Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdan li dijî zilmê serî hilda!

07/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
” Rojava xeta min a Sor e”
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Kurd li nava sînorên çêkirî yên dewleta Tirk, Îran, Sûriya û Îraqê de di her rewşê de rastî zorê hatine û komkujî li serê wan hatine pêkanîn. Di van demên dawî de ger hinekî komkujî kêm bûne, ew jî ji ber rêxistinbûna Kurdan çêbûye û sîstemeke wan a parastinê heye. Lê tevî wê jî li nava Şamê heqaret û teide, li nava sînorên îdarî yên Bexdadê êriş, li Îranê Kuştin û darvekirin û li Tirkiyê jî her cure zilm tê kirin. Di demekê de ewqas êriş li ser Kurdan tên kirin, dewleta Tirk bi taybet li pêyî wê ye ku Kurdan bê parastin bêhêle û di her kêliyê de êrişî tevgera Civakî û Siyasî ya Kurdan dike. Herwiha ne tenê li nava sînorê Turkiya niha, lê belê destwerdana Îraq û Sûriyê jî dike û planên qirkirinê û guhertina demografiyê pêk tîne.

Herwiha ji ber siyaseta zilmê ya bi salan, zarokên Kurdan berê xwe dan çiyan û ji bo zilma li ser civaka wan tê kirin kêm bikin, xwe kirin bend û mertal û çek hilgirtin. Ji bo ev mesela bi salan bê çareserkirin û dawî li zilm û teideyê were, Rêber Ocalan qebûl kir ku careke din bi dewleta Tirk re bikeve nava diyalogê. Lê dewleta Tirk ya ku xwe raber dike ku ew pir cidiye û dixwaze bi Kurdan re li hev were, di tevger û daxuyaniyên wan de ev yek naxuyê. Di her daxuyaniyê de peyva terorê li Kurdan bar dikin û weke ku suc kirine dixwazin bidin raberkirin. Li ser vê mijarê, Hevseroka KCK’ê Besê Hozat di hefteya derbasbûyî de daxuyaniyek da û eşkere kir ku ew daxwaza efûyê ji dewleta Tirk nakin û wan ji bo dawî li zilmê were çek hilgirtine û ew ne sucdarin, lê berovajî wê şoreşger û têkoşerin. Ev peyvên Hevseroka KCK’ê gelekî li zora dewlata Tirk çûn û serokê MHP’ê bi xwe daxuyanî da û ew qebûl nekir. Lê gelo yê ku qebûl neke ku zilm li Kurdan kirine, ew ê çawa bi Kurdan re li hev werin û qale biratiyê bikin?

Dîsa, qaşo naveroka hevdîtina 24’ê mijdarê ya endamên Komosyona ji bo şopandina pêvajoya Aştiyê li Îmraiyê ye di 4’ê Kanûnê de hat eşkerekirin. Gelek şirove li ser zimanê Rêber Abdullah Ocalan di vê qaşo naverokê de hatin belavkirin. Lê endama Komosyonê ya ji Partiya Demê Gulistan Koçyigît hema nesekinî û bi eşkereyî got ku gotinên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hatine guhertin û şirove hatine ji navbirin û bang kir ku bila naverokên hevdîtinan ji raya giştî re bê guhertin û veşartin werin eşkerekirin. Ew ê dewlet qebûl bike an na, hîna ne eşkereye, lê veşartin û guhertina gotinên ku ji Îmraliyê tên, niyeta li hember Kurdan eşkere dike. Ew hin caran gotinên biratiyê ên xweş dikin, lê niyeta wan di her tevgerê de xuya dibe. Lewma, divê Kurd vê rewşa heyî de xwe baş amade bikin ku Ocalan firsetek daye da nefes were girtin. Ji ber hevokeke di pirtuka Santoza ya stratejiya şer de heye dibêje ku di dema danûstandinên Aştiyê tên kirin, xwe ji bo şer baştir amade bikin. Lewma Rêber Ocalan qale hewlên derbeyê li dijî pêvajoya danûstandinan jî kir, da ku Kurd ji her sînaryoyî re amade bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.