İsyan Karadeniz
Sedsala 21’ê weke serdema teknolojî û zanyariyê tê pênasekirin. Serdemeke ku înternet û ragihandin bûne perçeyek bingehîn a jiyana mirovan, çêkirina platform û torên berfireh ên agahdarî yê.
Bêguman yek ji berhemên serdema têknolojîk tundî ye. Ango tundî şekil diguherîne û gelek caran jî tundiya ku bi riya medyaya dîjîtal tê meşandin nayê pêhesandin. Tundî ango şîdet di destpêka derketina şaristaniyê de her dem hebûye û li gorî her serdeman şikil guherandiye û ji nû vê tê hilberandin.
Di salên derbasbûyî de hejmara jin û keçên ku rastî tundiya dîjîtal tên, zêdetir bûye. Her wiha kuştina jinan bi navê namûsê niha bi berfirehbûna bikaranîna torên dîjîtal formeke nû girtiye û bûye amûreke sereke ji bo tundî, kuştin, gefxwarin û kontrolkirina jinan li hundir û derveyî malê. Ji ber berfirehbûna cîhana ferazî, rêbazên tundiya dîjîtal jî gelek zêde ne. Şêvazê serek yê tundiya dîjîtal gefxwarin e. Ev rêbaz bi gelemperî ji aliyê kesên ku tên nasîn ve bi armanca tolhildanê û zirardayîna îtîbara şexsî ne.
Aliyekî din ê tundiya dîjîtal ku divê bal li ser were kişandin jî pêşkêşkirina îdealên xweşikbûnê li ser medyayê dîjîtal e û ew weke standardên xweşikbûnê nîşan dane. Helbet ew dihêlê derûnî de li ser jinan bandorê dike. Di propagandayên ku tên kirin de bedena jinan weke objeyek tê pênasekirin û hewl didin jinan bixin nava qalibên ku pêşkêş dikin. Xwe gihandina ew qalib û formên ku hatiye diyarkirin dibe zextek civakî û derûnî ji bo jinan. Her wiha bi riya torên dîjîtal û pêwendiyên endustriya seksî û pornoyê ku piştî çek û narkotîk yek ji endustriyê herî bi kêra sîstemê ye her sal bi milyaran dolar sermaye dike berika sermayedaran û jiyana bi milyonan jin û zarokan îstîsmar dikin. Pornografiya înternetê bazarek din e ku jinan weke objeyek nîşan didin û tecawiz, tundî û kuştina jin û zarokan rewa dikin û tundiyê ji nû ve hildiberînin, çanda mêtingeriyê kûrtir dikin li tevahî civakê belav dikin. Ji ber vê ne tenê jin belkî hemû civak li hemberî tundiya sîber di nava bêewlehiyê ne û her kes bi awayekî bi tundiya sîber re rûbirû dimîne.
Tundiya dîjîtal û torên medyaya dîjîtal bi demê re bi awayek berfireh tên bikaranîn û her wiha pirbûna bernameyên wê bûye pirsgirêkek cidî. Ji ber vê divê li gorî her platforma dîjîtal tundiya ku bi riya wê tê meşandin were tesbîtkirin û nasîn û li gorî wê tedbîr were girtin. Ji ber gelek caran kesên ku rastî tundiya dîjîtal tên çalakiya tundiyê weke tundî nabîne. Pêwist e siriyet û zanyariyên şexsî werin parastin û li ser platform neyên belavkirin. Her wiha divê li ser tiştê ku li ser platform tên parvekirin, baldar bin. Bi taybetî wêne û daneyên ferdî neyên parvekirin. Ji be ev wêne û vîdyo gelek caran dibin malzemeyên tundiya dîjîtal.
Ji bo pêşîgiritina tundiya dîjîtal li hemberî civakê bi taybetî jinan gelek rêbaz hene. Divê li ser vê esasê di navbera saziyên civakî de weke perwerde, tendurustî û malbatê de hevkarî ava bibe, dewreyên perwerdeyê werin lidarxistin. Xebatên civakî bi armanca avakirina guhertinên civakî zêde be. Bi taybetî ji bo pêşîgirtina tundiya dîjîtal li dijî jinan divê bikaranîna înternetê bi awayê bi ewle were misogerkirin. Her wiha divê ji bo jinên ku rastî tundiya dîjîtal hatine, mercên xizmetên tibî û civakî werin avakirin. Bi vî awayî dikare bi hevgirtina civakî bandorên tundiya dîjîtal li ser jinan werin kêmkirin






