Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Duh înkar bû, îro muzekere ye’

07/12/2025
in ROJEV
A A
‘Duh înkar bû, îro muzekere ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Parlemeterê DEM Partê yê Amedê Berdan Ozturk da zanîn ku wê di Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Navnetewî de ji çar aliyê cîhanê akademîsyen, rewşenbîr û rojnameger beşdar bibin, wê armanc ew be ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji her alî ve bê nîqaşkirin û got, “Duh înkar bû, îro muzekere ye.”

Derbarê Konferansa Aştiyê ya Navnetewî ku li Stanbolê du rojan bê lidarxistin. Perlamenterê Amedê Berdan Ozturk derbarê vê kongreyê de bersiva pirsên Rojnamey me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser wê bingehê Komîsyon hate avakirin. Gelo bi nêrîna we li gor pêvajoyê aştî û çareseriya siyasî, xebatê ku hatiye kirin çiqas ji vê merheleyê re têrker bû?

Armanca avakirina komîsyonê ew bû ku ji dayikên aştiye bigre heta dayikên leşkeran, akademîsyen, saziyên sivîl, saziyên kedê hemû aliyan guhdar bike û li gor vê yekê pêdiviyan diyar bike û bingeha qanûnî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk amade bike. Gelek partiyên siyasî di nav vê komîsyonê de cih girtin helbet beşdariya partiyên cuda ya komîsyonê ji bo belavbûn û pêşveçûna pêvajoyê girîng bû lê dema ku mesele hat ser ziyareta Îmraliyê, di serî de CHP’ê û hin partiyên din ên ku di komîsyonê de cih girtin, paş ve gav avêtin û neçûn Îmraliyê.

Dema ku tevgera Kurd bi banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe fes kir, çek şewitand û ji sînoran vekişiya partiyên ku bêdeng bûn, bi çûyina Îmraliyê dengê xwe bilind kirin. Her pirsgirêk bi mixatabên wî re tê çareskirin, aktore herî girîngê vê pêvajoyê Rêber Ocalan e, hûn ê vê yekê bi wî re mizakere nekin, bi kê re mizakere bikin?. Ev partiyên ku neçûn Îmraliyê û li ser vê yekê propagandaya xwe kirin, berjewendiyên xwe esas girtin, berjewendiyên civakê paşguh kirin. Meseleya Kurd meseleyeke wusa ye ku bi her awayî bandorê li civakê dike, polîtîkayên şer ên ku ev sad salan zêdetir e li ser gelê Kurd pêk tê, qeyranên siyasî û aborî kurtir kir. Partiyên ku hebûna xwe li ser şer û nijadperestiyê ava dikin ne çareseriyê, ne jî civaka demokratîk dixwazin. Heger aştî pêk were û civaka demokratîk bê avakirin sedema hebûna wan namîne. Hebûna xwe bi dijberiya pêvajoyê diparêzin lê civak ji berjewendiyên siyasî mezintir e, ji ber vê yekê divê armanca vê pêvajoyê, bandora vê pêvajoyê û giringiya vê pevajoyê ji civakê re baş bê vegotin da ku ti guman nemîne, hemû amûrên dijberiyê ji holê rabin. Mînak CHP’ê sedema neçûyina xwe ya Îmraliyê diyar kir û got “milet naxwaze”. Li gor daneyên anketan piraniya civakê çareseriyê dixwaze û piştgiriyê dide pêvajoyê. Gelo milet naxwaze an neteweperwerên di nav CHP’ê de ne naxwazin? Gelo Milet naxwaze an ên ku hesabên hilbijartinan dikin û hewl didin ku CHP’ê li derveyê pêvajoyê bihêlin naxwazin? Em hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî di nav pêvajoyê de bin û ji bo pêk hatina civaka demokratîk dinav hewldanan de bin. Fikrê me cuda bin jî armanca me aştê û demokratîkbûyina civakê ye.

Wê konferansa Aştiyê û Demokrasiya Neteweyî ku li Stanbolê bê lidarxstin. Ev konferans wê naveroka wê li ser çi be, alî û kesên ku tê de beşdar bibin wê kî bin, her wiha wê armanca ku di demeke wisa de ev konferans tê organîzekirin çi ye û çiqas girîng e?

Armanca vê konferansa ku wê du rojan dom bike, ew e ku em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi her awayî nîqaş bikin. Di pêvajoyên bi vî rengî de kêmasî derdikevin, carina pêvajo dixitime. Armanca me ew e ku ev pêvajo ber bi çav be. Ji bo vê yekê jî me ji çar aliye cîhanê gelek akademîsyen, rewşenbîr û rojnameger vexwendin konferansê. Ev kesên ku me vexwendine konferansê di warê çareseriya şer û pevçûnan de pispor in. Li ser vê mijarê xebitîne. Yek ji rojeva bingehîn a konferansê ev e. Di pêvajoyên çareseriyê de kêmasî jî çêdibin, pêşveçûn jî pêk tê. Weke tê zanîn di vî warî de gelek mînak hene ku ji bo çareseriyê gav hatine avêtin, weke Îrlanda, Bask û Katalonyayê.

Ev mînak di warê çareseriyê tecrubeyên girêng ên ku mirov dikare jê sûd bigre, ev tecrûbeyên cuda wê bê nîqaşkirin û bi fikrên cur be cur encameke ku wê perspektîfekî pêşkeş bike derkeve holê. Ji bo vê yekê me gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên kedê, saziyên çapemeniyê û rojnameger vexwend konferansê. Bêguman wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik bê nirxandin bi vê yekê ve girêdayî wê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliye Veysi Aktaş ve bê xwendin. Her wiha Îlham Ahmed li ser navê Rêveberiya Xweser bi rêya telefonê beşdar konferansê bibe.

Gelo piştî konferansê pêşbîniyên we ji bo hemû aliyan di Tirkiyê, Bakurê Kuridstanê û hemû gelê Kurd çi ne, wê bandorekî çawa ava bike?

Berî her tiştî wê raya giştî ya navnetewî ji hûrgiliyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk haydar bin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê bi her awayî bê nîqaşkirin. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan wê li qada navnetewî careke din were rojevê û di heman demê ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî wê rêyekî nîşan bide. Çawa em îro qala tecrûbeyên berê dikin û ji van tecrûbeyan sûd werdigrin wê di pêşerojê de mînakeke nû li rê û rêbazên çareseriyê zêde bibe.

Gelê bi salan e li dijî îmha û înkarê têdikoşe, ti rê û rêbazên şer neman ku li ser gelê Kurd necerebandibin lê gelê Kurd dest ji têkoşîna xwe berneda, di bin şert û mercên giran de li zindanan, li qadan berxwedana xwe domand. Encama vê berxwedanê li Rojava şoreş bû ku bi fikrên Rêber Ocalan şax da, li Bakur jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku bi berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê pêk hat. Doh înkar bû, îro mizakere ye. Ev serkeftineke mezin e. Divê hemû gelê Kurd li dor vê serkeftinê mil bidin milên hev, yekitiyê ava bikin û vê serkeftinê veguherînên destkeftiyeke nû. Ev konferans jî wê ji bo gelê Kurd bibe amûreke girîng a motivasyona serkeftinê û wê hêvî û baweriya gelê Kurd xurt bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.