Ehmed Hesen
Folklor weke têgîn ji du peyvan pêk tê ku “folk” tê wateya “gel” “lore” jî tê wateya “zanînê” yanî di wateya xwe ya ferhengî de folklor zanîna gel e. Zanîna gel li ser bingeheke salane pêş ketiye. Zanîna gel ango folklor bi çavdêrî, tecrube û zanînên gel derketiye holê û ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhestin. Filiklor li ser bingeha tore, kevneşopî û adetên civakî yên kevnar hîmê xwe ava dike û gurçûpêç dike, di heman çarçoveyê de ew zanîna gel e, li ser çîrok, meselok, stran, lîstik, efsane, serpêhatî, destan, henek, şîn, gotinên pêşiyan û hwd. dixebite. Peyva folklorê cara yekem di sala 1846’an de ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara Athenaeumê de hatiye bikaranîn. Wî wek “folk-lore” bi kar aniye. Piştre Elmaniyan peyva folklorê ango voklore bi kar anîne. Bi vî awayî ev peyv li cîhanê belav bûye û hatiye ketiye nav zimanê Kurdî jî. Di heman çarçoveyê de têkiliyeke xurt di navbera filiklor û çandê de heye, folklor bi hemû qadên ku bi çandê ve girêdayî ne têkilî daniye. Lewra em folklorê hinekî nêzî etnografyayê dibînin. Helbet qada folklorê ne ewqasî teng e, folklor di qadek berfireh de bi gelek zanistên din ve têkildar e. Hem folklor ji van qadan sûd werdigire hem ev zanistên din ji hin hêlan ve ji folklorê sûd werdigirin ku bi vî rengî têkîliyek di navbera wan de çêbûye. Di civakên Rojhilata Navîn de nexasim her tim folklor bûye beşeke sereke ya pêşxistina çandê û pêre dewam kiriye, taybet gelê Kurd çendîn rastî êrîş û sepandinên hêzên dagirker hatibe jî, lê di nava xwe de her tim çi bi awayekî devokî be, çi jî kêmnivîs jî hebin hebûna folklorê domandiye, taybet di sedsala 20’an de bi pêşketina xebatên kovar û rojnameyan re filiklora Kurdî bûye xwedî taybetiyeke sereke. Di heman çarçoveyê de çand, di warê aborî, siyasî, hunerî, huqûqî, zaniyarî û hwd. de hemû afirandinên civakî yên dîrokî ne, ew berhema bi hezaran salan a civakan e, her çend em têgîna çandê tenê bi qada çandiniyê ve girê bidin jî, di encamê de nasnameya mirov a civakî, gerdûnî û netewî jî di nava xwe de dihewîne, gelekî ku xwe nespêre taybetiyên çandî yên civaka xwe, hebûna xwe ya îdyolojî, nasnameyî û heta biyolojî jî ji dest daye, ji ber rastiya çandî hebûna civakê hem a biyolojî, hem jî ya dîrokî pênase dike û dike xwedî hebûneke bi bandor.
Di cîhanê de gelek gel û etnîk ji ber ku nikarîne qabîliyeta xwe ya çandî biparêzin, bi têkçûn û asîmlasyona çandî re rû be rû mane. Çermsorekî emerîkî li ser asîmîlasyonê gotiye:
“Ji bo ku em karibin li vê dinyayê bijîn divê em zimanê mirovê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji rûyê dinyayê wenda nebin, divê em zimanê xwe fêr bibin.” Ev gotin rastiya parastina çandî û asta girîngiya wê ya dîrokî raber dike.






