Viyan Egîd/Qamişlo
Endamê Yekîtiya Parêzeran a kantonta Cizîrê Xalid Omer diyar kir ku hêviya wan Sûriyeke nenavendî, demokratîk û pirreng e, lê hikumeta veguhêz hewil dide sîstemê navendî bihêle û got, “Di desthilatê de tenê kesayet hatin guhartin, lê heman siyaset e, hikumeta veguhêz a Sûriyê tenê di destûrê de yek alî û yek rengî dide pêş.”
Sûriyê û rejîma Baas her tim di nava aloziyek mezin de dijîyan, hertim kuştin, neqebûlkirina gelan, qirkirin û komkujiyên li ser netewên din dihate meşandin. Di dema rêjîma Baas de hemû gel û netew rastî gef, revandin û neqebûlkirinê dihatin, ji ber rêjîma Essed Sûriyê di nava alozî, pirsgirêk û tunebûnê de jiyan dikir. Rêjîma Essed ku 67 salan ma desthilatdar, ew 67 sal ji bo tevahî gelên Sûriyê salên tunebûna maf û jiyanê bû. Bi taybet gelê Kurd herdem bi êş û komkujiyan re rûbirû dima. Rêjima Baas gelê Kurd ji nasnameya wan ya Kudî dûrxistin û qedexe kirin, di heman demê de derfet neda Kurdan ku bi Kurdî biaxivin û bixwînin.
Di 8`ê Kanûna 2024`an de têkçûne rêjîma Baas hat ragihandin, herwiha bi hatina hikumta veguhêz a Sûriyê, rewşa Sûriyê aloztir bû. Sûriyê hîn di nava şer, kuştin, qirkirin û gefê de jiyan dike. Gelên Sûriyê hîn rastî qirkirin û kuştinê tên. Bi taybet pêkhateya Elewî û Durzî di bin navê şerê li dijî bermahiyên Bassê ji aliyê hikumeta veguhêz ve rastî êriş, revandin, işkence û qirkirinê hatin.
Li Sûriyê di serî de kiryarên ku li ser jinê têne meşandin bê sînor û hesabin; jin tên revandin û aqûbeta wan çi ye kes nizane, zarok tên kuştin. Sûriyê ji pêvajoyek xerab derbasî pêvajoyek xerabtir bûye û guhertin nîne. Sûriyê di çarçoveya alozî û mirinê de maye.
Di derbarê hilweşîna rejima Baas ku salek di ser e derbas bû, piştî salekê li Sûriyê çi qewimî û çi guherîn pêk hatin, di heman demê de rejima nû di nava vê salê de siyaseteke çawa meşand û çawa nêzîkî gelên Sûriyê bû, endamê Yekîtiya Parêzeran a kantonta Cizîrê Xalid Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Di Sûriyê de zehniyeta nijadperest nehatiye helweşandin’
Xalid Omer diyar kir ku di 8`ê Kanûna 2024`an de rêjîm ne hat helweşandin, lê belê Beşar Esed reviya û wiha domand: “Di dîroka 8`ê Kanûna 2024`an de her kes mîna helweşîna rêjîmê bi navkir û ragihandin. Lê di nêrîna min de ne wiha ye, tenê Beşar El-esed reviya û rêjîm ew bi xwe ma, ti guhertin û veguhertinên êrênî ji bo berjewandiyên gelên Sûriyê nehat çêkirin. Bi hatine HTŞ`ê yê ku bi navê hikumeta veguhêz a Sûriyê û demkî tê binavkirin, heman zehinyet û işkenceyên li ser gel dide meşandin. Rêjîma Baas rêjîmeke înkarê û netewparest bû, her bi yek ziman û neteweyî esas digirt, di heman demê de bi hezaran kes jî dan kuştin, dema ku komkujî ango qirikirin li hemberî gel dide meşandin, bi awayekî veşatî dide kirin, kêm caran ew sûcên wan yên dijmirovî derdiketin hole. Di heman demê de ku çawa gelek kes mehrûmî nasnema, çand û zimanê wan kir. Ji ber vê yekê dema ku di 8`ê Kanûna 2024`an de helweşîna rêjîma Baas hat ragihadin, hêviyên gelên Sûriyê mezin bû û di wê baweriyê de bûn ku ew ê jiyaneke aram û aştî di hundirê Sûriyê de bijîn, lê gel nezanî ku tenê kes hatin guhertin, ama rêbaz, kiryar, sûc, qetilkirin, komkujî, olparestî, netewparestî û zehniyetnehat guhertin.”
Di çend rojan de wê salek li ser helweşîna rêjîma Baasê derbas bibe, lê heya niha ti guhertin û veguhertinên cidî ji bo gelê Sûriyê pêk ne aniye, ew jî heman zehniyeta Baas li ser Sûriyê dide meşandin û ji rêjîma baas xerabtir jî dike. Dixwaze ew sîstema navendî li sûriya yê feriz bike, ev ji bilî ku komkujî, qirkirin û talan kirin li ser gelê Dûrzî û Elewiyan pêk anî, di destpêka ku HTŞ`ê hat ser desthiledariya Sûriyê, dest bi komkujiyan kir ku di nava salekî de zêdetirê 10 hezar û 955 kes hatine kuştin, ji bilî ku bi hezaran kes windayîne, di nav de jî gelek jin hatin revandin, rêjîm ango zehniyeteke bi vî rengî wê çawa kîrîbe Sûriyê ji metirsiyê derbixe, eger ew bi xwe metirsiyeke herî mezin e.”
‘Hikumeta veguhêz a Sûriyê ti çareserî bi xwe re neanî’
Xalid da zanîn ku li gorî mafên mirovan û mirovahiyê dibêje ku çi hikûmeta hatiye derxistin an biryar bêyî îradeya gel dide hikûmetek û biryarek ne rewa ye û wiha pê de çû: “Sûcên ku îro tên kirin berdewamiya sûcên li dijî netewên din hatine kirin e. Ji Êzidiyên Şengalê heta Kurdên Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê. Heman senaryo, kiryar, kesên nû bi heman hişmendiyê planên qirkirina gelan pêk tînin. Îşkence û koçberiyek bi darê zorê dikin para gelan. Di zagonî de ev kiryar dibin sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne, divê ev sûcdar li gorî zagonên navdewletî werin cezakirin. Hikûmeta Şamê ya nû bi xwe teqilandinek bû, bi belge û îsbat e em vê yekê tînin ziman. Desthilatdariyeke dîktator e ku xwe li ser civakê bi çekekî olî dide ferzkirin. Bêyî îradeya gel biryar li ser wan ferz dike, biryarên ku dide ne biryarên rewa ne. Ji ber li gorî mafên mirovan û mirovahiyê dibêje ku çi hikûmeta hatiye derxistin an biryar bêyî îradeya gel dide hikûmetek û biryarek ne rewa ye. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku ji bo alozî û pirsgirrêkên Sûriyê heya niha ev hikumeta veguhêz a Sûriyê nebûye cihê çareseriyê, di heman demê de heviyên gel da kuştin. Ji ber vê yekê pêwîst e rê li ber sûcên dijmirovî yên ku li dijî gelê Sûriyê tên meşandin werin girtin.”
‘Ji bo çareseriyê sîstema nenavedî guncav e’
Endamê Yekîtiya Parêzeran a kantonta Cizîrê Xalid Omer axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka Sûriyê ya bingehîn ew e ku sîstema nenavendî lê nayê pêk anîn, her bi wê sîstema navendî asê mane û ev dibe sedem ku Sûriyê ber bi parçekirinê ve biçe. Ji bo ku çareserî mesoger bibe, di destpêkê de pêwîst e mafê gel were dayin, tenê gotin ne têrkere, lê belê pêwîst e di destûra Sûriyê de mafê hemî pêkhateyan were tekez kirin, bi taybetî jî ku sîstema nenavendî were avakirin. Da ku mafê tu kesî neyê pişaftin. Em bipirsin ka hêviya me wekî gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan çi ye? Hêviya me Sûriyeya nenavendî, demokratîk û pirreng e. Lê hewldanên cidî ji bo hiştina vê sîstemê wekî xwe, tên kirin. Di desthilatê de tenê kesayet hatin guhartin, lê siyaset heman in.”





