DILYAR CIZÎRÎ
Di roja 8’ê kanûna 2024’an de rêjîma Baas hilweşiya û serokê berê Beşar El Esed tevî malbat û serbazên xwe reviyan. Di wê rojê de gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe kêliyên herî xweş jiyan kir. Hemû beşên civakê, şahî û govenda rizgariyê gerandin. Wiha texmîn dikirin zulim û zordariya zêdeyî 53 salan bi dawî bûye, êdî wê rojeke nû li pêşiya gelê Sûriyê be. Bi miliyonan welatiyên koçberkirî dikarin vegerin. Dayîkên windiyayan dê zarokên xwe bibînin.
Lê tişta li ser erdê dihate jiyankirin, ji texmîn û hêviyan cûdatir bû. Leşkerên rêjîma berê yên bi komî xwe radestî HTŞ’ê dikrin û rola herî mezin a dawîkirina rêjîma Baas a wan bû, rastî êşkence û nîzîkatiyek li dûrî pîvan û qanûnên navdewletî dihatin. Asta binpêkirin û kirinên HTŞ’ê gihişt sûcê şer. Di encamê de bi sedan ciwanên Sûriyê yên rêjîma Baas bi darê zorê ew biribûn leşkeriyê, hatin kuştin û êşkence kirin.
Lê car de jî her kesî xwe iqnai dikir, dê guhertin pêk were, digotin hin nêzîkatî encama kîndariya salan a rêjîma berê ye. Lê desthilata nû ya HTŞ’ê bi xwe serok erkdar kir. Wezaret ava kir û her tişt li gorî xwe xêz kir. Ev ji kongreya navê “Serkeftinê” lê kirin, bigre û heta daraza destûrî, heta hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê di hema qadan de yekdestdarî meşandin û diruşmeya “Ê girtiye dê biryar bide” meşandin. Tenê çeteyên girêdayî dewleta Tirk û komên destê wan di sûcên li dijî mirovahiyê hene anîn gel xwe û ew di hikûmeta nû de bi cih kirin. Hikûmeta li Idlibê li gorî xwe ava kiribûn, anîn Şamê û danîn ser desthilatê. Tevgera wan derbeya li dijî keda gelê Sûriyê û tekoşîna wan a 14 salan ji bo guhertinê bû.
Di bin navê hikûmeta veguhêz dest bi gavavêtinê kirin. Lê di piratîka xwe de kopiya rêjîma berê ava kirin. heman tevger û heman zihniyet. Di bin navê tekoşîna li dijî bermahiyên rêjîma berê li Perava Sûriyê komkujî pêk anîn. Bi hezaran welatiyên sivîl kuştin. Bi xwe jî bi kamîre û dîmen sûcên xwe belge dikirin. Kêm be jî beşek ji sûcên wan li dijî civaka Elewî aşkere bû.
Paşê li gundewarê Şamê li dijî durziyan êriş pêk anîn. Li vir jî sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Di vir de sînordar neman, di meha Tîrmehê de li dijî Siwêda yê jî komkujî pêk anîn û bûyera Perava Sûriyeyê dûbare kirin. Piştî wê bi îdaya bûyereke kuştinê li dijî Elewiyên Homis binpêkirin û telan kirin. Dawiyê dadgeha wan bi xwe aşkere kir tu têkiliya Elewiyan bi bûyerê tune bû. Lê zêde bike rojane sûcên kuştin, revandin û binpêkirin li seranserî herêmên di bin desthiladariya wan de pêk tên. Carde jî me got qey dem dê guhertinê pêk bîne.
Lê di şahiyên salvegera hilweşîna Baas de kîndariya xwe li djjî kurdan û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere kirin. Ji tevger, durişme û gavên wan diyar dibe. Ew kopiyek din a rêjîma berê ne. Ji lewma pêwistiya gelê Sûriyê serhildana 15’ê Adara 2011’an bidomîne.






