Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîdên meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Berfanbarê li Dêrikê hatin bi bîranîn

09/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîdên meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Berfanbarê li Dêrikê hatin bi bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê 210 şehîdên meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Berfanbarî bi rêzdarî bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê şehîdên meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Berfanbarî li navenda çand û hunera Dicle 210 şehîd bi rêzdarî bi bîranîn. Di bîranînê de hemû malbatên şehîdan hazir bibûn.

Di destpêka bîranînê de hamû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê pakrewanên azadiyê sekinîn, paşê li ser navê Meclisa malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û wiha got: “Bila serê Rêber Apo û hemû gelê azadîxwaz sax be, dema hizretî pêxember û kesên derdora wî çûn şer û vegeriyan yên pêre gotin em gelek westiyan gelo hîn şer li pêşiya me maye. Hizretî Mihemed li wan vegerand ku hîn şerê herî mezin maye ew şerê derûniye ku mirov muhaseba nefsa xwe bike.

Rojek wek vê rojê di bîranîna şehîdan de divê em jî muhaseba nefsa xwe bikin gelo em ê karibin doza wan bi ser bixin yan na. Divê em tu carî nekevin di nakokiyan de û bêjin em lawazin, yên ku evqas şehîd dayîn û Rêber Apo ye pêwîste tu carî xemgîn nebin. Tişta ku îro tê jiyan kirin aramî û insaniyeta ku em dibînin bi keda şehîdan û felsefeya rast e. Ev sed sale gelê kurd di komkujiyan re derbas dibe tu kesî gotinek ji bo wan negot ne jî bang bi mafê wan kir. Tenê Rêber Apo xeta biratiya gelan hilbijat û bang kir bi aştî û civaka demokrat, vaye îro encamên vê xetê li ber çavê herkesî ne. Em ji bo azadiyê canê xwe feda dikin û bi saya têkoşîna ku em dikin herêma me di ewlehiyê de jiyan dike lewma li seranserî Sûriyê herkes bang dikin bi pirojeya Netewa Demokratîk.”

Di berdewamiya bîranînê de nasnameyên hemû şehîdên ku di meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Berfanbarî de bûbûn cangoriyên azadiyê hatin xwendin. Bîranîn bi siloganên Şehîd Rûmeta Me Ne, Bê Serok Jiyan Nabe bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.