Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdnîgariya misilmanan û mafê mirovan

07/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewleta Tirk qirkirinên xwe didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Dehê Kanunê di sala 1948’an de ji hêla Netewên yekbuyî ve weke Roja mafê Mirovan hatiye destnîşankirin.

“Hemû mirov azadin û xwedan îzet û şerefin, ji hêla mafan de jî hemû weke hev tên dinê. Xwedan eql û vîjdanin û divê li beramber hevdu bi hestên biratî xwedan tevgerbin.

Dema mirov çavên xwe li jiyanê vedike weke mirov tê binavkirin. Divê hem li gor bîr û baweriyan û hemjî li gor bîrdoziyên mirovî mafên wan were parastin.

Dema ev belgename ji hêla Neteweyên Yekbuyî ve hate erêkkirin, gelek dewletan ev belge erêk kir.

Ger mirov bala xwe bide cîhana Îslamî yên ev belge erêk kirine hene û yên nekirine jî hene.

Ev dewletên ku qaşo erêkirine jî mafên mirovan dibin desthelata wan de tên binpêkirin. Weke dewleta Tirk ev belge erêk kiriye, lê di jiyanî de wateya vê belgêyê qet nîne. Kesê Netwa wî cuda be, ola wî cuda be, mezheba wî cuda be di meseleya mafan de weke hev naye dîtin û jê re rêz jî naye girtin. 78 sal di ser vê belgeyê de derbasbûne, hê jî mafên bingehîn ên mirovan tê binpêkirin. Şêst milyon Kurd ji mafê xwe yê ziman, çand û baweriyan bi giranî bêpare.

Dewletekî weke dewleta Tirk ku ev belgeya han erêkiriye, hê jî zimanê Kurdî weke zimanekî fermî nas nake. Çand û hunera Kurdî jî dibin zextê de ye.

Mezhebê Şafî weke fermî nîne, Ola Ezdahî nayê pejirandin, Elawî nayin qebûlkirin û gellekî nasnameyên xwezayî têne redkirin. Ger hûn weke dewlet vê belgeyê di fermiyetê de bipejirînin û bê Tirktî û henfitiya tiştên dîtir red û înkar bikin, gelo we ji bo çi ev belge erêk kir?

Mafên mirovan li Tirkiyê, Iraqê, Îranê, Misrê û Suudî û hemû erdnîgariya Misilmanade tê binpêkirin.

Van welatên me navê wan rêz kir û gellekî welatên dîtirjî dibêjin em Bawermendên ola Îslamêne! Ka em mêzekin Baweriya Îslamê çawa nêzikî mafên mirovan dibe: Li Gor Qur’anê yên netew çêkiriye afirandiye kêye?

Ayet: “Gelî mirovan! Me we ji Mê û Nêrekî afirand û jibo hun hevdu binasin me we wergerand qebîle û millet.” (Hucurat 13)

“Ji delîlên wê yekjî eve, afirandina erd û asîmana, cudabuna ziman û rengên we.” (Rum 22)

Ger Netew, ziman û cudabûn afirandinên Xwedane, bi navê Xweda çawa ev mafên heyî tên binpê kirin? Em dibînin binavê Ola Îslamê afirandinên (ayetên) Xweda tên binpêkirin.

Divê her Misilmanekî rengên cuda, zimanên cuda, milletên cuda biparêze. Li gor Qur’ana pîroz ev erka her bawermendiye!

Hurmet nîşandana olên cuda ligor Qur’anê:

“Ola we jiwere û ya min jiminre.” (Kafîrun 6) Ev prensîbên Îslamêne û mafên mirovan hemû têde hatine çespandin.

Pêxemberê me sXl weha dibêje: “Di mafande hemû mirov weke diranê şene”.

Dîsa di xutbeya xatirxwestinê de weha gotiye: “Ne Erebekî ji biyaniyekî çêtire, ne jî biyaniyekî ji Erebekî çêtire. Hûn hemû zarokên Adem in û Adem jî ji axê ye.”

Tiştê berê hezar û çarsed salî Qur’an û Muhemmed sXl gotiye, hêjî ev prensîbên mafê mirovan dinava civaka Misilmanande bicîh nebune. Divê em Misilman berê her tiştî mafên mirovan yên wekhevîyê bipejirînin, Mirovan jixwe kêmtir an zêdetir nebinin. Kuştinên binavê Ol jinava xwe rabikin û karibin erka parastina mafê mirovan bi çespînin. Naxwe wê erdnîgariya me her di nava qeyran û nebaşiyande be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.