Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gelek jin li bazara Elwelîd tên firotin’

13/12/2025
in NÛÇE
A A
‘Gelek jin li bazara Elwelîd tên firotin’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîg/Qamişlo

Jinên Elewî û Durzî diyar kirin ku heya roja îro kiryar û sûcên dijmirovî li ser wan dewam dike û gotin, “Gelek jinên Durzî û Elewî ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine revandin û li bazara bi navê Elwelîd tên firotin.”

Bi navê şerê bi bermahiyên rejîmê re, zêdetirî 30 hezar kes ji pêkhateya Elewî bûn qurbanî li ser destê hikumeta veguhêz a Şamê. Di milekî de komkujiyan dike û di milekî de jî hêsiran li ser qurbaniyan dibarîne, wekî ku ji derveyî siyaseta wî tevger hatiye meşandin. Ji bo rêgirtina li ber komkujî û şerekî navxweyî, QSD’ê peymanek bi Ehmed El Şeri re danî û heta roja îro jî cidiyeta Şamê di nava gumanan de ye. Di dema dawîn de, komên ku qaşo nayên kontrolkirin, êrişên xwe vê carê li ser pêkhateya Durzî pêk anîne, li Ceremana, Eşrefiye û gundewarên Siweydayê ku zêdetirî 100 sivîl û berevanên Durzî canê xwe ji dest dane.

Malbat ji kokê ve hatin kuştin

Bi taybetî piştî rejîma Baas’ê çû û li şûna wê HTŞ`ê hat ser hikûmetê û bi demkî dimeşîne, êrişên bi vî rengî dem bi dem dewam dikin. Roj bi roj ev êriş zêde dibin. Beriya van êrişan li bajarên Lazkyê û Beravê êrişên li ser elewiyan hebûn. Bi dehan komkujî pêk hatin. Malbat ji kokê ve hatin kuştin. Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin. Kiryarên hovane li ser civakan kirin.

Êrışên dawîn li Sûriyê û fitneyên mezhebî

Durziyên li Siwêdayê ku bi helwesta xwe ya dijberî rejîma Beşar Esed dihatin naskirin, piştî hilweşîna rejîmê, rastî gelek êriş û fitneyên mezhebî yên tune hatin. Di vê dawiyê de jî ew fitne li Sehnaya û Cereman teqiyan û gihaştin gundewarê Siwêdayê. Ev êriş, di 28’ê Nîsanê de, bi belavbûna dengekî qeydkirî ku neheqiyê li olê dike zêde bûn. Durzî û xwendekarên li zanînehan rastî êrişên çekdarên desthilata Şamê hatin, bi wê re gelek ji wan hatin qetilkirin û birîndarkirin. Êdî bi Heyeta Tehrîr El Şam ku îdia dike hikumetê, bawer nakin. Em banga destwerdana navneteweyî dikin ku sivîlan biparêzin û sûcên yekser rawestînin. Di heman demê de komkujiyên ku di 13’ê Tîrmehê de ji hêla terorîst û desthilatdariya tekfîrî ve hatine kirin, bi hinceta şikandina pevçûnên di navbera xelkê Suweyda û eşirên Bedewî de ketine Suweydayê, nayên veşartin. Gelê Sûriyê bi hezaran salan e bi bedewiyan re dijîn û qet rastî şerekî mezhebî yê ewqas hovane nehatine. Êrişî sivîlên bêguneh hatin kirin, mal hatin şewitandin, milk hatin talankirin û bi hezaran sivîl ji gundên rojava ber bi deverên ewletir ve hatin koçberkirin. Heta jin jî bi tecawizê û li meydanan girtin, her wiha darvekirinên meydanî re man. Wan rehm li ciwan û pîran nekir, heta êrişî sembolên olî jî kirin.

Komkujiyên herî hov

Komkujiyên ku li dijî elewiyan jî tên kirin, yekem nîn in. Li Sûriyê ji dema şerê navxweyî dest pê kiriye ve heta niha, Elewî dibin hedefa HTŞ’ê û komên çeteyan. Bi taybetî li cihên ku Elewî lê dijîn, bi dehan komkujî çêbûn. Li herêmên Elewiyan ên Idlibê, bi salan di bin dorpêça HTŞ’ê de man, ji sala 2017’an ve heta niha, herêmê şahidî ji komkujiyên herî hov re kir. Elewiyên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, ji bo fîdyeyê rehîn hatin girtin, hinek ji wan li ber çavên mirovan hatin kuştin.

Dest datînin ser mal û milkên mayî

Hikumetekî bi vî rengî wê çawa Sûriyê bi rêve bibe û hemê pêkhateyên lê dijîn di nava xwe de bihewîne. Ger perçeyek ax, mekanek were valakirin, bêguman li cihê wê alternatîfek tê dîtin. Hewl didin Elewiyan ji cihê wan derxin, kesên din bi cih bikin. Jixwe mal tên valakirin, dest datînin ser mal û milkên mayî. Rewşeke wiha heye. Çeteyên ku li pêş çavên cîhanê gelek tiştan kirin niha li Sûriyê ne. Dewletek xistin nava destên çeteyan. Bi kîjan aqilî ev yek hat kirin, mirov nikare fam bike. Mirov nizane li pişt vê yekê çi heye û dê çi jê derbikeve. Bang li mirovan kirin û gotin çekên xwe berdin, teslîm bibin dê her tişt çêbibe. Bi wê yekê mirovan bê çek kirin û dûre komkujiyên wiha çêbûn.

‘Rê li ber alîkariyê girtin’

Di vê çarçoveyê de Rîm El-xecirî ku yek ji pêkhateyên Dûrzî ye, ji Rojnamrya me re destnîşan kir ku dorpêçek aborî ya dijwar li ser wan tê ferz kirin û wiha anî ziman: “Ji destpêka ku hikumeta veguhêz a şamê hat ser desthikatdariya Sûriyê, dest bi komkujiyan kir, şûna ku bibe cihê çareseriyê û aştî bi xwe bîne, berovajî wê rewşa Sûriyê ber bi xerabûnê ve çû û aloztir bû. Bi hezaran pêkhateyên Dûrzî dan kuştin, bê sûc û bê sedem, ev kiriyar û sûc tu carî wê neyên qebûlkirin. Ewqas komkujî pêk anî û hîn jî dilê xwe rehet nekiriya ku heya roja îro em di nava dorpêçekî giran de dijîn. Rê li ber alîkariyê girtin. Her kesê ku hewl dida bikeve Suweydayê an jî derkeve, di bin xetereya kuştin an revandinê de ye. Tewar piştî vekişîna xwe jî, wan xwarin û pêdiviyan ji bazar û malan didizîn, darên zeytûn, sêv û tirî dibirin û xanî bi makîneyên giran hilweşandin. Ev hewldanek sîstematîk bû ji bo birçîkirinê, ne tenê ji bo rêgirtina li alîkariyê. Xwendekarên zanîngehê nekarîn beşdarî dersan bibin. Welatî niha bi zindîmanê ve mijûl in û yên ku dikarin hewl didin ku alîkariya cîran û malbatên xwe yên ji birçîbûn û koçberiyê dikşînin, bikin.”

‘Kuştin û kiryarên dijmirovî hîn jî berdewam in’

Rîma El-Xicerî di dawiya axaftina xwe da zanîn ku heya roja îro kiryarên dijmirovî li dijî durziyan pêk tê û wiha domand: “Heya niha gelek malbat ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê vet ê kuştin, di heman demê de tên revandin. Wekî din her ku bav ango kalekî Durzî dibîni sembêlên wan didin jêkirin, hemî kiryarên dijmirovî didin meşandin, ev yek jî dide diyarkirin ku çiqas kîn û nefreta wan ji pêkhateyên Dûrzî re heya. Lê ev nêzîkatê jî wê me need şikandin, heya ku yek ji me hebe emê li ser piyan bin, her wiha em ê doz û rûmeta xwe bi parêzin.”

‘Parçeyên canê Elewiyan didin firotin’

Di heman demê de Fatin Xedûr yek ji jinên Elewiye, da xuyakirin ku artêşa Colanî li ser nasnemeyên pêkhateyan komkujî pêk têne û wiha pê de çû: “Artêşa Colanî dema ku dibînin li ser nasnameya kes nivîsandibin ji pêkhateyên Elewiye wan qetil dikin, di heman demê de wan ji malên wan dibin û piştî 3-4 rojan agahî didn malbatên wan ku werin li nexweşxaneya Elwelîd zarokên xwe bigirin, dema ku malbat diçû tenê cenazeyên zarokên xwe tanîn, bi vê yekê girêdayî parçeyên canê wan jî dibirin. Ev yek kesên hov jî nakin, em rastî gelek karîsetan bûn, dema ku Rêjîma Baas hat helweşandin, her kes digot helwişîna Rêjîma Baas helwişîna zilm û zorê ye, lê mixabin berovajî vê yekê ku rêjîmek ji rêjîma Baas zalmtir û zortir hat. Ti kes nema bi ewleyî û bawerî jiyan dike, setpêkê hiştin ku her kes ji me çekê xwe deyine ku qaşo rêjîmeke bi ewle hatiye, lê ev hemî ji bo me mîna kemînekî bû, ew amûra ku em xwe pê bi parêzin jî nema, êdî bi rehtî hatin li ser Elewiyan komkujî pêk anîn.”

‘Jin li bazara El-welîd tên firotin’

Fatin Xedûr di dawiya axaftina xwe de balkişand ku gelek jin li bazara bi navê El-xenasîn tên firotin û wiha got: “Di pêvajoya ku Ev hikumeta veguhêz a Sûriyê hat li ser desthiatdariyê, gelek jin hatin revandin û bi taybetî jî jinên Elewî, Durzî û xiristiyanî. Heya niha agahiyê gelek malbatan ji keşên wan tune ne, piranî jinên ku tên revandin li bazara bi navê El-xenasîn tên firotin. Çawa ku DAIŞ jinênn Êzîdî dide firotin. Piraniyên van kesên ku van kiryara didin meşandin, ne Sûrî ne, gelek kesên beyanî di nava artêşa Colanî de hene û diyar e ku ev DAIŞ bûn, ji ber ku heman rêbazî niha li ser serê me tê kirin. Helbet heya niha tu kes xwedî li me derneket û bi ewlehiya me nefikirîn, tenê Rêveberiya Xweser û QSD`ê bû cihê ewlehî û baweriya me. Kesê ku dibe sedema parastina me, helbet em ê piştgirya wan bikin, QSD`ê ji bo me bû hêza parastin, Ewlehiyê û romet e me. Em bawerin ku çawa ew jinên êzîdî ji wan hovên DAIŞ`ê rizgar kirin wê rojekî jinên me jî bi destê wan werin rizgar kirin.“

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.