Zekî Bedran
Geşedan û guhertinên girîng li herêmê diqewimin. Di vê serdema pêşketin û guhertinê de, Îsraîl rola hêza herî bi bandor a herêmê digire li ser milên xwe, li şûna Îran û Komara Tirkiyê digire. Êrîşên li ser Hamas, Hizbullah û Îranê wekî rêbaza sereke ya gihîştina vê armancê derdikevin pêş. Pêvajoya guhertina nexşerêya li Sûriyê, ku ji hêla Ehmed Şeraa û HTŞ ve tê rêvebirin, rê li ber Îsraîlê vedike ku ji bo vê peywirê amade bibe. Rojava, bi taybetî DYA û NY, piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Hatina Trump ser desthilatdariyê gavek e di ji nû ve sazkirina vê pêvajoya nû de ji hêla hêzên hegemonîk ên cîhanî ve. Ev gav hewl dide ku hevsengiya hêzê li cîhanê, bi taybetî li Rojavayê Asyayê (Rojhilata Navîn) ji nû ve sazûman bike. Ji ber ku gengaziya ku Kurd di vê rêkeftinê de cihekî bibînin zêde dibe, dewleta dagirker a Tirkiyê neçar ma ku bi Rêber APO re hevdîtinê bike. Rêber APO, ji pêş de rêça pêşketinên gengaz pêşbînî kir û her cûre tedbîrên birdozî û rêxistinî girt, ji bo veguherandina van pêşketinan ji bo berjewendiya Kurdan û gelên herêmê gav avêt. Rêber Apo, di pêvajoya guhertina pêşerojê de bi ser ket ku Kurdan bike hêzeke çalak. Ji ber vê yekê, sala 2025’an de, bi serî heya binî ji serdema Rêber Apo bû. Bi kurtasî, Rêber Apo, bi derketinek ji nişka ve di şert û mercên herî ne gengaz de, ne tenê ji bo Kurdan, li ji bo hemî gelên herêmê, bi taybetî Tirk û Ereban, jidayikbûnek nû pêşxist. Ev jidayikbûn wekî banga Aştî û Civaka Demokratîk di dîrokê de hate nivîsandin. Di qonaxek wiha dîrokî de, di taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û bi tevahî Sûriyê, ji bo herêmê bû serdemekê dîrokî. Bi vî awahî, Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser nîşan dan ku ew dikarin wekî nîşaneya kevneşopiya Apo’yî di ji nû ve sererastkirina herêmê de rolekê girîng bilîzin.
Ev veguherîna kevneşopiya Rêber APO bo vebijêrkekî bingehîn ku gelek planên hêzên herêmî û kûrevî têk bir. Hêzên kûrewî niha bi taybetî li ser vê yekê ne ku gelo bijarteyekê ji bo rola ku ji Kurdan tê hêvîkirin ku di ji nû ve sererastkirina herêmê de bilîzin, li derveyî xeta Rêber APO, heye an na li ser wê mijarê lêhûrbûn dikin. Ev dibe ku yek ji sedemên sereke be ku çima pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêşveçûye hîn jî hêdî hêdî tê meşandin. Bê guman, kiryarên qirkirinê yên li ser bingeha înkara Kurdan, ku ji damezrandina Komara Tirkiyê ve têne kirin, bingeha van polîtîkayên derengxistin û dirêjkirinê pêk tînin. Serdana dawî ya Meclîsa Netewî ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) ya Îmraliyê û nêzîkatiya li ser hevdîtina li gel Rêber Apo wê vê yekê bi zelalî nîşan dide. Beşek girîng a civîna bi Rêber APO re li Îmraliyê li ser Sûriye û Bakur-rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev rewş di çapên kurtkirî de jî beşek tê xuyanî kirin. Çend roj berî civînê, di civîna dawîn a salê de ku ji hêla Desteya Ewlehiyê ya Tirkiyê ve hate lidarxistin, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD, YPG û Rêveberiya Xweser dîsa wekî gef hatin binavkirin. Di daxuyanîyê de qala statuya gengaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî gefek hatibû dîtin. Ji ber vê yekê, siyaseta jiholêrakirina Rêveberiya Xweser, ku ji Kurdan û hevalbendên wan, nemaze qala Ereban tê kirin, bi awayekî di biryarên hatine girtin de jî xuya bû. Ji ber vê yekê, di kurtenivîsa weşandî de nerînên Rêber Apo li ser xeterîya veguherîna rêveberiya HTŞ’ê ji bo faşîzma hatiye sazûmankirin, ne jî li ser entegrekirina QSD û bicihkirina Hêzên Ewlekariya Herêmê nehatine qalkirin. Her çend Rêber Apo diyar kir ku ev mijar dikare bi hevdîtinên bi nûnerên Rêveberiya Xweser re were zelalkirin jî, beşdariya Îlham Ahmet di civîna DEM Partiyê ya li Stenbolê nehat pejirandin. Rêber Apo teqez kir ku çareserkirina Pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û rayedarên Tirk re were danûstandin kirin, ne bi Şamê re.
Her çiqas Elewî û Durzî ji aliyekî ve tên qirkirin û Kurd jî dibin armanc, wekî ku di mînaka Helebê de tê dîtin û hemû nasnameyên cuda, di serî de Kurd, di bin gefa qirkirinê de ne li herêmên dagirkirî, bi taybetî li Efrîn, bê guman neçar e ku di bin paradigmaya Rêber Apo ya rêxistin û hêza parastin û xweparastinê yên rewa bide nîşandan mijara sereke û girîng e. Lê, ew kurte nivîsa ku hatibû pêşkêşkirin de cîh nagir e. Ev pêşketin her wiha nîşan didin ku dewleta Tirk di vê sala yekem a hatina HTŞ’ê ya ser desthilatdariyê de dev ji kiryarên xwe yên dagirker û qirkirinê bernedaye. Bê guman, ew nikare van kiryaran bi hêsanî wekî berê pêk bîne. Ji ber vê yekê, di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk û peymanên xwe yên aborî û siyasî de, ew mijara têkbirina Rêveberiya Xweser û hilweşandina QSD’ê tîne ziman. Hakan Fîdan û Yaşar Guler, digel hevalbendiya xwe ya li gel Esed El Şabanî, li ser politikaya dijmintiya Kurdan û demokrasiyê berdewam dikin. Di vê sala yekem a hatina HTŞ’ê û rêveberiya Colanî ya ser desthilatdariyê de, gefa qirkirinê li dijî Kurdan û gelên din berdewam dike. Di vî warî de, HTŞ, rêbaza faşîst-olperest a Baasê, û piştgirê wê yê sereke, Komara Tirkiyê, ku heta wekî ku xwediyê wê be tevdigere, hemû gelê Sûriyê neçar dihêle ku li ser xeta parastina rewa bimînin






