên Suweydayê vê modelê bi tundî red kirin û li dijî sînordarkirinên heyî derketin.
Qeyrana aborî ya kûr, jin neçar kir ku ji bo mîsogerkirina pêdiviyên malbatên xwe, bikevin nava bazara hêza kar. Sala borî, tecrubeya jinan a li Sûriyeyê, hem destkeftî û hem jî paşketinan di nava hev de nîşan da.
Ger pergala heyî ku xwe di asta demokratîk û mafên jinan de pênase dike guherîn û veguhertinek nejî, Em nikarin behsa Sûriyeya demokratîk û mafên jinan bikin. Lewma, ji bo di pêşeroja Sûriyeyê de avakirina pergaleke jinan a adil û domdar divê qanûn ji referansên mezhebî û olî werin veqetandin.






