Sînan Cûdî
Ev bû demekî çeteyên înternetê yên girêdayî hikûmeta Şamê û dewleta Tirk pêlekî nû ya şerê psîkolojîk danê destpêkirin. Li gorî wan arteşa tirk bi hejmarekî mezin leşker û alavên leşkerî û çekên giran anîne Sûrîyê. Dîsa hikûmeta veguhez a Şamê jî ji Cerablûsa ta Bukamelê ango li ser xeta sînorê xwe û rêveberîyê xweser de hêzên xwe yên leşkerî zêde kirine. Ev tevgerê wan nîşaneya operasyonekî leşkerî ye.
Li ser vî ihtimalê em dikarin çend nirxandinan bikin;
Beriyê her tiştî divê em bizanin ku senaryoyek êrîşeke muhtemel li dijî Rojava, ji ber xwezaya belavkirina hêzan li ser erdê, dê bi herêmekê ve sînordar nebe. Ev rewş dê dînamîkeke pevçûnê ya pirqatî biafirîne ku dikare ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bigire heya xeta Şam-Reqayê, rojavayê Firatê û heta qadên bandora Israîlê jî dirêj bibe.
Kontrola Colani li Şamê her çend amûrên ewlehiyê rêxistinkirî bin jî, kontrola wî li ser artêşê ne temam e. Ev tê vê wateyê ku kapasîteya giştî ya dewleta navendî ji bo şer sînordar e. Ger şer dirêj bibe, hem çavkaniyên aborî û hem jî yên siyasî yên Colani dê bi lez hilweşin. Û ev hilweşîn jî ji bo aktorên mîna Îranê cîh vedike. Ji ber vê yekê, plankirina Colani ji bo operasyoneke leşkerî ya bilez û biryardar li ser xeta Rojava bi kapasîteya wî ya rastîn li ser erdê re nakok e.
Doktrîna leşkerî ya Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê li ser operasyonên kêm-mesref û dem-sînorkirî ye. Lêbelê, ji ber li Sûrîyê sînorên di navbera DYA û Tirkiyê de êdî ne li bakur û Rojhilatê Sûrî tenê lê li her derê Sûrî tesir dibe. A din hevrêziya taktîkî ya di navbera Colanî û Enqerê de ji ber berjewendiyên nakok wekê berê nikare bidome. Livîna zêde ya Îranê li hewza Firatê, kûrahiya lojîstîkî ya Tirkiyeyê kêm dike. Ji ber vê yekê, heke Tirkiye operasyonek bejayî ya berfireh li dijî Rojava dest pê bike, qada pevçûnê bê guman dê berfireh bibe.
Her êrîşek li dijî Rojava dê bi îhtîmalek mezin ji ber sê sedemên sereke berfireh bibe:
A yekê, xeta Reqa-Deyr ez-Zor di 10 salên dawî de ji hêla tu hêzek ve bi tevahî nehatiye kontrol kirin. Ji ber vê yekê, pevçûnek ku li ser vê xetê dest pê bike dê zû veguhere qada şer a pir-aktor.
A duyem, ji bo Îranê, xeta Firatê herêmeke “ewlehiya korîdorê” ya girîng e. Lawazbûna Şamê ber bi Reqqayê ve gefêk rasterast li ser Îranê çêdike û ji bo milîsên Îranî neçar e ku bi giranî tevlî şer bibin.
A seyêm jî doktrîna QSDê ne tenê parastinê ye û dema ku pencereyek derfetê vebe, ew xwedî şiyana pêşveçûnê ye ber bi xalên stratejîk e. Ger Şam lawaz bibe: Ji başûrê Tebqa ta Palmîra, hîn deverên li ser xeta M4 û heta Heleb, Efrîn, Serêkanîyê dikarin dîsa bibin deverên kontrolê yên QSDê. Ev tê vê wateyê ku şer dikare ber bi Şamê ve jî berfireh bibe.
Kapasîteya êrîşa dijber a QSD, dikare “kontrola herêmê” li seranserê erdnîgariyek berfirehtir biafirîne. Nakokiyên sêgoşeya Îran-Tirkiye-Colanî, qada çalakiya leşkerî û dîplomatîk a Rojava jî dê berfirehtir bike.
Êrîşek li ser Rojava bi wateya klasîk “operasyoneke herêmî” pêk nayne. Xwezaya demkî ya hevpeymaniyên herêmî, kapasîteya sînorkirî ya aktoran û lawaziyên li ser erdê bê guman dê bibin sedema zêdebûna pevçûnan.
Bi kurtasî em dikarin encaman wiha rêz bikin; Ger şerekî wiha pêk were; dê Colanî hêzê xwe winda bike, Tirkiyê ji ber zêdebûna lêçûn û alozîyên bi Israîl û DYA û tekçûna pêvajoya bakurê Kurdistanê ve bike tengasiyekî cidî, Îran bandorê xwe yê li Sûrî zêde bike û QSD jî hevsengiyek leşkerî û siyasî ya nû biafirîne ku derfetan pêşkêş dike.
Ev rewş Rojava ji tenê aktorek parastinê di nav Sûriyeyê de vediguhezîne pozîsyonek biryardar di nav hevsengiya hêzê ya herêmî de.






