Ronahî Sadûn
Dayikên girtiyên siyasî diyar kirin girtiyên wan bi şer û mercên zehmet re rû bi rû ne ku ew rastî îşkenceyek giran tên û piraniya wan nexweş in û gotin, “Niha gerek gavên dewletê ji bo pêşdebirina pêvajoyê bên avêtin, ji ber bi yek alî aştî nabe û em dixwazin çareseriyeke ji rewşa girtiyan re bê dîtin.”
Li ser banga Rêber Apo di 27ê Sibatê de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin, hem jî gelek gavavêtinên cidî û giranbuha ji aliyê Tevgera Azadiyê ve di çarçoveya pêşketina pêvajoyê de hatin avêtin. Tevî van gavan dewleta Tirk ji bilî avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî û carek çûna komîsyonê li Îmraliyê, tu gavên şênber ji bo pêşdebirina pêvajoyê neavêtiye. Ji ber yek ji girîngtirîn gavên ku dihate xwestin dewlet biavêje, berdana girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewletê de ne.
Her diçe şert û mercên girtiyên siyasî girantir dibe
Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî ku bê sûc in, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin û cezayên giran li ser wan hatiye birîn, bi salan jî ev yek dewam dike. Herwiha di van girtîgehan de işkenceyeke giran li ser girtiyan tê meşandin û mafê girtiyan nayê parastin, hem jî mudaxeleyên mafên girtiyan di vê derbarê de nayê kirin. Li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zext û binpêkirinên mafan berdewam dikin û her ku diçe zêdetir dibin. Ji ber şert û mercên girtîgehan, gelek girtî bi nexweşiyên giran re rû bi rû mane û pêwîstiya wan bi berdanê heye. Girtiyên nexweş di girtîgehên dewletê de, ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar dimînin. Ji ber ku di girtîgehan de tedawiyeke baş nayê kirin, gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û gelek ên nexweş jî tevî rewşa wan giran e nayên berdan. Bi destpêkirina pêvajoyê re her kes li bendê bû ku g girtiyên siyasî werin berdan. Ji bo ku pêvajo biçe serî jî, divê dewleta Tirk gavan biavêje û hemû girtî werin berdan. Êdî çavê malbatên girtiyan li berdana zarokên wan e. Berdana girtiyên siyasî û vegera kesên ku bi darê zorê ji welatên xwe hatine koçberkirin, ji pêwîstiyên pêvajoyê ye.
Derbarê rewşa girtiyên siyasî de, dayikên girtiyên siyasî Henîfe Aqpolat û Efîfe Qartal ji Rojnameya me re axivîn.

Henîfe Aqpolat diyar kir ku ev 32 sal in kurê wê girtiyê û wiha got: “Kurê min Memed Aqpolat dema ku hate girtin temenê wî 15 salî bû, ji bo wê 8 salan dadgeha wî dewam kir heyanî ku temenê wî têgihştî bû. Piştî vê cezayê lidarvekirin lê hat birîn, lê ji ber cezayê lidarvekirin li Tirkiyê tunebû, cezayê heta hetayê lê birîn û ev 32 salin kurê min di girtîgehê de ye. Roj bi roj di girtîgehan de zilm û zor li ser girtiyên siyasî zêde dibe. Em dixwazin çareseriyeke ji rewşa wan re bê dîtin. Ma gelo yê ku di zindanan de ne temaman sûc kiriye, kesekî jî sûc nekiriye, hemû bê sûc di hundir de ne. Gelek girtî niha nexweşin û pêwîst e wirin berdan, kurê min bi xwe jî nexweşe û hemû girtiyên siyasî nexweş in, ne tenê kurê min. Ez diçim wan dibînim ji ber ez bi zor û zextkî diçin hundir. Ev saleke ez neçûme min kurê xwe nedîtiye, ji ber hem madî hem mainewî em nikarin herin.”
‘Bi yek alî aştî nabe’
Henîfe Aqpolat da zanîn ku dema pêvajo pêş de neçe aştî tune ye û wiha domand: “Niha gerek gavên dewletê ji bo pêşdebirina pêvajoyê bên avêtin, da ku em emîn bibin, ji ber bi yek alî aştî nabe. Herwiha divê deriyê zindanan ji bo hemû girtiyên siyasî vebe. Temenê girtiyan di zindanan de çû. Malbat hene nikarin bi 10 salan herin zarokên xwe bibînin, ji ber zilm û zor li ser zarokên me ye, dema em diçin em wê zorê dibînin, em nikarin tehemûl bikin. Lê zarokên me bi salan di bin destê wan de vê işkenceyê dibînin. Ji bo wê em dixwazin pêvajo pêş de here û aştî pêk were.”
‘Dayik zarokên xwe nayîne dinyayê ji mirinê re’
Henîfe Aqpolat axaftina xwe wiha qedanad: “Tu dayik zarokên xwe nayîne dinyayê ji mirinê re, ji ber hemû dayik ji bo zarokên xwe dijîn. Herwiha dayik tim dibêjin em aştiyê dixwaz in. Lewra pêwîst e dewlet destên xwe li masê nexin dîsa û vê pêvajoyê xira nekin, lê bela temam bibe û here serî, ji ber ev ji her kesî re gereke. Rêber Apo got bela aştî pêk bê, ne got tenê ji bo Kurdan be, lê got ji bo her kesî aştî, ji bo wê divê li gorî vê yekê aştî pêk bê. Em aştiyê ji şexsê xwe re tenê naxwazin, em ji hemû mirovên bindest re dixwazin. Zarokên me di girtîgehan de bindestê dewletê e, em jî li derve bindestê wan ne ku em jî vê ezyetê li derve bi wan re dikşînin.”
‘Dewletê zarokên me di zindanan de perîşan kirine’

Efîfe Qartal anî ziman ku ew qanûnên ku li ser zarokên wan ên girtî tê meşandin qebûl nakin û wiha bilêv kir: “Ez dayika girtîkî Sûrginê me, ev dibe 9 sal kurê min girtiye û ew di tek hucrê de ye. Em van qanûnên nexweş ku li ser zarokên me tên meşandin qebûl nakin. Gelek girtî cezayên wan qediyaye, lê dewlet wan bernade, piraniya wan jî nexweş in. Zarokên me di zindanan de perîşan kirine. Qanûn dewletê li dijî exlaqin ku li ser serê me bi şidet in. Dewleta Tirk her dibêje Tirkiyeke bê terrorist, me terror dibîne, ji ber em li dijî binpêkirinê ku ew dike, vê yekê ji me re dibêje.”
Efîfe Qartal di dewamkirina axaftina xwe de tekezî li ser çareseriyê kir û wiha pê de çû: “Divê çareserî ji her kesî re bê dayîn ji gerîlayên xwe fesih kirin, çeka xwe şewitandin, ji sînor derketin û ji girtiyan re, divê ji rewşa wan re çareserî bê dayîn. Êdî qanûn demokratîk bên nîvisandin û guhertin werin kirin.”
‘Serokê min serokê heqîqet û aştiyê ye’
Efîfe Qartal axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em dixwazin dayikên aştiyê ji her derê herin ba serokê xwe, ew gotina devê serokê xwe bibêjin. Ji ber em li pey peyv û doza serok, şervan û şehîdên xwe ne. Çawa şervanên azadiyê ji bo rûmeta xwe çek xwe rakirin, dîsa ji bo rûmeta xwe çek danîn. Ez li dû aştiya serokê xwe me, serokê min serokê heqîqet û aştiyê ye.”






