Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo giştî Sûriyê mumkin e’

10/12/2025
in ROJEV
A A
‘Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo giştî Sûriyê mumkin e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevseroka YRA’yê Evîn Îbrahîm diyar kir ku ew weke nûnera YRA beşdarî rûniştina dawîn ku ji bo projeya “Bi hev re ji bo Aştiya Sivîl û Hevgirtina Civakî” li Şamê hate lidarxistin, bû û got, “Di rûniştinên projeyê de gelek nîqaşên berfireh hatin kirin, lê wê sûdgirtin mezintir ba eger balkişandina ser serkeftiyên ragihandinê yên ku bi rêya xebata ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bihata kirin.”

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad YRA’yê Evîn Îbrahîm di 7’ê Berfanbarê de li Şamê li kêleka çalakvan, rojnamevan, hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl û desthilatên xwecihî beşdarî rûniştina dawî ya projeya “Bi hev re ji bo aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî” bû.  Ev rûniştin piştî gelek rûniştinên diyalogê û komxebatên ku li Şamê, Heleb, Îdlib, Hesekê, Reqa, Beravê û Başûrê Sûriyê hatibû lidarxistin, pêk hatibû. Rûnştin aşîtiya sivîl û ji bo hemû pêkhateyan afirnadina qadên ewle ji diyalogê re, nîqaşkirina astengiyên civakî û vesazkirina nerînên hevbeş ku piştgiriyê bidin rêyên dadweriya veguhêz û aramiyê, armanc kir.

Di rûniştinê de, kesayetên navdar ên wekî hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Îbrahîm û endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm, Nacî Hibo û Sewsen Xelef beşdar bûn. Her wiha rêxistinên sivîl û mafên mirovan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cuda yên Sûriyeyê, nûnerên beşên cuda yên civaka Sûriyê, bi hejmara 208 beşdaran, di nav de nûnerên rêxistinên civaka herêmî, kesên serbixwe, rojnamevan, siyasetmedar, kesayetên olî, çalakvanên mafên mirovan, nûnerên eşîran û rayedarên herêmî, herwiha beşdariya berfireh a jinan, bi armanca pêşxistina vîzyonek hevpar ku aştiya sivîl û hevgirtina civakî pêş bixe û piştgiriyê bide rêyên aramiyê û edaleta veguhêz, amade bûn.

Danasînek li ser projeyê û armancên wê yên sereke

 Ev proje ji aliyê Saziya Înîsiyatîfa Parastina Mafan (RDI) ve tê meşandin û armanca wê ew e ku aştiya sivîl û hevgirtina civakî li gelek parêzgehên Sûriyê, bi rêya lidarxistina civînên diyalog û komxebatan ku çalakvanên medyayê, mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û desthilatdariyên herêmî tê de beşdar bibin, pêş bixe. Armancên wê yên sereke ew in ku di navbera pêkhateyên cuda de qadên ewle ji bo diyalogê biafirîne. Herwiha li ser pirsgirêkên civakî nîqaş bike û li çareseriyên pratîkî bigere, encamên hevpar formule bike ku dikarin bingeha projeyên pêşerojê yên domdartir çêbikin û rê li ber projeyên têkildarî edaleta veguhêz û xebata civakî li ser asta Sûriyê veke.

Derbarê vê mijarê Hevseroka Yekîtiya Ragihandin Azad YRA’ê Evîn Îbrahîm li ser beşdarbûna xwe ji projeya “Bi hev re ji bo aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî” û nîqaşên ku tê de hatine kirin ji Rojnameya me re axivî.

‘Beşdarbûneke berbiçav di rûniştina projeyê de hebû’

Evîn Îbrahîm diyar kir ku ew wekî nûnera YRA ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingeha demokrasiya hevbeş, rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî û olî, misogerkirina wekheviya tevahî jinan di hemû waran de ku di nav de ragihandin û biryardana siyasî, hatiye avakirin û pêş ketiye, beşdar bûye û wiha got: “Di rûniştinê de beşdarbûnek berbiçav çêbû û bi gelek pirsgirêkên pratîkî re rû bi rû ma ku bandor li kûrahî û rêça nîqaşê kirin. Di dema rûniştinê de min dît ku nîqaş li ser nirxên ku bi awayekî teorîka dûrî piratîkê hatine pêşkêşkirin. Di heman demê de analîzek pratîkî ya ku mirov çawa wan vediguhezîne polîtîkayên ragihandinê yên berbiçav, tune bû. Ezmûna me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat dike ku mimkun e ku modelek ragihandinê li ser bingeha pirrengî û rêzgirtina ji bo cûdahiyê were afirandin ku tê de bi dehan saziyên ragihandinê yên serbixwe di çarçoveya pêşbaziya rojnamegeriya profesyonel de, bi pabendbûnek kolektîf ji bo redkirina gotinên nefretê bixebitin. Me karîbû ragihandinekê ava bikin ku cihêrengiya civaka me nîşan dide û tê de kanal, rojname û radyoyên bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hene ku nûneriya hemû pêkhateyan dike.”

‘Nîqaşên li ser pirsgirêkên civaka Sûriyê di qonaxa veguhêz de hatin kirin’

Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku nîqaşên di rûniştinê de li ser sê mijarên sereke bû û wiha anî ziman: “Nîqaş li ser sê rûniştinên sereke hatin kirin, lê bi giranî li ser bicîkirina teorîk a pirsgirêk û dijwarîyan sekinîn. Lê wê sûdgirtin mezintir ba, eger balkişandina ser çareseriyên pratîkî û ezmûnên serketî yên ragihandin yên ku bi rêya xebata ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bihata kirin. Nîqaş li ser pirsgirêkên rastîn ên ku civaka Sûriyê di qonaxa veguhêz de êş kişandiye hat kirin. Ji ber ku di serdema piştî hilweşîna rejîma berê de, veguherînên kûr di ragihandinê de çêbûn û gelek platformên ragihandinê ji amûrên veguhestina nûçeyan, veguherîn amûrên kîn û nefretê. Vê yekê jihevxistinek nava civakê de pêk anî.”

‘Gelek ragihandin ji bo teşwîqkirina mezhebî û nijadperestî hatibûn bikaranîn’

Evîn Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de li ser çend diyardeyên nîgeran ên ku di serdema veguhêz de derketin holê axivî û wiha got: “Gelek doz hatin belgekirin ku tê de ragihandina fermî û yên nêzî fermî wekî amûrek ji bo teşwîqkirina mezhebî û nijadperestî hatine bikaranîn. Hat dîtin ku hin dezgehên ragihandinê yên girêdayî aliyên şer veguherîbûn platformên kîn û nefertê li ser bingehên mezhebî. Wan platforman têgehên tund ên ku tundiya li dijî mezheban gurtir dike, bikar tanîn.  Di heman demê de hincet ji sûcên ku hatine kirin derdixistin. Ev yek jî li ser hesabê yekîtîya nasnameyeke neteweyî bûye sedema kûrkirina nasnameyên bin-neteweyî, pêvajoyên veger û koçberiyê asteng kiriye, baweriya di navbera komên civakî de hilweşandiye û pevçûnên herêmî gur kiriye. Lê siberoja Sûriyê pêdiviya wê bi ragihandinekê heye ku xizmeta hemû welatiyên wê bike. Cihêrengiya wê ya dewlemend nîşan bide û beşdarî lihevhatina neteweyî bibe.”

‘Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo giştî Sûriyê mumkin e’

Evîn Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Ezmûna me ya Ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat dike ku avakirina modelek ragihandinê li ser bingeha demokrasî, pirrengî û rêzgirtina mafên mirovan, tevî hemû astengiyan mimkun e. Em amade ne ku bi awayekî çalak beşdarî her hewldanek neteweyî ya ku armanc dike pêşxistina raginandina Sûriyê bibe, bibin. Em tekez dikin ku ezmûna me ya ragihandinê ya hemû gelê Sûriyê ye.”

Pêşinyar û encamên rûniştinên projeyê wiha ye:

– Pêşniyar ji bo avakirina baweriyê di navbera civak û hikumetê, herwiha di navbera pêkhateyên civakî de.

– Pêşniyar ji bo piştgiriya pêvajoya dadweriya veguhêz ji hikumetê tê xwestin ji bo naskirin û beşdariya hemû aliyan. Muhasebekirin berpirsyarên sûc û binpêkirina û pêkanîna edaletê. Çarçoveya siyasî û qanûnî ku li ser bingeha biryara 2254 be û hwd… ji pêşinyaran.

– Xurtkirina rola ragihandinê di bidestxistina edaleta veguhêz û xurtkirina aştiya sivîl de.

– Pêşniyar ji bo Xurtkirina Aştiya Sivîl.

– Pêşniyar ji bo bidawîkirina xîtaba nefertê.

Di nava van pêşniyaran de gelek şîrove hene ku tekezî li ser van xalan dikin ku ev pêşniyar di çarçoveya hewildanên civakî de ji bo ji nû ve avakirina baweriya civakî, xurtkirina serdestiya hiqûqê, pêşvebirina hawîrdorek ewle ji bo diyalog û lihevhatinê û aktîvkirina rola civaka sivîl di parastina hevgirtina civakî de, tên.

Di encamê vê projeyê de tê xwestin ku rewşa Sûriyê bi awayekî cidî bê berçavkirin û civaka Sûriyê êdî di pêkanîna biryarên xwe de beşdar bibin, da ku Sûriya nû a tê xwestin bê avakirin. Ger ev yek li ser erda Sûriyê pêk neyê wê aştiya sivîl û hevgirtina civakî jî pêk neyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.