Esma Mistefa/Qamişlo
Inîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de daxuyaniyek dan. Tê de çend xalên bingehîn yên ji Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk diyar kirin.
Di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de Insiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan daxuyaniyek nivîskî ji Raya Giştî re dan. Daxuyanî bi her du zimanên Erebî û Kurdî ji aliyê endamên Insiyatîfê ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha bû: “Bi boneya roja cîhanî ya mafê mirovan 10’ê Berfanbarê ji bo hemû gelên cîhanê û her kesê ku bi nirxên azadî,dadwerî û rûmeta miovî bawer e, Di vê roja ku cîhan bi giştî şanaziyê bi salvegera roja cîhanî ya mafên mirovan dike,em tekez dikin ku mafên sereke ya ku Yasaya navdewletî tê de destnîşan kiriye ne taybetmafiyeke ku her welatek li gorî berjewendiyên xwe dide, lêbelê bingehîn in ji bo hemû gelan e,nabe ku werin mandelkirin
Lê tevî zelaliya van rêgezan, gelek bipêkirin di mafê gelê kurd de tê kirin, ji parçekirina erdnîgariya xaka wî ya dîrokî, her wiha bi dehê salan rastî siyasetên paşguhkirin, mandelkirin û koçberkirinê tê ku binpêkirineke diyar e ji madeya yekem re “ji mafê gelan e ku çarenûsa xwe destnîşan bikin”.
Berdewamiya vê rewşa bêzar, civaka navdewletî datîne beramberî berpirsyariyeke exlaqî û yasayî ku paşguhkirina wê êdî nema tê pejrandin Banga aştî û civaka demokratîk ya ku rêber Ocelan di 27’ê reşmiyê de ragihand, bangeke dîrokî û xwestekeke rast ji bo aştî û demokratiyê bû, herwiha nerîneke kûr pêşketî ye ji bo çarekirineke dadwerane ji doza gelê kurd re bi rêya diyalog û hevpeyvînan. Tevî pêşwaziya cîhanî ya germ ji vê gavê re lê hîn jî dewleta Tirk tu gavên cidî navêtine. Ev rewş dibe sedem ku derfetên aştiyê hêdî hêdî winda bibin û tirsa şerê nû piştî demek aramiyê zêde dike.
Em bi navê Inîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, îro gazî li wicdana giştî ya cîhanê û li hemû hêzan ên ku bi mafên mirovan bawer dikin û van xalan radigihînin:
Domandina siyaseta înkarkirinê xeterek rastîn ji bo aştiyê û ewlehiya herêmê çêdike.
Nasnamekirina mafên rewa yên gelê Kurd li Sûrîyê, Tirkiyeyê û Îranê (wek mafê nasnameyê,
jiyanê û beşdarbûna siyasî), şertê bingehîn e ji bo avakirina dadweriyê.
Destpêkirina danûstandinan bi rêber Abdullah Ocalan re gaveke pêwîst e ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya aştiyane, li gorî erkên dewletan ên di bin qanûna navneteweyî û Peymana NY de.
Bi Rêber Abdullah Ocalan re, ji ber ku ew kesayetiya navendî û bingehîn a temsîlkirina gelê Kurd e, pêdivî ye ku pêkanîna mafê hêviyê wekî gavek proaktif di pêvajoya danûstandinan de were destpêkirin, da ku atmosferek erênî ji bo çareseriyek aştiyane û demokratîk were afirandin.”





