Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mansur Adali: Colanî û HTŞ’ê ji sedî 10 Sûriyê temsîl nake

07/12/2025
in ROJEV
A A
Mansur Adali: Colanî û HTŞ’ê ji sedî 10 Sûriyê temsîl nake
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Rojnamevan Mansur Adali diyar kir ku Colanî û HTŞ’ê ne bi îrade û biryara gelên Sûriyê îro li Şamê desthilatdar e, meşrûiyeta wê jî li cîhan û li Sûriyê jî pêk nehatiye, ji sedî 10’ê jî Sûriyê temsîl nake û got, “Li şûna ku pişta xwe bi hevsengiyên siyasî û leşkerî yên navnetewî ve girê bide, pêwîst e pişta xwe bide dînamîkên hundirîn yên demokratîk.

Derbarê giştî rewşa Sûriyê, bi taybetî guhertin û veguhertinên ku ji dema hatina hikumeta veguhêz li ser desthilatdariyê pêk hatine, rojnamevan Mansur Adali bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Siyaseta HTŞ’ê ji bo gelên Sûriyê çi ye, herwiha çi cudabûn di navbera wê û ya Baasê heye?

Hilweşîna rejîma Baas ji bo gel bû sedema kêfxweşî û morelekî mezin, lê serweriya HTŞ’ê jî wekî kabûsekî bi ser xewn û xeyalên gel û pêkhateyên demokrasîxwaz ve hat. Em ji bo ku bikaribin behsa cudahiyên HTŞ’ê ji yên rejîma Baas bikin, em ê li kiryarên wê meyze bikin. Di rewşa heyî de çawa ku meşrûiyeta rejîma Colanî ango desthilata Şamê di cîhanê de pêk nehatiye, di nava gel û pêkhateyên cûda yên Sûriyê de jî meşrûiyeta xwe bi dest nexistiye. Wekî mînak; konferansekî bi navê ‘Konferasa Netewî’ li dar xist, lê ji sedî 80’ê gel û pêkhateyên Sûriyê ji derve hat hiştin. Tenê hêzên cîhadîst ku gelek kiryarên terorî li ser gelên Sûriyê pêk aniye, kom kirin û konferansa gotina mijarê wisa pêk anîn ku gelek ji van endaman di nava komên çete de cih digirin. Bi xwe ew ne welatiyên Sûriyê ne û li dijî gelên Sûriyê sûcên pir mezin pêk anîne û êşên giran bi gelên Sûriyê dane jiyankirin. Tu alî û hêzên demokratîk û rêxistinkirî yên gel, bawerî û çandî yên pêkhateyên Sûriyê di vê civînê de, amade nebûn. Herwiha destûrekî bingehîn ji raya giştî re hate ragihandin, lê ev destûr hîn ji ya Baas jî paşverûtir bû û tu mafê pêkhate, gel û baweriyên dîtir tê de nehate bi cih kirin ji wê wêdetir jî rêyekî destûrî li pêşiya êrişên hêzên cîhadîst yên li dijî pêkhateyên cûda yên Sûriyê vekir.

Di navê Komara Ereb a Sûriyê û di navendîbûnê de israrkirin, herwiha israra berdewamkirina şovenizm û nîjadperestiya dema Baas a Beşar Esed e. Ango wekî ku di dewsa Baas a çepgir de, bi piştgiriya hêzên hegomon ve û bi derbeyekî leşkerî û siyasî hatina Baas a rastgir pêk hatiye. Ferqa di navbera wan de encax ewqas be û bi rastgirbûna xwe hîn paşverûtir e. Wekî nimûne; li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê tu helweste ango dijberiyekî xwe nîn e û tu dibêjî qey ew dever ne parçeyek ji xaka Sûriyê ne, nêz dibe. Dîsa bi serweriya HTŞ’ê ya Şamê re di serî de DAIŞ û hêzên cîhadîst qadekî berfireh yê tevgerîn û pêkanîna êrişên terorî, bi dest xistin. Tu dibêjî qey Sûriye vegûherî qadekî ku hemû çeteyên terorîstî yên cîhadîst lê kom bibin e. Li berava Sûriyê li dijî gelê Elewî, li Başûrê Sûriyê li dijî gelê Dûrzî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gel û pêkhateyên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a demokratîk xwe bi xwe bi rê ve dibin, êrişên berfireh hatin pêşxistin û komkujiyên mezin pêk anîn. Di bin navê hilbijartinê de parlamentoyekî ku ji alîgirên xwe pêk tê û bi awayekî navendî hatine diyarkirin, hat avakirin. Ev hemû destnîşan dikin ku ev desthilatdariya heyî ya Şamê ne di asta standardên dewletên cîhanî de ye û dervayî norm e, ango ne desthilatekî rewa ye.

Ji bo ku ev desthilatdarî ji aliyê gelên Sûriyê ve were qebûlkirin pêwîst e çi were kirin?

Beriya her tiştî pêwist e ev desthilatdarî ji ber kiryarên xwe yên terorî û der mirovî ku li dijî gel û pêkhateyên Sûriyê kiriye, ji gel û pêkhateyên Sûriyê efû bixwaze û towbe bike ku carekî din venegere wekî berê. Li şûna ku pişta xwe bi hevsengiyên siyasî û leşkerî yên navnetewî ve girê bide, pişta xwe bide dînamîkên hundirîn yên demokratîk. Ji hemû sûcdaran hesap bipirse û bixwe jî hsap bide. Ji bo yekîtiya demokratîk û hevgirtî a Sûriyê ku ev nenavendîbûnê dixwaze, xebat bike û bi hemû reng û cudahiyên Sûriyê re li ser esasê naskirina îrada wan a siyasî, aborî, çandî û parastinê bikeve nava pêwendî û li hevkirinekî demokratîk.

Di bingeh de peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera Fermandariya Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Colanî de hate îmzekirin, tevî aliyên xwe yên kêm jî, dikaribû bibe wesîleya Sûriyeke demokratîk ku mafê hemû reng û cudahiyên Sûriyê tê de bêne parastin. Pêwîst e demildest pêwistiyên vê peymanê bi cih bîne û li hemû nirxên demokratîk ên Sûriyê xwedî derkeve. Ev aliyekî wê yê ku bikaribe xwe bi gelên Sûriyê bide qebûlkirin. Aliyê din jî ew e ku li dijî komên çete û terorîstî, bi taybet jî hêzên ku di bin fermandariya dewleta Tirk a dagirker de ku xwe di bin navê SMO (Artêşa Niştîmanî a Sûriyê) pênase kiriye, bibe xwedî helwest û hesap ji wan bipirse. Li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê bibe xwedî helwestekî vekirî û ji bo ku wekî dewletekî cîran bikaribe bi dewleta Tirk re têkiliyên dostane pêş bixe, şertê radestkirina herêmên dagirkirî deyne navbera xwe û dewleta Tirk. Ji bo ku bikaribe bi îradeyekî azad bi dewleta Tirk re dostanî û danûstandin bike, vekişandina hêzên dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê şert e. Encax bi vî awayî dikare xwe ji bin bandora leyîstokên qirêj yên derve rizgar bike û di dilê gelên Sûriyê de cih bigire û bi vî awayî dikare hebûna xwe biparêze û mayînde bike. Heger wisa neke wê dawiya wî ji ya Esed xerabtir jî bibe û çawa ku hêzên hegomon piştgiriya xwe bikşînin û helwesta demokartîk a gel û pêkhateyên Sûriyê tifaqa xwe xurt bikin, belkî wekî Esed derfetê wî yê ku serê xwe xilas jî bike jêre nemîne.

Encamên ku ji bo Sûriyê têne xwestin çi ne û gelên Sûriyê pêwîst e bi çi rolê rabin, da ku van encaman bidest bixin?

Di encam de Colanî û HTŞ’ê ne bi îrade û biryara gel û pêkhateyên Sûriyê îro li Şamê desthilatdar e. Ya girîng ew e ku hemû ol, bawerî, pêkhate û cudahiyên Sûriyê di aliyê hevgirtina demokratîk de yekîtiya xwe xurttir bikin û helwesta xwe bi rêxistinkirî deynin holê. Ev ne tenê di aliyê siyasî de, pêwîst e di hemû aliyan de were pêşxistin. Di aliyê aborî, çandî, civakî û eskerî de jî pêwîst e pêwendî û îtîfaq pêş bikevin, ango wekî cepheyekî demokratîk û wekî yek kûtle xwe bi rêxistin bikin. Colanî û HTŞ di Sûriyê de ji sedî 10’ê jî Sûriyê temsîl nake. Ango ji sedî 90’î ji Sûriyan demokratîkbûna Sûriyê û Sûriyekî nenavendî dixwaze. Yê qels HTŞ û Colanî ye, yê xurt eniya demokratîk a hevgirtî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.