Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fedrasyona Gaziya;Em ê rohniya xwe ya hêviyê ti carî ji bîr nekin

11/12/2025
in NÛÇE
A A
Fedrasyona Gaziya;Em ê rohniya xwe ya hêviyê ti carî ji bîr nekin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nuça

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevreyê xwe Azadî Helepçe  bibîranîn û soza pêkanîna xekleyê hevreyê xwe dan.

daxuyaniya Federasyonê wiha ye

“Têkoşîna me ya azadiyê bi demê re gihiştiye mizgîniya avabûneke nûjen û hêviyê dide mirovatiya cîhanê ya wekhev û azadîxwaz. Şoreşa gelê Kurdistanê li navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê rû dide şopên berê yek bi yek parçe dike û ji holê radike. Di şexsê Kurdistanê de ji bo gelên herêmê di rêya çareseriya aştî û civaka demokratîk de peywira pêşxistina jiyaneke wekhev û azad hildigire û pêk tîne.

Êdî her roj weke şahidên gavên ber bi serketinê ve diçin dîroka nû dinivisînin. Gelên me bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di pêşengiya Rêber Apo de jiyaneke li ser esasê xwişk û biratiyê ava dikin û ji tevahî mirovahiyê re dikin diyarî.

Gelê me bi hezaran ewladên xwe yên giranbiha di rêya şoreşê de feda kirin û hîn jî feda dikin. Şehîd spartekên me yên herî resen û bingehîn in. Yek ji wan şehîdan jî hevrêya me Azadî Helebçe ye ku tevahiya jiyana xwe fedayî gelan, jinan û mirovatiya azadîxwaz kiriye.

Mirov mirinê bide ber çavan û li ser wê bingehê têkoşîn û berxwedanê pêş bixe, helbet nabe nesîbê her kesî. Hevrêya me Azadî Helebçe di nav vê şoreş û jiyana bi xwîna şehîdan de şekil girt û pêş ket, weke jineke leheng a Apoyî bi her peywir û erka diket ser milên xwe radibû.

Hevrê Azadî ya bi xwe gaziyeke şer bû, bi vîn û ezmeke pir xurt kar û xebat kir. Ji hemû heval û hogirên xwe re bû mînaka jina kedkar. Fermandar Azadî Helebçe bi têkoşîn, sekn û kesayeta xwe ya dilnizm cihê xwedi dil û hişê hemû hevrêyan û gelê xwe de cih girt.

Hevrê Azadî ya yek ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, tevî hemû nexweşiyên xwe û êşên xwe yên ji ber birîndariyan jî her tim rûken û bi coş bû. Azadî Helebçe hevrêyeke gazî bû ku Rêber Apo ew kiribûn pêşengên sereke yên parastina şoreşa mirovatiyê.

Hevala me Azadî bi biryardarî û îradeyeke xurt li hember hemû astengiyan têkoşîn kir. Di jiyana xwe de cih neda reşbînî û bêmoraliyê. Pir pak û bi awayekî esîl jiya û têkoşîn kir. Heval Azadî bi hêrsa li hember koletiya pergala mêrperest ferz dike û hesreta xwe ya bi azadiyê re di nav refên şoreşê de bû pêşengeke wêrek. Nirx û qîmetê Rêber Apo dide azadiya jinê ji kûrahiya hest û wijdanê xwe his kir û her hewl dida Rêber Apo fêm bike. Li ser vî esasî weke jineke pêşeng ji dil û can têkoşîneke bi heybet li ser bingehê bibe layiqî keda Rêbertî û şehîdan meşand.

Hevrêya me ya gaziya şer Azadî ya xwedî kesayeteke fedakar û bi biryar bû, bi nivîs û helbestên xwe tevkariyeke girîng li xebatên çandî û îdeolojîk  ên Tevgera Apoyî jî kir. Weke gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em hevrêya xwe Azadî ya ji ber nexweşiyên xwe di pêvajoya tedawiyê de tevlî karwanên şehîdên şoreşê bû bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser vî esasî di serî de ji malbata hevrê Azadî, tevahî gelên me, hevalên me yên gaziyên şer û hemû şervanên azadiyê re dibêjin serê we sax be.

Em ê hevala Azadî ya rohniya me hêviyê ye ti carî ji bîr nekin. Hevrê Azadî wê timî bi kesayeta xwe ya pak, zelal û gihiştî di dilê hevrêyên xwe û gelên xwe de bijî. Careke din soz didin em ê hevrêya xwe Azadî bidin jiyandin. Em hemû şagirt û şervanên hevrêya xwe ya esîl Azadî Helebçe ne. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.