Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampaniya ya paqijkirina dibistanan li bajarê Qamişlo hat despêkirin

04/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kampaniya ya paqijkirina dibistanan li bajarê Qamişlo hat despêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hunergeha Welat û Şaredariya Qamişlo ji bo destpêkirina kampaniyaya paqijkirina dibistanan, li pêşiya dibistana Navîn ya şehîd Diyar ya li bajarê Qamişlo daxuiyaniyek dan.

Îro, li bajarê Qamişlo Hunergeha Welat û Şaredariya Qamişlo ji bo destpêkirina kampaniyaya paqijkirina dibistanan, li pêşiya dibistana Navîn ya şehîd Diyar ya li bajarê Qamişlo daxuiyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Desteya Jîngehê ya Cizîrê, Desteya perwerdeyê, Komîngehên taxan, Mamoste û şagirt beşdar bûn. Di heman demê de daxuyanî ji aliyê hunermendê Hunergeha Welat Delîl Mîrsaz ve bi Kurdî  hat xwendin.

Dexuyanî wiha ye :“Îro em wek Hunergeha Welat û Şaredariya Qamişlo bi kampaniyayek ji bo xwedîderketina li dibistanan me da despêkirin. Em bi navê xwedîderketina li dibistanan ji bo ku em van dibistanan paqij û baştir bikin me ev kampaniya dest pê kir. Dema ku zarok û şagirtên me di dibistanên wan de qirêjî û serma hebe nikarin wan zarokan perwerder bikin. Heya ku perwerdeyeke baş çê bibe divê hemû civak, sazî û herkes bikaribe xwedî li dibistanan derkeve, ji ber ku xwedîderketina li dibistanan xwedîderketina li perwerdeyeke baş e. Herwiha bi perwerdeyeke baş van zarokan sibe li keda vî welatî, şehîd û xebatkarên vî welatî xwedî derkevin, eger ev zarok baş perwerde nebin em nikarin bêjin ku pêşeroja me gelekî ronahî ye. Ev kampaniya me ji paqijkirinê bigirin heya aliyên din yên dibistanan û bi hemû awayên wê, wê werin saxlemkirin û avakirin.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Ev kampaniya wê îro dest pê bike û herwiha wê ev kampaniya gelekî dirêj jî bike û di heman demê de gelek saziyên din jî bibin alîkar û dest bi vê kampaniyayê bikin û berdewam bikin, da ku ev paqijî bighêje hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Da ku em xwedî li dibistaneke baş û perwerdeke baş û avakirina nifşkî baş derbikevin, da ku di dema pêş de xwendekar jî xwedî li welatên xwe derkevin. Em bi hêvî ne ku herkes xwe di ber vê kampaniyayê de xwe berpirisyar bibîne ji bo bi hev re em jiyaneke baş û paqij ava bikin.”

Di dawiyê de bi hev re dest bi paqijkirina dibistanê kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.