Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Mazot li şêneyên kantona Cizîrê ji sedî 93 hatiye belavkirin’

07/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Mazot li şêneyên kantona Cizîrê ji sedî 93 hatiye belavkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hevserokê Kargêriya Sûtemeniyê ya kantona Cizîrê Ciwan Ibrahîm diyar kir ku wan heta niha wan 116 milyon û 92 hezar û 500 litir mazot li şêneyên kantona Cizîrê belav kirine, herwiha belavkirina mazotê heta serê salê wê dewam bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal ji aliyê Kargêriya Sûtemeniyê yê Rêveberiya Xweser ve li ser gel mazot tê belavkirin. Ev mazot ji bo demsala zivistanê bi taybet ku bi nirxekî erzantir ji gel re tê dayîn. Li ser wê esasê her sal komîteyek taybet ji bo vê tê derketin û li ser belavkirina mazotê kar dikin. Helbet ev yek ji gel re dibe rihetî û pê re dibe alîkar li şûna ku li ber cihên mazotê bigerin û pêwîstiyên xwe bibin, bi vê rêbazê ew zehmetî û derengmayîn tê derbaskirin. Îsal jî ji aliyê karîgeriya sotemeniyê ve li ser her malbatekê 300 litre mazot ji bo zivistanê hat belavkirin.

Li gorî rapora Kargêriya Sûtemeniyê ya kantona Cizîrê wan heta niha ji sedî 93 mazot li şêneyên kantona Cizîrê belav kirine, qaseya hatiye belavkirin jî 116 milyon û 92 hezar û 500 litre ye. .

‘Mazot li ser asta kantona Cizîrê bi giştî hat belavkirin’

Hevserokê Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê Ciwan Ibrahîm diyar kir ku sûtemenî li ser asta kantona Cizîrê bi giştî hat belavkirin û wiha got: “Sûtemenî li hemû herêmên kantona Cizîrê hate belavikirin û heya niha jî belavbûna mazota malan li malbatên ku nehatine belavkirin jî ji niha heya serê salê berdewam e. Qalîteya Sûtemeniya vê salê pir baş û paqij bû li gorî sala borî. Ji xwe gelek astengî bi mere derbasbûn lê me  ew derbas kirin.”

Li ser vê esasê li gorî agahiyên ku me ji hevserokê karîgeiya sûtemeniyê ya Kantona Cizîrê girtiye rêjeya belavkirina mazotê û qaseya wê wiha ye:

-Li bajarê Hesekê 24 milyon û 449 hezar û 700 litre mazot hatiye belavkirin.

– Li bajarê Qamişlo 21 milyon û 977 hezar û 100 litre mazot hatiye belavkirin.

-Li Şedadê 8 milyon û 589 hezar litre mazot hatiye belavkirin.

– Li Tlhemîsê 6 milyon û 587 hezar û 400 litre mazot hatiye belavkirin.

-Li Terbespiyê 5 milyon û 609 hezar û 700 litre hatiye belavkirin.

Li El’erîşê 5 milyon 562 hezar û 300 litre hatiye belavkirin.

-Li Mergeda 5 milyon û 498 hezar û 100 litre hatiye belavkirin.

-Li Tlberek 5 milyon û 54 hezar û 700 litre hatiye belavkirin.

-Li i Tlkoçer 4 milyon û 567 hezar û 200 litre hatiye belavkirin.

-Li Amûdê 4 milyon û 415 hezar û 400 litre hatiye belavkirin.

-Li Tltemir 4 milyon û 190 hezar û 400 litre hatiye belavkirin.

-Li Dirbêsiyê 3 milyon û 658 hezar û 500 litre hatiye belavkirin.

-Li Girkêlegê 3 milyon û 338 hezar û 700 litre hatiye belavkirin.

-Li Çilaxa 3 milyon û 179 hezare û 400 litre hatiye belavkirin.

-Li Dêrikê 2 milyon û 751 hezar litre hatiye belavkirin.

-Li Holê 2 milyon û 877 hezar û 600 litre hatiye belavkirin.

-Li Sîker milyon û 454 hezar û 700 litre hatiye belavkirin.

-Li Koçerat milyon û 197 hezar 900  litre hatiye belavkirin.

-Li Zerkan milyon  û 133 hezar û 700  litre hatiye belavkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.