Kemal Necim
Di demên dawî de, mijara nivîsên wêjeyê yên bi rêya Jîriya Çêkirî (AI) hatine çêkirin ketiye rojeva derdorên wêjevan û nivîskarên kurd. Tê gotin ku beşek nivîskaran êdî nivîsên xwe yên wêjeyî bi taybet, helbest, çîrok û romanan bi rê û alîkariya platformên Jîriya Çêkirî çêdikin.
Ji bilî arîşe û pirgirêka ramyarî û exlaqî ya vê rûdanê, gelek pirsên din derdikevin holê, ka gelo bira Jîriya Çêkirî dikare deqên wêjeyî yên nêzî hestên mirovî biafirîne?.
Li gorî hin zanyaran mijara dahênanê û afrêneriya nivîskî mijarek felsefî ye, ji ber çaxê ku mirovek deqekê diafirîne, ew dengê xwe yê wêjeyî û ezmûna xwe ya jiyanê bikar tîne, lewma ew deqa ku diafirîne dibe afrêneriya hişê mirovan. Nivîsîn ne tenê rêzkirina peyvan û wateyan e, nivîsîn derbirîna ezmûna mirovî ye. Angot mirov êşên xwe, pirsên xwe dike wate. Mirov dêşe, xeyal dike, kêfxweş dibe û dikare van hestên mirovî veguherîne wateyan û bike deqeke wêjeyî. Lê ev hestên mirovî li ba makîneyan tune ye, ji xwe Jîriya Çêkirî makîne ye, ew makîne hatiye tijekirin, agahî û peyv xistine bîrdanka wê de, ew jî li gorî agahiyên ku jê re hatine dayin, dixwaze tiştên nêzî yên mirov diafirînin, biafirîne.
Bê guman, di asta heyî de Jîriya Çêkirî dikare deqên bi bandor çêdike, di demeke pir kurt de dikare bi sedan deqan çêbike û agahiyan rêz bike, lê tiştek bê hiş û raman e, ew tenê tiştên ku jêre hatine gotin û li ser hatiye perwerdekirin dibêje û çêdike, ew nikare bifikire û derbarê mijarên felsefî yên derûniya mirovan de pirsan bike û bersivan bide.
Lewma di warê wêjeyê de her nivîseke ku bi alîkariya Jîriya Çêkirî hatiye çêkirin, mirov nikare navê afrandinê lê bike, ew tenê dibe deqeke çêkirî ya bê hest.
Ev arîşe û pirsgirêka exlaqî niha li gelek deverên cîanê bûye mijara gotûbêjan. Sala derbasbûyî romannivîsa Japonî Rei Kodan li ser romana xwe ya bi navê “Burca Tokyo ya Hevkariyê” xelateke wêjeyî wergirt. romannivîsê di axaftina xwe ya dema wergirtina xelatê de diyar kir ku wê roman bi alîakriya bernameya Jîriya Çêkirî CHAT GPT nivîsandiye, ev yek bû sedem ku hin xwendevanên Japonî xelata wê wekî “Diziya Wêjeyî” bi nav bikin. Heman tişt li hin deverên din pêk hat.
Di rewşa wêjeya Kurdî de, ji xwe berê gelek pirsgirêk û arîşe hene. Heta hina qadeke tekûz ya rexnegiriya wêjeyî di nav kurdan de nehatiye avakirin, lewma heta niha deqên wêjeyî yê kurdî baş nehatine lêkolînkirin û rexnekirin. Ji ber vê yekê, salane gelek berhemên wêjeyê yên lawaz û qels dikevin bazara pirtûkan.
Niha jî eger ev qada lêkolîn û rexnegiriyê pêşnekeve, eger rexnegiryeke pirspor nekeve qada wêjeya kurdî de, dê rûdaneke hîn xerbtir derkeve. Dê rojane bi dehan deqên çêkirî, yên dûrî hest û raman û afrênerya mirovî derkevin û li nava civakê belav bibin.
Pir girîng e ku saziyên têkildar bi baldarî gun bidin qada rexneya wêjeyî, li zanîngehan û akademiyan vê mijarê bikin rêbaza pwerwerdeyê û kesên ku di vê mijarê de pirspor in, yan dikarin di dema pêş de bibin pispor piştgirî bikin.






