Ayşa Silêman/ Dêrik
Gulfiroşa bi navê Zîn Elî diyar kir ku hezkirina wê ji gulan re hîşt ku berê xwe bide vî karî û wiha got: “Armanca min ji vî karî ew e ku çanda gulan li bajar belav bibe.”
Zîn Elî di 16’ê Mijdara sala 1999’an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye heya 3 saliya xwe li Qamişlo derbas kiriye, paşê ew û malbata xwe berê xwe dan Paytexta Şamê û li wir bi cih bûn heya destpêka Şoreşa Rojava berê xwe dan bajarê Dêrikê û jiyana xwe li wir berdewam kirin. Dema Zanîngeha Rojava vebû Zîn Elî berê xwe de zanîngehê û 2 salan Peymangeha Zimanê Kurdî xwend û 2 salan mamostetî kir. Ji ber ku xwesteka xwendinê li cem wê gelekî hebû careke din berê xwe da Zanîngeha Rojava û 4 salan wêjeya kurdî xwend û niha jî cihekî taybet ji bo xwe vekiriye û gulan difroşe.
Di derbarê kar û hezkirina wê ji gulan re Gulfiroşa bi navê Zîn Elî ji Rojnameya me re axivî.

Şert û mercên civakî rê li pêşiya pêşketinan digre
Zîn Elî da zanîn ku piştî derçûna wê ji zanîngehê wê di gelek cihan de kar kir û wiha got: “Tevî ku min gelek karên wêjeyî jî kirin lê min hertim ew hest jiyan dikir ku ne li gor minin, lewma hertim ez di lêgerînê de bûm ku ez karekî layîqî kesayeta xwe bibînim. Berî ku ez zanîngehê bidawî bikim bi salekî min pirojeya gulan danî pêşiya xwe, di pilana min de bû ku ez li bajarê Qamişlo vê pirojeyê dest pê bikim û bi rengekî berfireh, him şitilgeh him jî cihê firotina gulan. Lê di çanda me de nabe ku jinek piştî qedandina xwendinê bi tena xwe jiyan bike û serbixwe be, lewma ji ber şert û mercên civakî malbatê rê li pêşiya min girt ku ez pirojeya xwe li Qamişlo pêk pêkbînim. Êdî ez vegeriyam bajarê Dêrikê li ser min gelek zehmet bû ku ez dev ji hertiştî berdem, ji ber vê yekê nêzî salekî ez rastî nexweşiyan hatim û min nikarî tu karan bikim. Êdî careke din min biryar da ku ez pirojeya xwe ya gulan bi awayekî din pêk bînim, tevî ku di jiyana min de tu kesî ne gul diyarî min kiribûn û ne min diyarî tu kesî kirbû.”
Îradeya jinê rê li pêşiya zehmetiyan digre
Zîn Elî axaftina xwe wiha domand û got: “Ez xwediya vê pirojeyê bûm û min bixwe destek da xwe, dema min dest bi pirojeya xwe kir êdî malbat û hevalên min yên nêzîk piştgiriya min kirin. Ev nêzî 4 mehaye ku min firoşgeha gulan vekiriye, helbet destpêka her gav avêtinkî zehmetiyên wê hebûn bi taybet di welatê me de heya ku qebûl bikin jin jî dikare herkarî bike. Di heman demê de min bi tena xwe amadekarî ji bo vê cihî kir çi di milê boyax kirin, dîkor û sererastkirin de. Dest pêkê min tenê baqên gulan çêdikirin lê gelek kesan daxwaz dikirin ku ez cihekî koşata vekim ji ber jin bêtir rehetiya xwe di milê van tiştan de bibîne, ji ber vê yekê ez amadekariya dikim ku cihekî din vekim him koşat, karê destan û mûmên destan jî wê têde werin pêşkêş kirin. Di heman demê de ez amadekariyên xwe dikim ku ez tevlî pêşengeha Pamêla bibim da ku karê xwe pêşkêş bikim, ku çawa dema jinek xwesteka wê hebê wê gelek serkeftinan bidest bixwe.”
Belavkirina çanda gulan
Gulfiroşa bi navê Zîn Elî dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Bajarekî wek bajarê Dêrikê cihekî taybet bi gulan nîne, lewma armanca min ji vê pirojeyê ew e ku ez çanda gulan belav bikim tevî ku bajarê Dêrikê navdare bixwezaya xwe lê çanda dayîna gulan têde nîne. Ez gulan ji Şam, Başûrê Kurdistanê û ji Qamişlo tînim, ji ber ku gul ne li cem me tê çêkirin buhayê wê girane lê ji derdorê arzantire, di heman demê de ji ber ku bajarê me fêrî çanda gulan nebûye lewma bi çavekî buha lê dinêre. Tişta ku gelekî min têşîne gelek kes hene biçavekî piçûk li gulê dinêrin û wê bê nirx dibînin, nizanin ku her rengek xwedî wateyekî ye. Armanca min ne madiye yek armanc tenê heya ew jî hezkirina gel ji gulan re çêbibe û çanda gulan belav bibe.”






