Viyan Egîd/Qamişlo
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Şaha Xelîl diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe, em nikarin bêjin jin azad in û got, “Di sala 1994`an de dema ku min Rêber Apo dît, hestekî pir xweş û cûda bû, heya roja îro, li ser wî hestî kar û xebatê xwe didomînim, ew hevdîtin ji min re bû hêzekî mezin.’
Beriya ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk were, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyeke mezin kar û xebat li ser axa xwe bi awayekî veşartî didan meşandin. Gelê Kurd ji ber ku hewl dida çand, ziman û nasnameya xwe biparêze rastî gelek kiryarên rêjîma Baas dihat. Lê tevî wê jî xebatên xwe didomandin û ji bo nasnameya xwe têdikoşiyan. Yek ji jinên Kurd ku bi kar û têkoşîna xwe bû dildara vê rêyê, Şaha Xelîl e.
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Şaha Xelîl di derbarê xebatên xwe yê di nava tevgera Azadiyê de û hevdîtina wê bi Rêber Apo re ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di sala 1986`an de bi awayekî fermî tevlî karê cebhewî bûm’

Şaha Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa xebatên xweyên destpêkê kir û wiha got: “Di salên 80`î de gelê Kurd li Rojava zêde partî nasnedikirin, tenê bi nave Apoçî dihatin naskirin, ez ji ciwantiya xwe ve partiya ku bi bi nave Apoçî dihat nasîn, min nasdikir. Min hez kir ku di nava kar û xebatên vê partiyê de cih bigrim. Min pir dixwest ku xwe di nava fikir û fesefeya Rêber Apo de kur bikim, di heman demê de meraqekî min hebû ku naskirina ji partiyê re zêde çêbibe û ez nasbikim ev partî ji bo çi hatiye damezrandin û bi çi armancî tevdigere. Di sala 1986`an de bi awayekî fermî ez tevlî karê cebhewî bûm. Dema min fam kir ku Partiya Karkerên Kurdistan PKK`ê ji bo doza Kurd û Kurdistanê tevdigere û şer dike, da ku Kurd bi jiyanekî serbixwe û azad bijîn, ev yek ji bo min bû cihê kêfxweşî û şenaziyê. Bi heycanekî pir mezin min dest bi kar û xebatê kir. Dema ku mirov bi armanc û hezkirin kar bike helbet wê serkeftinê jî mesoger bike.”
‘Piştgirya Rêbere Apo ji jinê re, eşqa me jê re zêde bû’
Şaha da zanîn ku ew her difikirî gelo ew ê Rêber Apo rasterast bibînin yan na û wiha domand: “Me her car ji xwe di pirsî ku gelo em ê Rêber Apo bi awayekî rasterast bibînin yan na? ji be ku dîtina Rêber Apo ji mie re bibû mîna hesretekê. Her me di got Rêber Apo bi çi awayî ye. Me pir meraq dikir. Me bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ji Tevgera Azadiyê û şoreşê hez kir. Bêgûman ti dewlet û fikir jin di nava xwe de nehewandin, dema ku me wekî jin dît ku çawa fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya jinê bingeh digre, di wê demê de eşqa me jê re zêde bû. Herî zêde min meraqa mijara jinan dikir. Me qet nedît û nebihîst ku kesî behsa azadî û koletiya jinan kiribe, tenê Rêber Apo li ser vê mijar diaxivî. Ji lewre min dixwest ez vê mijarê ji Rêber Apo guhdar bikim û nirxandinên wî fam bikim. Me li dahurandinên wî guhdar dikir û me pirtûk jî dixwendin lê dema mirov bi çavên xwe bibîne gelek cuda ye. Di rastiyê de dihat dîtin ku Rêber Apo xwedî hêzekî îlahî bû, ji berk u beriya 40 salî ti jin nikarîbû li pêşiya kevneşopiya civak û zehniyata wan derkeve. Lê bi hatin û derketina Rêber Apo, rê û jiyana jinan ronî kir, êdî jin hêzekî mezin ji fikir û felsefeya Rêber Apo girt ku li hemberî zehniyate bavksalarî û kevneşopiyên civakê tekoşîn û şer bike. Ew hêz û enrejiya Rêber Apo ne ji rêzê bû, ji ber vê yekê me ev enerjî û hêza wê bi îlahî bi nav kir.”
‘Ji roja ku min Rêber Apo dît û heya roja îro, li ser wî hestî kar û xebat dikim’
Şaha Xelîl di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn kir û wiha pê de cû: “Di nava dîroka Tevgera Azadiyê de, em xwe kesên şenslî dibînin. Di sala 1994`an de hin heval hatin cem me gotin ku kesên cebhewî pêwîst e biçin cem Rêber Apo û wî bibînin, helbet ew hevdîtin jî ji bo kar bû, ne hevdîtineke wiha normal bû. Li ser vê bingehê dema me mizgîniya ku em ê Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, moral û heycanekî pir mezin li me girt. Dema ku me berê xwe da Şamê da ku em Rêber Apo bibînin, di rastiyê de hestekî pir cuda di kesayeta me da hat afrandin, heyecaneke mezin li me girt, me bawer nedikir ku çawa ew rê biqede û em bighîjin cem Rêber Apo. Di rê de me hezar pirs ji xwe dikirin, mîna ku Rêber Apo çawa ye, emê çawa wî pêşwazî bikin, Rêber Apo wê çi ji me re bêje?. Ev pirs di serê me de diçûn û dihatin. Dema ku min Rêber Apo dît me hîsdikir ku wê kesekî hişk be, lê berovajî wê kesekî pir dilnizim derket. Hevdîtin gelek cuda bû ku heta niha jî li ber çavên min in. Wê demê em 40 kes li ser asta Cizîrê derbas bûn ez yek ji wan kesan bûm. Heta roja îro ew hevdîtina me bi Rêber Apo re em ser jiyan dikin. Çend rojan em li cem Rêber Apo man, Rêber Apo perwerde dida me li ser kesên cebhewî wê çawa kar bikin çawa xebatê bidin meşandin.”
‘Sala 1999`an sala reş e’
Şaha diyar kir ku sala dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala sala reş bû û wiha pêde çû: “Di sala 1999’an de sala Rêber Apo hat dîlgirtin ji me re mîna sala Reş bû. Em ketin greva birçîbûnê, 11 rojan em di girava birçîbûnê de man. Me digot em ji greva birçîbûnê dernakevin heta ku agahiyek ji Rêber Apo tê, wê demê Rêber Apo agahî da ku her kes ji greva birçîbûnê derkeve û her kes kar û xebatên xwe bide meşandin û têkoşînê bikin. Dema ku agahî ji Rêber Apo hat, greva birçîbûnê hat sekinandin. Me karê xwe berdewam kir di karê cebhewî de. Me komên xwendinê çêdikirin.
‘Derbasî perwerdeya çiyayê qendîlê bûm’
Şaha Xelîl anî ziman ku di sala 2014’an derbasî perwerdeya çiyayê Qendîlê bû û got: “Em bi giştî jin, nêzî 40 kesan em di meclis û şoreşa Rojava de derbasî perwerdê bûn. Ev ji bo şensek e herî mezin e, ji berk u gelek hevalên hêja û binrx min karî bû bi wan re jiyan bikin, di hema demê de wan ji nêz ve nas bikin. bêguman ez heya roja îro bi wê heycana ku min Rêber apo dît, karê xwe didomînim, her wiha min soza da rêber Apo ku ez ê bi hemû hêz û hezkirin karê xwe bidomînim, niha jî wek tê zanîn ku Rêber Apo di 27`ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demkratîk da eşkere kirin, di rastiyê de dema min banga Rêber Apo gudar kir tu tişt li min ecîb û xerîb nehat, ji ber ku ji destpêka şoreşa Tevgera Azadiyê ve Rêber Apo jiyana Aştî û Civaka Demokratîk çareseriya hemî pirsgirêka û aloziyan dît. Lewma niha pêwîste em banga Rêberê Xwe bi piratîkî pêk bînin. Em ê tekoşîna 48 salan mezintir bikin, wekî ku Rêber Apo got ev ne dawiya, lê destpêkeke nûye. Tevgera me her di bnava guhertin û verguhertinê deya, her cara ku xwe dide guhertin gavên mezintir diavêje. Her dem ez kêfxweş im ku em li ser felsefeya Rêber Apo dijîn, li ser xeta şehîdan dijîn. Em wek tevgera jin ji bo azadiya jinê têkoşîn dikin. Em dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abo misoger nebe, em nikarin bêjin jin azad in. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.”






