Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îlham Ehmed: Em alîgirê aştiyê ne

06/12/2025
in ROJEV
A A
Îlham Ehmed: Em alîgirê aştiyê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi vîdekonferans beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê bû.

Îlham Ehmed  diyar kir ku nîqaş û guftûgoya li ser aştiyê tên kirin gelek girîng û hêja ne û got: “Li Tirkiyeyê aştî tê nîqaşkirin. Gelek girîng e. Rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê heye. Tevî polîtîkaya tecrîdê jî ev gav avêt û dest bi xebatên aştiyê kir.”

Îlham Ehmed anî ziman ku wê dixwest ku di vê konferansê de amade be û got: “Lê mixabin hê jî diyar e ku astengî heye û divê diyalog bên kirin. Gelek astengî hene em bi hêvî ne ku ji holê rabin. Em dixwazin bi şêwazek mayînde û rast vê pêvajoya aştiyê bir ê ve bibin da ku em li Tirkiyeyê dikaribin aştiyê bi ser bixînin.”

 ‘Qanûnên pêkve jiyanê divê bên çêkirin’

Îlham Ehmed bal kişand ser meseleyên Rojava û Sûriyeyê û got: “Em li Sûriyeyê dixwazin pêvajoyek demokratîkbûyînê bi rê ve bibin. Em dixwazin bi hemû pêkhateyan re Sûriyeyek nû ava bikin. Em dixwazin hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqî de bi hev re bijîn. Em dixwazin her kes li vir bi bîr û baweriya xwe bi azad bijî. Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya Tirkiyeyê jî. Aramî û xweşiya li vir dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike.”

 ‘Bandora fikra Rêber Ocalan li ser Sûriyeyê heye’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dirêj li Sûriyeyê maye û bandora wî li ser axa Sûriyeyê heye û got: “Fikir û ramanên wî bandorek mezin li ser gelên Sûriyeyê kir. Nîqaşên li ser aştiyê nîqaşên gelek girîng in. Divê ev nîqaş û axaftin û guftogû bi biryardarî û îrade werin kirin. Piştî pêvajoyê li Tirkiyeyê dest pê kir, bandora xwe li ser Rojava jî kir. Li ser me bandora xwe kir. Bandora hikûmeta Tirkiyeyê li ser hikûmeta Sûriyeyê heye. Bi awayekî vekirî qenalên ku pêwendiya me bi Tirkiyeyê re datîne hene. Divê rêber Abdullah Ocalan ne di zindanê û şertên tecrîdê de be, heke wisa be dê bandora xwe bêtir û bi leztir li ser aştiyê bike. Di rewşa girtinê de ne mimkûn e ku gavên bi lez bên avêtin û girtin li pêşiya aştiyê astengiyan derdixe. Gava aştî li van her du welatan hebe, di nava civaka Kurd, Tirk, Ereb de dê demokrasî û aramî pêk were.”

 ‘Divê danûstandinê me û tirkiyeyê dest pê bikin’

Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de dest pê bikin û got: “Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin û em xwe jî li Tirkiyeyê bibînin. Em ne alîgirê şer û çekan e, em alîgirê aştiyê ne. Ji me re jiyana komunal a demokratîk lazim e. Em ê ji niha şûn ve bi israr bi vê biryardariya xwe ya aştî û demokrasiyê ve bimînin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve.”

Îlham Ehmed ji bo pêkanîna aştiya li Sûriyeyê û Tirkiyeyê bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir û wiha got: “Ez bang li Serokê Amerîkayê dikim, em dixwazin li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî aştiyek mayînde pêk bînin û dengê xwe di mijara aştiyê de bilind bikin. Îro dem dema ku her mesûliyetê bidin ser milê xwe da ku êdî xwîn nerije û dayik negirîn. Em aştiyê li ser herêmê serwer bikin. Silav û rêz û serkeftin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.