Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn û Şehba; Bi derbasbûna salekê re kiryarên hatine kirin

09/12/2025
in NÛÇE
A A
Efrîn û Şehba; Bi derbasbûna salekê re kiryarên hatine kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Bi derbasbûna salekê li ser koçberiya duyemîn a gelê Efrîn û Şehbayê ji herêmên Rêveberiya Xweser ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye rapora salekê ya kiryarên hikumeta veguhêz û komên çeteyan li ser gel belgekirin û belavkirin.

8’ê Kanûna Pêşîn bû gaveke veguhertinê di dîrokê Sûriyê de, lê belê ev guhertin ji bilî geşedanên siyasî û guhertina dengeyan çiqas ketin xizmeta gelê Sûriyê? Me dît ku bi rûxîna Rêjîma Baas û hatina HTŞ’ê Hikumeta veguhêz re, rewşa gelê Sûriyê û bi taybet ya pêkhateyan hîn zêdetir ber bi xirabûyînê ve çû. Ji lewra bi derbasbûna salekê li ser vê hikumeta bi serpereştiya Ehmed el-Şeri vet ê birêvebirin, hikumetekî nijadperest, olperest û dîktator ku armanca wê tenê vegerandina hişmendiya ola Îslamî ya hişk ango lêkirina kirasekî nû li fikra DAIŞ’ê bû. Piştî derbasbûna salekê em dibênin ku ka gelê Sûriyê bi tevahî di çi rewşê de ye û bi taybet komkujî û siyaseta qirkirin û tunekriinê ya ku li ser gelên Elewî, Durzî, xiristiyanî û Kurdan ku hatine kirin.

Bi vê bûyerê re salek li ser koçberiya gelê Efrîn û Şehbayê yên ku bi darê zorlê berê xwe dabûûn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibe. Gelê Kurd bi taybet gelê Efrînê yên ku ji sala 2018’an de bi darê zorê ku di encama êrişa dewleta Tirk û komên çeteyên ku ji xwe re terbiye û mezinkirin re, li herêma Şehbayê û Til Rifetê diman. Gelê ku jiyana xwe ji sifirê de dest pêkiribûn û rêxistinbûna xwe avakiribû ku li ser bingeha vegera Efrînê jiyan geş kiribûn. Obi hatina hikuemta veguhêz re di roj û şevekê de dengeyên jiyanî, xeyal û hêviyên wan hatin guhertin. Gelê Efrîn û Şehbayê ji kiryarên dijmirovî yên komên çeteyan ne dur bûn, rûbirûyê qirkirina komî bûn. Di 1’ê Kanûnê de HTŞ’ê ji aliyê Helebê û komên çeteyan ji aliyê Efrîn, Bab û Ezan û ji aliyê Jiblê û Zehrayê ve hatin; Şehbay û Til Rifet kirin dorpêçê.

Di wir li hember êrişên komên çeteyan berxwedaniyeke bê hempa ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve hate kirin, li derdor herêmê di eniya parastinê de şervan û gel gav paş de neavêtin. Lê belê xuyabû ku pilanên navnetewî û navdewletî yên demdirêj hatibûn amadekirin weke ku çawa li Efrînê kiribûn.

Bi derbasbûna salekê li ser koçberiya duyemîn a gelê Efrîn û Şehbayê ji herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye rapora salekê ya kiryarên hikumeta veguhêz û komên çeteyan li ser gel belgekirin û belavkirin li gor wê wiha bû.

Ji dema ku şer li gundewarê rojavayê Helebê di sibeha 27’ê Mijdara 2024’an de, piştî êrîşeke hêzên “Heyat Tehrîr el-Şam” li ser hêzên “Artêşa Sûriyeyê” dest pê kir, Milîsên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyê”, di bin çavdêriya artêşa Tirk a dagirker de, li herêmên Ezaz, Mare û Babê dest bi seferberiyê kirin da ku operasyoneke leşkerî bi navê Berbanga Azadiyê li dijî herêma Şehba û hin gundên Şêrawa li gundewarê bakurê Helebê bidin destpêkirin ku bi deh hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê lê diman. Beriya vê yekê, vekişîna hemû yekîneyên artêşa Rûsî û Sûrî ji herêmê û hemû niştecihên bajarokên Şîe Nibûl û Zehraa pêk hat; Heta ku êrîşên xwe ji sê aliyan ve – rojava, bakur û rojhilat – di sibeha roja Yekşemê, 1’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de dest pê kirin û heta nîvro ku hêzên Kurd ên herêmî ew paşve kişandin. Heta ku biryara vekişînê û derketina gel ji herêmê hate standin.

Karwanan rêwîtiya xwe ber bi deriyê Ehdas û Fafîn ê li başûrê Helebê ve domandin û bi hezaran malbat li wir asê man. Komên Çeteyan karwanên sivîlên koçber û yên asê mane dorpêç kirin heta ku di dawiyê de destûr hat dayîn ku ew derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin an jî hêdî hêdî vegerin herêma Efrîn, lê di bin zext û zordariyeke dijmirovî.

Di dema dagirkriina herêmê û serweriya komên çeteyan bi taybet Emşat û Hemzata li ser herêmê, gelek Binpêkirin, tawanên şer, û tawanên li dijî mirovahiyê, di nav de êriş, heqaret, îşkence, kuştin, revandin, girtin, dizîna milk û hwd.. kirin.

Li gorî gelek çavkanî û şahidiyan her wiha şopandina geşedanan rastiyên jêrîn hatine belgekirin:

Kuştin û birêndarên sivîl: Ji bilî binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav û giran, çeteyan bi zanebûn zêdetirî deh sivîlên bêçek bi guleyên rasterast kuştin. Zêdetirî pênc sivîlan, di nav wan de zarok jî hebûn, di şert û mercên cuda de mirin.

Girtin: Komên çeteyan ên Tirk (bi taybetî polîsên leşkerî) nêzîkî 350 sivîlên Kurd ên ku piştî pêvajoya koçberiyê ji Şahbayê di 2’ê Kanûna 2024’an de vedigeriyan Efrîn girtin. Hinek ji wan hatin berdan û hinek jî bi hinceta danûstandin û karkirina bi Rêveberiya xweser re hatine girtin.

Ji aliyekî din ve tevî efûya qaşo, bi sedan girtiyên siyasî yên Kurd hîn jî di zindanên navdar (Meratê, El-Eswed – Rajo…) û zindanên din ên veşartî yên ku ji hêla çeteyan ve têne rêvebirin de têne girtin. Bi taybet di zindana navdar a bajarokê El-Ra’i de.

Windahî: Ji êriş û koçberiya girseyî a du nava suvîlan de, her wiha ji ber ketina topan di nava mal û gundan de bi taybet di aliyê gundewarên Şêrawa û hin deverên Şehbayê de,

Dizî: Di cih de piştî ku herêm hat dagirkirin, komên çeteyan dest bi talankirina milkên giştî û taybet kirin (belgekirina wê bi awayekî rast dijwar e). Lê belê vê care durî kamîreyan, mîna tiştên ku li Efrînê kirine.

Ajal û pezê gel bi keriyan hatin birin, hger wiha wesayît, director û wesayîtên mezin. Tiştên malan yên ku li pey xwe hêştine. Her wiha locistîkên di depoyan de û kargehên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn vekirin, hemû hatin dizîn.

Bace (Ebû Emşa): Ji bilî koçberiya bi darê zorê û rewşa zehmet ya sivîlan. “Lîwaya Sultan Silêman Şah” ku ji hêla kesê bi navê “Mihemed El-Casêm/Ebû Emşa” ve tê rêvebirin, destûr nade ku malbat vegerin gundên xwe heya ku ew fîdye ji 2 hezar heta 5 hezar dolarên Amerîkî ji bo her malbatekê nedin. Her wiha yên ku nedin lêdan û gef li wan hate xwarin.

Li gorî bîlancoya Rêveberiya Koçberên Efrîn û Şahbayê, rêjeya gelê Efrîn û Şehbayê yên ku li kantonên Rêveberiya Xweser cih digrin wiha ye:

Kampa Tebqa û dibistan nêzîkî 12 hezar kes, zêdetirî 2 hezar malbat. Li bajarê Reqqa nêzîkî Hezar û 40 malbat. Li bajarê Hesekê zêdetirî hezar û 500 malbat. Li bajarê Qamişlo û gundewarê wê nêzîkî 2 hezar malbat, dimînin. Bi hezaran malbat belav bûn û endamên wan, bi taybetî zarok û kal û pîr, ji hev hatin veqetandin, û cihên wan ên koçberiyê cûda bûn (Efrîn, Heleb, Tebqa, Reqa, Kobanî). Di rojên destpêkê de têkiliya di navbera wan de qut bû, û rûpelên medyaya civakî bi wêneyên windayan tijî bûn, heta ku gelek ji wan hatin dîtin, lê çarenûsa bi dehan sivîl û şervanên Kurd hîn jî nayê zanîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.