Solîn Mihemed/ Qamişlo
Endama Ragihandina Heyva Sor a Kurd Mîdiya Xanim diyar kir ku wan gelek alîkarî ji bo gelên Siwêdayê şandine û got: “Heyva Sor dixwaze alîkariyan bi destên xwe bigihîne gelên Siwêdayê, ji bo demsala zivistanê jî em ê mazotê û cilan ji gelê Siwêdayê re bişînin.”
Piştî komkujiyên ku li berava Sûriyê pêk hatin, ji bo pêşkeşkirina alîkariyên mirovî ji destpêka Adara îsal ve Heyva Sor a Kurd ji gelek aliyan ve alîkarî pêşkêşî gelê berava Sûriyê kir. Herwiha piştî komkujiyê Siwêdayê jî Heyva Sor A Kurd bi erkê xwe yê mirovî rabû û alîkarî pêşkêşî gelê Siwêdayê kir û heta niha jî berdewam e.
Di derbarê mijarê de endama ragihandina Heyva Sor a Kurd Mîdiya Xanim ji Rojnameya me re axivî.

‘Me gelek alîkarî ji bo Siwêdayê şand’
Mîdiya Xanim diyar kir ku Heyva Sor a Kurd ji gelê Siwêdayê re şandiye û wiha got: “Gelek alîkarî ji gelê Swêdayê re hat şandin. Ji bo ku cotkarên Siwêdayê debara jiyana xwe bikin û ji rewşa wan re çareserî bê dîtin, me mazot li wan belav kir. Li aliyekî din jî ji ber kêmbûna mazot û avê li Siwêdayê, me alîkarî ji bo wê Şand û li wir bîrên avaê hatin kolandin û tabloyên enerjiya rojê li ser bîran hat dayîn. Di heman demê de du xwaringehên mezin hatin avakirin, her xwaringehek jî xwarinê pêşkêşî zêdeyî hezar kesî dike, bi taybet kesên ku ji gundewarên siwêdayê koçber bibûn xwarin ji wan re pêwist bû, ji ber vê yêkê du xwaringeh hatin vekirin. Alîkariya me ya din jî ji bo nexweşxaneya kansêrê bû, piştî xwegihandina wan bi me re ku rewşa nexweşên wan pir zehmete û nikarin gelek dermanan bigirin dest ji ber dorpêçê, me jî ji hemû aliyan ve alîkariya wan kir. Di aliyê xwarinê de gelek pêwîstî hebû, lê ji ber dorpêçê me nikarîbû ku em derbasî Siwêdayê bibin, lê me bi riya saziyên navxweyî û saziyên rêxistinên mirovî têkilî bi wan re kir û di riya wan re ev alîkarî hatin belavkirin.”
‘Ji bo gihandina alîkariyan em gelek astengiyan dibînin’
Mîdiya anî ziman ku ji bo gihandina alîkariyan ew gelek astengiyan dibînin, yek ji wan jî ku hikûmeta veguhêz a Sûrî nahêle ku ew derbasî Siwêdayê bibin û wiha berdewam kir: “Em wek Heyva Sor astengiyên ku derdikevin pêşiya me ew e ku hikûmeta Sûrî nahêle ku em derbasî aliyên Siwêdayê bibin, ji ber wê em wek Heyva sor ev zehmetiya herî mezin bû ku derketin pêşiya me. Rewşên Siwêdayê yên zehmet ku em çawa têkilî bi wan re bikin û xwe bigihînin destê kesên ku birastî pêwistiyên wan bi me hene. Me dixwest ku bi destên xwe alîkarî û tiştên pêwîst bigihînin, lê em ji mecbûrî di riya kesên din re têkiliyan dikin da ku alîkariyê rê bikin.”
‘Pilanên me ji bo dema pêş hîna berdewamin’
Endama ragihandina Heyva Sor a Kurd Mîdiya Xanim da diyarkirin pilana wan ya herî girîng amadekirina cil û mazotê ji gelê Siwêdayê re ji bo dema zivistanî û wiha bidawî kir: “Em dixwazin ev dorpêçkirinên ku berdewam dike bê rakirin. Pilanên me yên alîkariya gel berdewam dikin, bi taybet ji bo nexweşên kansêrê em ê dermanan bişînin, Ji xwe em hîna alîkariyên xwarinê û peydakirina avê berdewam dikin. Di pilansaziya me de ku em ji bo dema zivistanê cilên zivistanê û mazotê bigihînin destên wan. Ji ber hatina zivistanî û hewcedariyê wan jê re em dixwazin alîkariya wan bikin.”






