Solîn Mihemed/ Qamişlo
Odeya Pîşesaziyê bi durişmeya ‘Pîşesaziya Me, Nasnameya Me Ye… Afrîneriya Me, Hêza Me Ye’ li hola Odeya Pîşesaziyê ya li bajarê Qamişlo kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.
Bi aarmanca pêşxistina karê pîşesaziyê, rêxistina civakê û çareserkirina pirisgirêkan, Îro li hola odeya Pîşesaziyê ya li bajarê Qamişlo, Odeya Pîşesaziyê bi durişmeya ‘Pîşesaziya Me, Nasnameya Me Ye… Afrîneriya Me, Hêza Me Ye’ kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.
Di kongirê de Saziyên rêxistinî, rewşenbîr,nûnerên odeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem),herwiha endamê şaredariyên Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê hazir bûn.
Di destpêka kongirê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştire axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Pîşesaziya Qamişlo Ayda Îbrahîm ve hat xwendin, pştî wê rewşa siyasî jî ji aliyê şêwermenda Tev- Dem Fîdan Sîdo û rewşa rêxistinî ya salên 2024 û 2025 an de ji aliyê heverokê Odeya Pîşesaziya bajarê Qamişlo Mecîd Ebdî ve, hatin xwendin.

Di derbarê kongirê de rêveberê Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Erzem El Ehmed ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Kar û xebatên me ji bo pêşesaziyên ku niha hene bûye hêzek. Odeyên pêşesaziyê li gelek bajaran hatine vekirin û niha jî em dixwazin li bajarê Terbespiyê jî cihekî ji bo pêşesaziyê çêbikin. Em wek Odeya Pêşesaziyê me ev meclisa xwe ava kir da ku pirisgirêkên pêşsaziyan çareser bikin.”
Di dawiya kongirê de kesên hazir pirisgirêkên ku bi wan re derketine anîn ziman û piştire encamname ji bo kongirê hat dayîn.





