Farûk Sakik
Di dîroka Kurdistanê de di têkiliyên Kurd û Tirkan de her tim sereken eşîran, mîrê mîretiyan anjî şêx û pîrên oldar derketinin pêş. Bi wan re hevdîtin hebûne û bi wan re lihevkirin çêbûne. Civak jî li gor biryarên van serek û pêşenga tevgeriyane.
Di pêvajoya damezirandina komarê de jî em vê yeke dibînin. Dema Mustefa Kemal derbasî Kurdistanê dibe bi du van kesan dikeve.
Lê piştî damezirandina komarê, di serhildanên wek Koçgirî, Dersim û rêxistina azadî de, kesên ji serhildanan re pêşengtî dikin heman şexsiyetin. Bi sernakevin.
Di serhildana Agirî de her çiqas rêxistinek nûjen wek Xoybûn pêşengtî dike jî, ji ber sedemên deme bi sernakeve. Sedemek têkçûna vê serhildanê şop û zilma dewleta Tirkiyê ya piştî serhildana Şêx Seîd li heremê belavkiri bû.
Dema ku Rêber Apo wê serhildan bi da destpêkirin, ji vê dîrokê hin ders derxist û menîfestokek nû nivisî. Manîfestoya Riya Şoreşa Kurdistanê. 52 sal bi vê manîfestoyê gihîşt “manifestoya aştî û civaka demokratîk”.
Dema ku em li dîroka serhildanên Kurdan li Komara Tirkiyê dinêrin, pir eşkere dibînin ku dewlet rêberên berxwedanê wekî mixatabên siyasî nabîne. Dema ku Ocalan digot, ez li mixetabek digerim, baş dizanibû ku mixetabek wê dernekebe pêş wî. Lê digot; wê demê ezê wek mixetabek derkevim pêş wan. Û wisa kir. Di sala 2025’an de li pêş wan bû. Mixetab bû. Dewletê ew wek mixetabek qebûl kiribû. Dest muzekereyan kiribûn.
Di Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk de Fîlozofê marksîst John Holloway di got, “Ji 11 hezar kilometre dûr hatime vir. Ronahiyek li vir hebû. Tiştek çirûsk dida. Vê çirûskê şewqek mezin dida. Şewqa wê gihîşt ronahiyê. Ev jî ronahiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd e. Ronahiyek ku di tariya cîhanê de şewq dida
Dema ku John Holloway ji Meksîkayê bi rê ket, lijneyek ku ji komîsyona meclise pêktê jî, ev şewq û ronahî dîtibûn û berbi Îmrali birêketibûn.
Serdana Komîsyona Parlamentoyê ya Îmraliyê di çarçoveya serhildanên Kurdan de gaveke dîrokî bû. Ji ber ku, di serdanên bere de serdaneke wisa çênebûye.
Şêx Saîd û Seyîd Rıza ji bo Komarparêza, temsîla fobiya parçebûnê dikirin. Ji ber vê yekê, serokên serhildêr, ji hêla dewletê ve wekî mixetab nehatin dîtin. Bi gotineke din, di serhildanên din de kesekê wek ‘mixetap’ ditinê de pirsgirêk hebûn. Qompleks hebûn. Rêber Apo ev pirsgirêk ji holê rakir û lijneyek anî Îmraliyê.
Hevdîtinên bi serokên Kurd ên mîna Şêx Saîd û Seyîd Riza re, an sembolîk bûn, an jî bi awayekî siyasî redkirin û biçûkxistin bûn.
Di vî warî de, dewleta Tirkiyê tu carî li ser bingeha mafên kolektîf bi rêberên tevgera Kurd re têkilî daneyniya an jî danûstandinên çareseriyê nedikir.
Bi vê pencereya dîrokî, serdana Komîsyona Parlamentoyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ne tenê gaveke rojaneye, di heman demê de ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunekirinê de serdemeke nû ye.
Îro, rewş cuda ye, Rêber Apo di der barê daxwazên mafên kolektîf de bi dewleta asayî re di danûstandinên xurt de ye. Rêber Apo ji bo mafên kolektif bidest bixe li hin metodan digere.
Di destpêkê de naxwazê van şertan yek bi yek bide pêşiya dewletê. Di destpêkê de dixwaze wan ferî çanda demokrasi û aştiyê bike.
Me di tu axaftinên wî de nedît ku bibêje, min bi dewletên re li ser van mafê kolektîf lihevkir. Ev maf bi têkoşînek nû û bi siyasetek demokratîk wê werin bidestxistin.






