Nehîr pale
`Jin azadî şaş fêm kirine` ji aliyê mêran ve, ev gotin têne bikar anîn. Ez vê gotinê ji mêrên kurd û yên ereb dibihîz im. Ev gotin kengî tê bikar anîn? Dema ku jin dev ji hevjînên xwe berdidin, wexta li malbata xwe guhdar nekin, ji derveyî adetên civaka xwe tevbiger in, êdî ji malê derbikevin derve, têkevin nava civakê de, bi derdora xwe re bidin û bistînin, bixebitin, berpirsyartî rabikin û li hemberî mêrtiyê bibin xwedî helwest, mêr ji bo wan dibêjin: `Jinan azadî şaş fêmkirin e`.
Çima mêr van gotinan ji bo jinê dikin, dibe ku her yek ji bo sedemekê vê yekê bibêje. Ya girîng ku ez dixwazim balê bikşînim ser wê, nêzîkatiya mêr ji jin û tevgerên jin re ye. Gelekî li zora mêran diçe dema ku jin ji wan xurtir bin. Hîna fêrnebûne ku jin têkeve nava siyasetê, bibe şervan û şer bike û li hemû qadên jiyanê hebûna xwe diyar bike, ew tenê fêrbûne ku jin li mutfexê bibînin û ew xizmeta wan bikin.
Jin li Sûriyê di rewşa ku hebûna wan tine bû gihîştin asta berê xwe didin eniyê û fermandariya şer bikin. Meclis û saziyan bi rêve dibin û xwe birêxistin dikin. Mêr bi çavekî erînî li vê yekê nanêrin û difikirin ku jin êdî nema li wan guhdar dikin û hêza wan ji destê wan diçe. Di vê rewşê de har dibin û destpê dikin êrîşî jinê dikin. Derneketina jinê ji malê li gel wan adeta û heyanî niha bi hezaran jin hene qedexe ye ku derbikevin bazarê. Berî ku bizewicin bavê wan pêdiviyên wan ên cilan pêktîne û dema dizewicîn hevjînên wan her tiştî ji wan re tîne. Mêr diyar dike ku wê çi cilan li xwe bikin.
Civakeke ku li malê girtina jinê kirine adet û bi exlaq ve dane girêdan destûr nadin ku jin yek gavî ji derveyî zagonên wan bavêje. Ji ber vê yekê ji bo jinên li gorî adetên wan tevnegerin `azadî şaş fêmkirin e`.Bi kar anîna vê gotinê re zextê li jinan dikin, li pêşiya xebatên wan dibin asteng û şerê taybet li ser wan didin meşandin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jinên Kurd êdî qebûlnakin ku mêr mîna berê nêzî wan bibin. Li beramberî hemû nêzîkatiyên ji wan re têne kirin, bertek nîşan didin. Têdikoşin da ku hebûna xwe diyar bikin. Niha jinên Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen û Aşûrî jî ciyê xwe di xebatê de digrin û hêdî-hêdî ji qeydên adet û teqalîdên zayendperestiya civakî rizgar dibin. Mêr rizgarkirina jinan ji qeyd û zincîran napejirînin û li gorî mejiyê xwe pênase dikin. Ne tenê dibêjin jinan azadî şaş fêmkiriye, her wiha ji wan re dibêjin jinên bê exlaq, bê terbiye û bê namûs. Ew jî ji ber jin nema li gorî adetên wan tevdigere. Jinên destbi lêgerîna azadî û heqîqetê kirine ji bo xwe xeter dibîn in. Eger zeyîfatiyeke wan a biçûk bibînin bi van gotinan hewl didin têkoşîna jinê erzan û bê wate bikkin.






