Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêveberiya Dibistanên Bajarê Qamişlo Azad Hsîn diyar kir ku li gorî geşedan û pirsgirêkên ku tên jiyan kirin rewşa perwerdeyê erênî ye û wiha got: “Li bajarê Qamoşlo nêzî 30 hezar xwendekar hatine, qeydkirin. Herwiha rewşa perwerdeyê baş derbas dibe “
Bi dehê salan li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di serdema sîstema Bassê de xwendina bi zimanê Kurdî qedexe bû, bi tu awayî desthilatdaran qebûl nedikir ku behsa zimanê Kurdî jî bê kirin. Di encamê de gelê Kurd û bi taybet zarokên Kurdan ji zimanê xwe yê dayikê bêpar û mehrûm diman. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser rewş bi tevahî hat guhertin, li herêma Rêveberiya Xweser mafê her pêkhateyekê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibîne. Piştî hilweşîna rêjîma Bass hemû dibistanên girêdayî wê hatin girtin. Ji bo ev xwendekar bê xwendin nemînin û pêşeroja wan winda nebe, Rêveberiya Xweser ev hemû xwendekar di nava dibistanên xwe de hewandin, jimara xwendekaran li dibistanên Rêveberiya Xweser zêdetir bû.
Di derbarê rewşa xwendinê de Rêveberê dibistanên Qamişlo Azad Hsîn ji Rojnameya me re axivî.

‘Li gorî hemû geşedanan rewşa perwerdeyê erênî ye’
Azad destnîşan kir ku li hemberî hemû zehmetiyan ew ê perwerdeyê bi zimanê Kurdî berdewam bikin û wiha got: “Li gorî hemû geşedanan rewşa perwerdeyê erênî tê dîtin. Çiqas hewaldana tunekirina zimanê Kurdî hebe wê li hemberî vê nifşên derkevin ku bi zimanê kurdî dixwînin û wê hertim zindî bikin. Heya ku axîverên ziman hebin wê hertim ev ziman zindî bimîne. Li dibistanan perwerdeya bingehîn û sereke bi zimanê kurdî tê dayîn lê li kêlekî wê di nava bername û minhacên me de zimanê Erebî û biyanî jî hene ku heftane ji xwendekaran re tê dayîn.”
‘Zehmetiyên ku em pêre rû bi rû dimînin derengmayîna çapkirin pirtûkan e’
Hsîn diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran pirtûk hîn nehatine çapkirin û wida pê de çû: “Rewşa çapkirin û belavkirina pirtûkan îsal ji salên borî cûdatir e. Ji ber ku hejmara xwendekaran bi hezaran zêdetir bûye. Pirtûk ji hersê qonaxên seretayî, navîn û amadehî re hatine belavkirin. Lê pirtûkên ku belavkirin û çapkirina van dereg maye ew pirtûkên ku hatine guhertin. Minhacê refa 2, refa 5, refa 8 û refa 11 hatiye guhertin ji ber vê yekê heya roja îro pirtûk bi temamî neghaştiye destê xwendekaran. Herwiha hewildanên me hene ku di vê heftê de pirtûk bighînin hemû xwendekaran.
Zehmetiyên ku em pêre rû bi rû dimînin derengmayûna çapkirin pirtûkan û kêmbûna hejmara memosteyan. Hewildanên me hene ku di demê pêş de em van pirsgirêk û zehmetiyan derbas bikin.”
‘Rêveberiya Xweser hemû xwendekar girtin nava xwe’
Azad da zanîn ku piştî hilweşîna Rêjîma Baas û girtina dibistanan, Rêveberiya Xweser ew hemû xwendekar hembêz kirin û wiha domand: “Di dema Rêjîma Baas de dibistanên Kurdî tune bûn herwiha xwendina bi Kurdî qedexe bû. Lê piştî şoreşa Rojava guhertina zemînî çêbû. Kurd bûn xwedî dibistan û perwerdeyên taybet. Ji her Kurdekî re ev pîrozbahiya herî mezin e.
Lê di 8’ê Kanûna 2024’an de Rêjîma Baas hilweşiya piştî wê bi demekê hemû dibistanên Rêjîmê hatin rawestandin. Hemû xwendekarên ku di gel Rêjîmê dixwendin bê dibistan û xwendin man. Ji bo pêşeroja van zarokan û domandina xwendina xwe Rêveberiya Xweser ev hemû xwendekarên ku li gel Rêjîmê diman girtin nava xwe. Herwiha xwendekarên pêkhateyên Ereb jî girtin nava xwe û minhaca Rêveberiya Xweser bi zimanê Erebî ji bo wan re tê dayîn.
Herwiha piştî wê bi hezaran xwendekarên ku li gel Rêjîma Baas diman derbasî dibistanên me bûn. Li her refekî bi dehan xwendekar zêdetir bûm. Ref kêmin û hejmara memosteyan jî kême. Ji bo vê jî em hewaldidin ku amadekariya memosteyan bikin û refan zêde bikin.”
‘Li hemû dibistnan mazût tê belavkirin’
Rêveberê dibistanên Qamişlo Azad Hsîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi hatina zivistanê re li hemû dibistanên Qamişlo mazût tê belav kirin herwiha belavkirina mazûtê didome. Di heman demê de hejmarek ji sûbeyan li dibistanan hatiye belav kirin.”






