Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Zagonî ya Şaredariya bajarê Qamişlo Mihmed Tahir diyar kir ku Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ev hevtiyeke ku ji nû ve dest bi çêkirina hevpeymana jiyana hevbeş kirin e û got, “Armanc ew ku hemû malbat bibin xwedî hevpeymana jiyana hevbeş.”
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji nû ve çareke din dest bi çêkirina hevpeymana jiyana hevbeş kirî ye, herwiha xebat ji bo vê yekê berdewam dike. Ev hevpeyman malbatî hem bi zimanê erebî û hem jî bi zimanê kurdî ne, ev wesîqeyên ku ji nû ve tên çêkirin ji bo malbatên bê nasname derfet in. Di derbarê mijarê de hevserokê Ofîsa Zagonî ya Şaredariya bajarê Qamişlo Mihmed Tahir ji Rojnameya me re axivî.

‘Pêwîst e kes bê belge nemîne’
Mihmed Tahir anî ziman ku deriyê Şaredariya Qamişlo ji her kesî re vekirî ye û wiha pê de çû: “Ev demek me dest bi çêkirina hevpeymana jiyana hevbeş li bajarê Qamişlo kirî ye. Herwiha qaxzên pêwîst ji bo vê hevpeymanê ismatên nasnameyî yê her du aliyan. Kesê ku hevpeyman wî ya jiyana hevbeş tu ne be, em vexwendineke ku wî nas dike, ji komînê dixwazin. Ji bo hevpeymana jiyana hevbeş wêneyên kesayetî pêwîst e, lewma qaxeza ku ji komînê were gelek girîng e. Ji ber ku ev qaxez diyar dike ku ev kes ji bajar e û di hundirê erdinîgariya komînê de ye. Di heman demê de, da ku em zanbin ku çend zarokên wî kesî hene. Niha divê demê de nasname hatine girtin, lê me pêngaveke lezgîn da destpêkirin. Ev pêngava gelek girîng e û pêwîst e kes bê belge nemîne.
Ev hevpeymana jiyana hevbeş weke belgeyekê di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gel di kare pê karê xwe bi meşîne. Weke Şaredariya bajarê Qamişlo ev pêngav ji bo gelek girîng bû, herwiha wê hemhangî di navber me desteya hundirî de çêbe. Da ku belgeyên pêwîst werin amdekirin û dakevin li ser nivîsên dewletê. Armanc ew e ku hemû malbat bibin xwedî hevpeymana jiyana hevbeş, heta niha hevpeymana jiyana hevbeş tune bû. Di demên rêjîma Baas de tenê hevpeyîmana hevjînî bû, lê me hevpeyman berfer kir û zarok jî lê hatin zêdekirin.”
‘Kesên bê nasname ev gav ji bo wan derfet e’
Hevserokê Ofîsa Zagonî ya Şaredariya bajarê Qamişlo Mihmed Tahir anî ziman ku hevpeymana jiyana hevbeş bi zimanê Kurdî û erebî ye û wiha bi dawî kir: “Em weke Şaredarî pêwîst e ku çareseriyekê ji gel re bibînin, herwiha em ev çareserî danî. Em jî li gorî Rêveberiya xwe kar û xebatên xwe di meşînin, erka me ya bingehîn ku karê welatiyan bi rêvebibin. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku dest bi çêkirina hevpeymana jiyana hevbeş bikin, di hundirê hevpeymanê de jî agahiyên ji komînê hatine belgekirin, lewma agahiyên kesyetîne mîna nav, paşnav, dayîk bav e. Kesên bê nasname ev gav ji bo derfet e. Di nasnameya malbatî de pêwîst e dîroka ji dayîk bûna zarokan were qeyît kirin. Zarokên ku nû ji dayîk bibin, belgeya jidayîk bûnê pêwîst e. Dema ku malbat werin hevpeymama jiyana hevbeş çêke wê 300 hezar lêreyê Sûrî bide.”






