Abûd Meqso
Di dîroka gelê Kurd e gelek peyman hene, lê ya herî zor û dijwar peymana Qesira Şêrîn û Saykis picot ê Engilîzî û Bîko yê Firensî bû, çimkî di bin bendên herdu peymanan de Kurdistan perçebû. Lê em ê ji SaykisPîko dest bi mijara xwe bikin ji ber ew yek ji wan sedeman bû ku netew dewlet hat meydanê. Pirsgirêkên gelan û civakê rojbiroj asteng û kûrtir bûn û li ser maseyan bê çareserî man. Çimkî li ser çand û hişmendiyeke kevneperest bê rê û rêbaz tevgeriyan û bitaybetî pirsgirêkên gelan bi qapaxeke zingargirtî nixumandin. Lewra Rojhilatanavîn bû meydana şer û pevçûnan, ji şerê cîhanê yekem û duyem heta hilweşîna yekîtiya Sofyat. Piştî hilweşîna Sofyatê û êrîşa dewlata Îraqê li ser Kiwêtê ew derfeta nexşerêya rojhilatanavîn a nû hat meydanê, bi berdewamkirina vê aloziyê di sala 2011 an de çirîska bihara gelan ji Tûnisê pêket û dewleta Sûrî jî xwe li ber vê qeyranê negirt. Wek çawa dewletên faşî û Imberatorîyên li Asya, Efrîqya û Uripa piştî şerê cîhanê yê yekem hilweşyan, wê ev sîstemên navendî bi şêwaz, rê û rêbazan yek bi yek hilweşin. Ji ber di her demekê de derfetên dîrokî tên, lewra divê mirov van derfetan bidest bixe û xwe bi rêxistinkirin bike û bibe hêzek û cihê xwe di qonaxa guhertinê de bigre. Dewleta Emrîkî û hevalbendên wê bi zelalî dibêjin dema saykisbuko qediya û bidawî bû û wê planên nû werin meydanê. Lewma hemî dewletên herêmê li siyasetên xwe vegeriyan û yek ji wan dewleta Tirkî ye. Berî niha dewleta Tirkî bi xwe û hêzên hevalbendên xwe yên çekdar derbasî gelek herêman bûn ji bo sûdê ji tevliheviya heyî bigre û bi taybetî dewleta Sûriyayê û pir tiştan qezenc bike, xuyanîbû ku derî li hember vê şêwazê hate girtin, Lewma ev çend mehin êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê rawestandine, tê wateya hino hino dijminayiya berê rake û di dewsê de diyalokê û rêyên bazirganiyê bi aramî bide pêş û armancên xwe bi cî bîne. Bi taybetî dixwaze peymanekê bi dewleta îraqê re imze bike û deriyên sînoran di demê pêş de veke, wek derîyê Tilkoçer, Qamişlo û Nisêbînê ta kelûpelên Xelîciyan bi ber Ewropa ve bişîne. Lê ji vekirina deriyên sînoran re aramî ji herêmê re girîng e, lewma şer bi QSD ê re rawestand, derîyê diyaloka pêvajoya aştiyê bi rêzdar Ocelan re vekir. Em zanin di demê berê de digot, em konekî li başûrê Efrîqyayê ji bo kurdan qebûl nakin, lê îro bi nermayî nêzîk dibe û dibêje em ne dijî çand û zimanê kurd ne, ev tê wateya ku dewleta Tirkî bi kûrayî li ser pêşketinên li herêmê dibin disekine û giha wê baweriyê ku rê li pêşiya sîstema navendî hatiye girtin û bi taybetî li Sûriyayê. Hilweşîna ew hêzên dewleta Îranê serkêşî ji wan re dikir mîna Hemas, Hizbulah, reva Bişar Elesed û girûpên çekdar yên li Yemenê rê li ber demoqratî û azadîxwazên miletê Sûryayê ronî kir, lewma gelê Sûriyayê bi hêvî û bawerî bi ber Sûriyeke nenavendî de diçe. Lê kêferata mezin îro di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de ye, ya yekem Sûriyeke nenavendî dixwaze û duyem dewleteke wek xwe dixwaze tê wateya ku wê ev kêferat berdewam bike.ji bo vê yekê divê rêveberiya xweser xwendineke xweşik û bi qapan ji pêşveçûnên siyasî re li Sûriyê bike. Tenê du rê li pêşiya sûrîyê hene yek diyaloka ji dil û can bi hemî pêkhatiyan re û bi taybetî bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di bin sî û sîwana QSD ê û şanda kurdî de, yan jî wê tevlihevî û şerekî navxweyî mîna salên çûyî koçberî, talan, kuştin….. divê rêveberiya xweser heta dawîyê diyalokê bide pêş çimkî ewe ya rast û Şam jî bibe cî û war, kok û bingeh ji bo çareseriyê. Em tev zanin desthilatdariya veguhêz îro li Dîmeşq a Sûriyê ji ku hatiye, lewra hemî xelkên Sûriyê ji Rewşenbîr, nivîskar,jin, ciwan, saziyên civaka sivîl , hêzên miletperwer bi giştî civak bi tirsin ji vê desthilatdariyê di dewsa ku çav kil bikn kor kirin, ji beravê heta Siwêdayê ya başûrê Sûriyê dest bi komkujiyan kirin, ji ber vê yekê hebûna QSD ê û şanda Kurdî li Şamê hêviye ji bo hemî gelê Sûriyê. Di vê çarçoveyê de û di destpêka reva Bişar Elesed de ti tişt qebûl nedikirn lê piştî peymana 10 ê Adarê piçek nermayî çêbû. Ji ber aştî fîdakariyê dixwaz e, ev fîdakarî jî diyaloka bi rê û rêbaz dixwaz e, misogerkirina mafê jin, ciwan û hemî pêkhatiyan di destûreke nû de, ji bo Sûriyeke nû pirreng û nenavendî.






