Navenda Nûçeyan
Mîtolojî şaxek ji zanistên mirovî ye ku şîrovekirina efsane û çîrokên gelêrî yên li ser xwedayan, qehremanan û bûyerên serxwezayî di çandên cûda de lêkolîn dike, bi armanca têgihîştina bawerî, nirx û têgihîştina mirovan a li ser gerdûn, jiyan û mirinê. Herwiha di dîn de jî parçebûn heye, civak jî bi rêya koleyê ve tê rêvebirin.
Pênasekirina Mîtolojî
Ev zanist çavkanî û pêşveçûna efsaneyan û rola wan di şekildana nasnameya çandî û civakî ya gelan de dişopîne û li ser nivîsên kevnar, belgeyên devkî û huneran hatiye avakirin. Di heman demê de mîtolojî berhevokek ji efsaneyên taybetî yên çandek an folklora taybetî ye ku alîgirên wê bawer dikin ku pir rast in û ravekirinên tiştên ku di xwezayê de diqewimin. Herwiha tiştên ku bi mirovahiyê ve girêdayî ne dihewînin. Ji hêla din ve, mît çîrokek e ku ji berhevokek bûyerên serxwezayî û ecêb pêk tê. Ew dikare berhevokek ji bûyerên dîrokî yên ku di bîra mirovan de hatine vegotin, lê bi awayekî cûda çîrokê diguherîne an lê zêde dike, dihewîne.
Peyva “mîtolojî” di bingehê xwe de Yewnanî ye û tê wateya efsane an çîrokên kevnar.
Pêkhateyên mîtolojiyê
Mîtolojî: Ji bo fêmkirina sembol, bawerî û qalibên dubare di hişmendiya kolektîf de, dikeve nav analîza mîtan.
Têgihîştina Diyardeyan: Armanc dike ku rave bike ka mirov çawa li gerdûnê, afirandinê û jiyana piştî mirinê dinêrin.
Analîza çandî û civakî: mîtan bi çarçoveyên çandî, civakî û olî ve girêdide û rola wan di rewakirina norm, adet û rêûresman de eşkere dike.
Karên Mîtolojî
Bersiva pirsên mezin: Mîtolojî bersiva pirsên hebûnî yên wekî “Kê cîhan afirand?”, “Dewlet dê çawa biqede?” û “Piştî mirinê çarenûsa mirovan çi ye?” didin.
Rewakirina sîstemên civakî: Ew alîkariya rewakirina hebûna pergalek civakî ya taybetî an norm û kevneşopiyên ku di civakekê de belav dibin, dikin.
Qadên Lêkolînê di Mîtolojiyê de
Efsaneyên afirandinê: çîrokên ku rave dikin ka gerdûn çawa derketiye holê û jiyan çawa dest pê kiriye.
Efsaneyên bidawîbûna cîhanê: Çîrokên li ser çarenûs û vejîna cîhanê.
Efsaneyên qehremanî: çîrokên qehremanên mezin ên xwedî hêzên serxwezayî.
Mîtolojiya Elmûqarene: Li gorî zanyarê Elinserobolociya Kilûd Lîvî Şitrawis avahiyên bingehîn ên hevpar ên mîtên cûda lêkolîn dike û mûqrene dike.
Taybetmendiyên Mîtolojiyê
Ew bi kûrahiya xwe ya felsefî tê cudakirin ku wê ji çîrokên din ên gelêrî cuda dike.
Berê mîtolojî, mîna zanistên din, wekî tiştekî ku di naveroka xwe de tê qebûlkirin û pejirandin dihat hesibandin.
Gelek caran, efsane li dora xwedayan an nîvxwedayan, xwezaya hebûna mirovan û rola mirovan di van efsaneyan de dizîvîrin.
Ew diyardeyên xwezayî, çawaniya çêbûna gerdûn, çawaniya afirandina mirovan û gelek mijarên din ên bi zanistên mirovî ve girêdayî vedibêje û rave dike.
Cureyên Mîtolojiyê
Mîta rêûrismî.
Mîta afirandinê.
Mîta şirovekirinê.
Mîta sembolîk.
Rola mîtolojî di civakê de
Şîrovekirina hebûn û gerdûnê: Mît ji bo pirsên bingehîn ên mirovan ên wekî çavkaniya gerdûnê, xwezaya mirov û wateya jiyan û mirinê ravekirinan peyda dikin.
Rênîşandan rêbazên civakî: Mît civakê ber bi norm û nirxên exlaqî ve dibin, xeta cudaker a di navbera rast û xelet de zelal dikin û beşdarî şekildana rêbazên takekesan û koman dibin.
Şekildana nasnameya kolektîf: Mît çîrokên qehreman û kokên hevpar peyda dikin, hesta aîdiyetê pêş dixin û dibin alîkar ku nasnameyeke komê ya yekgirtî û cihêreng ava bikin.
Îfadekirin çand û baweriyan: Mît nêrîna cîhanê û baweriyên olî û felsefî yên mirovan nîşan didin û beşek girîng a mîrata wan a çandî pêk tînin ku ji nifşekî ber bi nifşekî din ve tê veguhestin.
Bersivdayîna diyardeyên xwezayî û civakî: Mît bi şirovekirin û wateyê dayîna diyardeyên fîzîkî yên wekî lehiyê û diyardeyên civakî yên wekî qanûnan bersiv didin, bi vî awayî hesta bêçaretî an jî matmayîbûnê di nav endamên civakê de kêm dikin.
Bi huner û çandê re têkilî
Çîrokên mîtolojî, destan, helbest û edebiyata nivîsî têne bikaranîn. Ev mitolojî ne tenê beşek ji dîrokê ye, lê beşek ji çanda rojane ye.
Têgihiştina Tevgera Mirovî: Mijarên wekî şewqên xwedan, qurbaniyên şehîdan û xiyanetên wan, alîkariya têgihiştina tevgera mirovî dikin. Ji vê aliyê, mîtolojî dikare ronahiyek bidê bo zanistên wekî psikolojî û sosyolojî.
Mîtoloji û Jin
Mitolojî çavkaniyeke kevnar e ku di çanda mirovî de rûmeta jinê bi awayekî zêde girîng nîşan dide. Di çendiyên kevnar de, jin wekî xweda, dayik an jî şêwirmend tê xuyakir. Lê di hin mîtolojiyên din de jin bi awayekî kêmtir, zêde xizmetkar an jî sedemê xwîn û şer tê nîşandan. Di mîtolojiyên Mezopotamyayê de, jinên wekî Înanna û Eştar xwedan hêz û xwêzî ne. Di mîtolojiyên Yewnanî de, jinên wekî Athena, Hera û Aphrodite rolên girîng ên siyasî, şehrazî û hevpeyvînî digirin. Di mîtolojiyên Kurdî de jî, jin bi awayekî xweş û xwêzî tê xuyakir, wekî dayikê zemanê, parêzvanê axê û hêza xwezayê ye.
Mîtolojî dikare beşek ji şopandina rol û rûmeta jinê di civak û dîrok de be. Di vê çarçoveyê de, jin ne tenê beşdarê çîrok û afsaneyan e, lê çavkaniyeke girîng e ji bo têgihîştinê ku civak çawa jinê dîtibû.
Li gorî lêkolînên Mîtolojîk rola mêr
Di parastinê de rola mêr: Mêr bi nasnameya gundî û şerkerî klanê ji têhdîdan derve diparêze. Hêza fizîkî û stratejî taybetmendiyên wê ne. Mêr wekî yek beşê tevahiya jinê tê dîtin. Ew figûrek e ku ji hêla jinê tê zayîn, mezin dibe û rê tê dayîn.
Rolên cuda, nirxa wekhev
Di mîtolojiyê de jin û mêr rolên cuda digirin, lê yek ji yê din zêde nîne. Ev têkiliyeke wekhev e ku bi têgihîştina aştiyê ya nûjen re, têk dike.
Bêsinîfî
Di civakên mîtolojîk de hiyerarşî tune, belkî parvekirina karan heye. Her kes jiyanek heye, nirx heye û beşek ji tevahiyê ye ku her tişt jiyanek heye.
Bandora animîzmê
Di mîtolojiyê de, çiya, dar, çem, av û hêşî jî jiyanek tê hesibandin. Ev têgihiştin jiyaneke bi xwezayê re têkildar nîşan dide. Di nav civak, xweza û mirovan de sinor nîne. Girêdanên avahî hene. Her tişt bi hev re diaxive, di têkiliyê de ye.
Mîtolojiyên Sumerî
Sumeriyan mirovan wekî xizmetkarên xwedan çêkirin. Xwedan Enkî û Ninmah mirovan bi tevgera ax û xwînê xwedan çêkirin. Armanc ew bû ku karê xwedan hêsan bibe.
Mîtolojiyê Yewnanî
Prometheus ji xwedan agirê dikuje û mirovan dide, ji ber vê yekê cezayê dide.
Mirov di demsalên cuda de hate afirandin: Demsalê Zivistanê, Zilverê, Bronzê, Qehreman û Demsalê Demirê. Mirovên Demsalê Zivistanê wek xwedan dijiyan, êş û xem nedîtin. Bi demekê mirovan dest bi şerê xwedan kirin û cezayê wergirtin.
Mîtolojiyê Babilî
Xwedê Marduk Tiamatê xwedê kaosê dikuje û ji laşê wê dinyayê çêdike. Wekaki Çiçek dimire ji çiçeke şev çedibe. Tiştek ji bo çebibe, pêwîst e tiştek bimire, ji bo dûnya çebibe pêwîst e tûamat bimire. Mirovan ji bo xizmeta xwedan çêdikin; di çêkirina mirovan de ax û xwînê xwedan tê bikaranîn. Bi gelemperî xwedê afirandinê Ûlgen an jî Kayra Han vê pêvajoyê rêve dike.
Heza jin gava dikeve dest zilam
Di çêbûna mirov de, Hewa dibe pisrgirek û gunehbar. Di vê dîtinê de, jin dikeve xizmeta zilam. Ev dibe bingehê perçebûna navbera jin û zilam de. Jiyana şaş rast nabe jiyankirin. Şaştiya destpêkê dibe bingehê perçebûna destpêkê. Di mîtolojiyê de, bi destê zilam jiyan tê çêkirin. Ev çîrok di dîn de jî dibe bingehê jiyana civakî û perçebûnê. Ev çîrok ji Sumeriyan derbasî hemû şaristanan bûye. Di mîtolojiyê de, serdestiya civakê bi zîhniyeta şaş tê avakirin û jiyana mirovî tê şaşkirin. Lê pêwîst e ku neyê jibîrkirin ku di mîtolojiyê û civakê de, afirandina jine jî heye.
Mîta di serdema nûjen de
Tevî pêşketina zanistê jî, efsane hîn jî bandorek mezin li ser şekildana hişmendiya civakan dikin û di wêje, huner û medyayê de xuya dibin.
Di ol de civak
Mîtolojiyên Sumerî rêbazên îdeolojîk ên qewimandina ruhan in. Zanînên wan ji bo qewimandina îdeolojîk û çêkirina xeyal û şaşî di nav mirov de têne bikaranîn. Ev mîtolojî derdikeve cihê cudakirina hêz û koçer, jin û mêr, ruh û beden, zêrekîya hisî û zêrekîya analîtîk.
Bi mîtolojîyê mirov dibe qeşeya xwedê, jin jî dibe tiştê ku ji parsûwê mêr hate afirandin. Şoreş û dijşoreş jî bi mentalîteyê têne kirin. Bi Sumer û mitolojî re felsefeya koçerî tê pêşxistin. Ev sîstem wekî qeder hate serxistin. Lê hene ku ew qeder qebûl kirin, hene jî qebûl nekirin û hêzên ku berê xistin, yek ji van hêzan jin in ku hêza bingehîn a pergalê ya matriarkî ne û jî komên, aşîretên ku xwestin wan bifikirin. Van hêz di çiya, çolê û daristanê de berê xistin. Duyem hêza berê xistin di formê olên xwedêyekê de xuya dibe. Ew li dijî çandê ya padîşah-xwedê ye. Dîyar dike ku mirov nikare xwedê be û xwedê yek e. Bi Hezret Îbrahîmê di serdema M.Î. 1700’an de pêk tê. Îbrahîm bi şikandina pîran guherîna mentalîyetê pêşve dike û pergala koletiyê ya qelew nerm û reform dike.
Gava ku mîtolojî bi dogma diguherin, dîn diafirîne
Mîtolojî nikare bi temamî wekî ol were hesibandin. Ol pêdivî ye ku bawerî û şêwazên ibadetê negerîn bibin. Ew bi temamî çêbûyî ye. Bawerîkirinê li ser çêbûyî bingehê olê ye.
Tenê taybetmendiya pozîtîf a wê ew e ku di guherîna fikrê kurasiyekê di civakê de giran çêdike û bi awayekî ne xwestî jî, rêyek bo fikrê zanistî û felsefî vedihewîne. Dî nezikatiye din de her tişt li gorî gotina xwedê ye , jiyan, armanca û rêya gihîştina rastiyê bi gotina Xwedê ya ji civak û xwezayê derbas dibe. Hemû pêximber li dijî hêkimtiyê rabûn, berxwedan kirin û heta mirinê çûne. Lê di encamê dexulamiyê bi hêz kirin.






