Idrîs Henan
Kêliyên ku netewek rûbirûyî ezmûnên çarenûsî be, seknên kesayetî û siyasî ji helwestan pirtir dibin dergehên têgihaştina berjewendiya giştî ku têkîliya mirov bi axê û doza azadiyê re pir sade eşkere dikin. Li ser vê bingaha fêmkirinê, dikare tabloya giştî ya têkoşîna Kurdan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ezmûna Rêveberiya Xweser a li ser bingeha pirengî û demokrasiyê, were xwendin û helwestên ku wê biçûk dikin jî kûr tên naskirin, diyardeya idîayê derbas dikin û li ser kokên xwe yên exlaq polîtîk tên nirxandin.
Dijatiya mirov ji berjewendiya gelê xwe re nikare weke ramaneke siyasî were hesibandin. Çendîn were xemilandin û maskên cuda lê werin barkirin, wateyek din îfade nake. Siyaset di eslê xwe de hunera birêvebirina karûbarên civakê, terzê jiyanê û parastina wê ye. Destwerdana li çarenûsa wê, ne azadiya ramanê û nerînek siyasî ye, lê belê hilweşandina yapiya wê ye. Îcar eger avahiya wê projeyek demokratîk a ku civaka cihêreng bi giyana ciwanên xwe yên qîz û mêr hembêz dike be, wê çaxê her hewldaneke têkbirina wê jî sînorên ramana sade derbas dike û ti têkîliya xwe bi cewherê têgeha welatparêziyê re nîne.
Mafê ti kesekî nîne di bin sernavên “azadiya ramanê” de êrişî vîna gel bike. Biryarên neteweyî ne luksekî fikrî û qadeke xîtabên kesayetî yên feudal in. Biryarên neteweyî girêdayî bi milyonan hevkarên jiyana hevbeş û pêşeroja wan e. Mirov nikare wan ji derveyî hinek xeyalên takekesî, serdanên nepenî û hevpeymanên gumanbar binirxîne. Di eslê xwe de hewldanên beloqkirina kûr ji têgîna siyasetê re ne. Di heman demê de derketina ji xeta welatperwerî û înkara wêrekiya avakirina pêkvejiyanê ye.
Nêzîkatî û helwestên bi vî rengî nîşaneya jihevketina têgihaştina neteweyî ne. Di rewşeke wisa de hêza aqil aliyê qirker a pişaftinê hildibijêre ku tênagihêja xeteriyên li ser hebûnê. Ji xwe dîrokê negotiye sekna bi dijmin re li dijî tevgereke azadiya gelan “azadiya ramanê” ye. Di rewşên herî baş de ajantiye objektîf hesibandiye. Kesên li dunyayê aliyê faşîzmê girtine, weke hinek elîtên Kurdan, di bin xala xwefiroşiyê de hatine rêzkirin.
Pirsa bingehîn ku divê were pirsîn ew e; kî dikare mafê diyarkirina çarenûsa gelekî xesib bike? Dixwaze ferd, partî yan çi rêxistin dibe bila bibe, çendîn navdar û berz be, nikare wî mafî bi dest bixe ne jî dikare rewatiya gel derbas bike. Rewatî parastina civakê, rêzgirtina ji îradeya wê re û li dijî hêzên ku hebûna wê armanc dikin sekinandin e. Rewatiya di odeyên reş de çêkirî, bi serdanên nepenî û xweradestkirina ji faşîzmê re, ti giraniyeke wê di qabana dîrokê de nîne.
Eger îro jî hinek ferd û partî li ber deriyên desthilatdariya HTŞ çivan didin xwe û bêrêtiya xwe weke “siyaset” pesind dikin, reftarekî feudal ê bi qestî ye. Di heman demê de tevgerek bi şubhet a parçekirina yekrêziya Kurdî û têkbirina destkeftiyan û radestkirina vîna gelê têkoşer e.
Welatperêzî, di serî de, helwestek exlaq polîtîk e. Li dijî berjewendiya gelê xwe sekinandin ne azadiya ramanê û nerînek şexsî ye. Ti heqê te nîne ku jiyan û çarenûsa gelekî li ber deriyên destpotan bazar bikî. Ancax berxwedêrên demokrasî û jiyana hevbeş weke parêzvanên rûmetê cihê xwe di rûpelên dîrokê de bigirin. Divê kesayet û aliyên îro rêya ajantiya objektîf û subjektîf dişopînin, berî ku bibin xencerek û di pişta civakê de biçikin, werin riswakirin. Kêliyên ku çarenûsê diyar dikin rê nadin bêrêtî û îxaneta li xwîna pakrewanan ku bi navê azadiyê vîna gelan radestî qiraltiya navendî ya destpot bikin. Ew luks û dem nemaye. Divê tişta tê kirin bi civaka ku jêdera rewatiyê re ye, bi zelalî were parvekirin û biryara wê jî were cîbicîkirin.






