Lava Eyo
Roja mafê mirovan a Cîhanî ku di 10`ê heyva berfenbara sala, 1948 an de weke roja mafê mirovan a cîhanî hatiye qebûl kirin û heyanî; pileyekê jî xebat kiriye lê hîna jî ti tiştekî, ber bi çav xwuya nake. Dema ku em li ser vê rojê lêkolîn dikin wê demê, pir zelal diyar dibe ku gelek pirsgirêkên mirovahiyê; hatine telûqkirin û gerek bi lezgînî werin çareser kirin. Mirov dibîne ku roj bi roj pirsgirêkên mirovahiyê, hîn kûrtir dibin û civakê ber bi fetisînê ve dibe. Dema ku em li ser roja mafê mirovan ku weke rojeke, taybet hatiye qebûl kirin jî lê mixabin her ku diçe; civak ber bi aloziyên hîn mezintir ve diçe.
Dema ku em rewşa mirovahiyê digirine dest û dahurandin dikin wê çaxê mirova matmayî dimîne û mirov dihizre ku wiha; qet nabe û gerek şoreşeke Cîhanî ya mirovahî were destpê kirin. Wiha li mirovan hatiye ku hew bikaribin dinava mala, xwe de jî bi aramî jiyan bikin û hinas bigirin; ji xwe li her deverê mirov di metirsiyê de jiyan dikin û xeyalên, wan ên paşerojê weke sitêrkan ditefin û reş dibin. Nexasim jî di welatên weke welatên Rojhilata Navîn û li gelek, welatên din jî ên cîhanê de jî şer û ceng berdewam dikin û dinava; şeran de tekez mafê mirovan nayê parastin.
Heyanî ku şer û tundî hebe wê tekez mafê mirovan, neyê parastin û ger ku were gotin ku çawa dibe ku; mafê mirovan di şeran de neyê parastin. Ez pir baş dizanim ku mafê mirovan tekez di nava, şer û tundiyê de nikare were parastin ji ber ku şer û tundî mirovan bêmaf dihêle. Ger ku em di xwazin mafê mirovan biparêzin gerek, em di serî de çareseriyê ji dawîkirina şer re bibînin; ji xwe Rêber Apo ji zûve çareserî ji bo bidawî kirina şer, daniye û mirovahî jî tekez haj lêdibin.
Wekê ku em hemû jî dizanin ev roj weke rojeke taybet, li her deverê têye bibîranîn û weke roja mafê mirovan; tê pîroz kirin û ev roj weke salvegera danezana gerdûnî, ya mafê mirovan hatiye dest nîşankirin. Di sala 1948 an de ji aliyê civata giştî ya, navneteweyê yekbûyî ve ji bo naskirina gerdûnî û parastina; mafên mirovan hatiye qebûlkirin û hatiye dest nîşankirin. Roja mafê mirovan weke rojeke pir girîng û bi wate têye naskirin. Ev roj bûye rêzgirtina ji mafên mirovan û haydarbûne ku her kes, bizane ku mafê wan weke mirov ji bo her kesî derbasdare.
Weke ku têye diyar kirin li seranserî cîhanê, di danezana gerdûnî ya mafên mirovan de hate zelal kirin. Têye gotin ku her kes ji ziman, reng, zayend, ol û cûdahiyên din xwedî maf û azadiyên bingehînin. Di van mafan de hêmanên bingehîn ên wekî, mafê jiyanê azadiya ramanê û mafên darzandina wekhev hene. Lê dîsa jî gelek deverên cîhanê binpêkirinên mafên, mirovan di qewimin zilm cudakarî û bê edaletî mafên bingehîn; ên mirovan binpê dike.
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pir zelal, vekiriye di manîfestoya çareseriya aşîtî û civaka demokratîk de nirxandiye û gotiye: Şer û tundiyê dema xwe tijî kiriye û gerek mafê mirovan, ê demokrasiyê were pêkanîn. Û ez dibêjim gerek hemû mirovahî û nexasim jî jin, têkoşîneke pir xurt bikin û aşîtî, biratî û xwoşikatiya gelan pêkbînin û xwe weke mirovahî biparêzin.






