Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ebdilkerîm Saroxan: Rêber Apo mûxatabê çareseriya Rojhilata Navîne

10/12/2025
in ROJEV
A A
Ebdilkerîm Saroxan: Rêber Apo mûxatabê çareseriya Rojhilata Navîne
Share on FacebookShare on Twitter

Tekoşîn Amara/Qamişlo

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Ebdilkerîm Saroxan diyar kir ku çûyina komîsyonê  ya Îmraliyê gaveke girîng e, lê heta niha xwemijûlkirinek heye ev jî ispat dike ku xalên pir girîng ji aliyê Rêber Ap ve hatine nirxandin û got, “Heta niha ne li Tirkiyê ne jî di serdema Osmaniya de xebatek ku muxatab esas bigre nehatiye meşandin.”

Di derbarê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin û mafê hêviyê, di heman demê de nêzîkatiyên dewleta Tirk ya ji pêvajoyê re hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Ebdilkerîm Saroxan ji Rojnameya me re axivî.

‘Çareseriya demokratîk têkbirina sîstema navendî ye ‘

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Ebdilkerîm Saroxan  diyar kir ku Rêber Apo bi banga aştî û civaka demokratîk re pêvajoyeke nû da destpêkirin, bandora xwe li ser Tirkiyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê giştî kir. Wiha got”  Rêber Apo 26 salin di bin tecrîdeke giran de li gireva îmraliyê bi fikirên xwe  temsîla çareseriya Rojhilata Navîn dike. Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn  û di navbera çar Dewletan de hatiye çewisandin ku çareserî jê re neyê dîtin. Ji bo wî jî rengê çareseriyê yên ku li Bakûr tê meşandin bandora  pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin e. Heman demê de ji bo Sûriyê û Rojhilata navîn jî derbasdare. Li Sûriyê gelek astengiyên ku tên jiyîn sedema wî jî dewleta Tirk e, berê jî nûner û rayederên Tirkan dijminatiya xwe ya li hemberê gelê kurd anîne ziman ji ber wî jî çareseriya demokratîk ya ku hatiye diyarkirin ji bo xwe xeterî dibînin. Ger ku çareserî çêbibe wê bandora xwe li hûndurê Tirkiyê û sîstema Netew Dewlet û navendîbûyina ku ji aliyê desthilatdaran ve tê meşandin bike. Tirkiye di nav aloziyê Pir mezin re derbas dibe hem pirsgirêka aborî hem jî pirsgirêkên dîplomasî, siyasî dijî. Heger Tirkiye gavên erenî neavêje wê berbi xirabûnê ve biçe ji ber wî jî ev rengê çareseriyê yên ku hatiye diyarkirin ji bo Tirkiyê û Netewa Tirkiyê firsende.”

‘Rêber Apo hertim aligirê aştiyê ye’

Ebdilkerîm Saruxan bibîrxist ku Rêber Apo û tevgera azadiyê  ne cara yekeme ji bo çareseriya pirsgirêkan  gav diavêjin, di sala 2000’î de sê gurupên aştiyê ji  Awropa, çîyayên azad û ji Mexmûrê  berê xwe dan Tirkiyê, wî demê jî Rêber Apo xwest pêvajoyeke çareseriyê bi dewleta Tirk re dest pê bike. Û wiha anî ziman”  Zîhniyeta hakim dewlet qebûl nedikir ku kurd bibin yek.  Piştê wî pêvajoyê çend carên din jî Rêber Apo gavên çareseriyê avêt cara dewiyê ya 2013’an û 2015’an bû lê ew jî encam negirt êdî pêvajo xirabû lê rûxmê wî jî Rêber Apo ji bo çareseriyê her di nav hewildanan de bû. Pêvajoya ku di 27’Sibatê de destpêkir berdewamiya wan hewildanan bû. ferqa pêvajoyên niha û yên din de  berê neqebûlkirin bû,  lê niha qebûlkirineke heye.”

‘ heta niha li Tirkiyê mûxatabê aştiyê derneketine’

Sarûxan anî ziman ku ; Dewlet Bahçelî ku tevahiya emrê xwe ji bo tunekirina kurdan û tevgera azadiyê daye îro em dibînin ku ji bo pêkanîna aştiyê di nav hewildanan de ye.Û wiha bilêvkir ” Komîsyona ku li meclîsa Tirkiyê de hatibû avakirin piştê demek dirêj cara yekem çûn îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Lê ev ne terkere ku tenê carek biçin îmraliyê lazime gavên hiqûqî bên avêtin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Lê hata niha li Tirkiyê keseke ku xwe mûxatabê pêvajoyê bibîne derneketiye yên ku dixwazin pêvajoyê monîpîle bikin xirabikin pir zedene, taybet di vî dema ku Rojhilata Navîn di nav agirde dikele Tirkiye bi van dayîn standina pir şêklî nêz dibe. Ji ber wî nêzîkatiye, heta niha mafê hêviyê nehatiya dayin ev jî ne cîdiyeta Tikiyê ya li hemberê pêvajoyê dide nîşandan.  Rûxmê ku tekoşîneke pir mezin ji aliyê Rêber Apo û gelê kurd ve tê dayin.”

‘Komisyon xwe mijûl dike’

Saroxan axaftina xwe wiha domand: “Heta niha ne Tirkiye ne jî di serdema osmaniyan de xebatek bi vî şeklê nehatibû meşandin. Lê pişte şandeya meclîsê çûye îmraliyê heta niha xwe mijûlkirineke heye ev jî ispat dike ku xalên pir girîng hene ku Rêber Apo nîqaşkirine. Lê hêza Tirkiyê têrê nake ku bibe çareserî ji wan pirsan re, ji ber wî jî xwe mijûlkirin heye. pişte şande vegeriyaye heta niha tu kar û xebat nehatiye meşandin. her çiqas ji aliyê Tirkiyê ve gav hatibin vêtin jî lê ne cîhê baweriyê ye, ji bo ku bawerî bide qazançkirin lazime Tecrîdê bi dawî bikin û mafê hêviyê yê Rêber Apo tevahiya girtiyên siyasî pêk bînin. ”

Ebdilkerîm Sarûxan di dawiyê de balkişand Tecrîda li ser Rêber Apo û wiha got” Dewleta Tirk lazime di destûrên xwe de guhertinan bide çêkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û mafê hêviyê li ser erde pêk bîne. lazime DEM partî û saziyên dîplomasî bikaribin serdana saziyên eleqedar yên netewên yekbûyî û yên Avrûpa hemûyan ziyaret bikin ku li ser mafê heviyê û rakirina tecrîdê deqteke mezin li ser tirkiyê bê kirin. Taybet sekna gelê kurd divî aliyê de geleke muhîm û girînge lazime şev û roj xebat bên meşandin. li çar parçeyên kurdistanê lazime çalaki neynê rawestandin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.