Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşketina Îsraîlê di Sûriyê de bi peyam e!

03/12/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di roja 28’ê Mijdarê de Artêşa Îsraîl bi bejahî derbasî gundê Beyt Cin a başûrê Şama paytext de pêş ket. Leşkerên Îsraîlî bendên kontorlê çêkirin, rêwî kontrol kir û di nava gund de bi hêsanî opersyona leşkerî pêk anî. Fermandarên Îsraîlê derbarê mijarê de agahî dan û diyar kirin, êrişa wan ji bo pêşîlêgirtina li dijî metirsiyên leşkerî û gefên li dijî ewlehiya wane. Balkêşe  pê re rayedarên Îsralê ragihandin, danûstendinên di navbera wan û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de têk çûye û tu encam pêkve ne hatiye.

Îsraîl bi vê yekê dixwaze şertên xwe bi hêza çekan li ser hikûmeta veguhêz a Ehmed El Şeri feriz bike. Bi taybet di demekê de hikûmeta behsa mijarê di hemû dosyayên xwe yên hindir û derve de xetimiye û nikare guhertinan pêk bîne.

Xwepêşandanên hefteya derbasbûyî ya li herêmê Elewiyan ku li ser banga Lêvegera Ruhî ya Meclisa Elewiyan Xezal Xezal nîşan dide hikûmeta veguhêz di qada hundirîn de bê bê çare bûye. Di heman demê de mijara danûstendinên di navbera wan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji diyar dibe, danûstendin ber bi cemeda bi temamî ve diçe. Ji xwe mijara Siwêda ji herdû mijarên beriya xwe ne cûdatirin. Li herêmên Suniyan jî hikûmet nikare ji jiyana civakê re bibe bersiv. Hema nêzî salek di ser desthilata hikûmeta veguhêz re derbas dibe û heta niha nikarin gavan ber bi riya çareseriya demokratîk ve bavêje. Berûvajî wê hema xeta rêjîma berê ya Beşar El Esed girtiye û wê bi cilê xwe yê nû didomîne. Li gelek heêrmên Sûriyê perwede bi temamî sekniye.

Îsraîl guhertinên heyî ji nêz ve dişopîne. Dixwaze bi qezencên mezin derkeve. Li ser van mijaran zêde bike heta niha hikûmeta Ehemed El Şeri bi şêwayê xwe yê heyî zemînek baş ji çeteyên DAIŞ’ê û teroristên din re vekiriye. Her çendî hikûmeta veguhêz bi Amerîka re itîfaq kiriye û qaşo tevî Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bûye. Lê ev nayê wê wateyê metirsiyên wan li ser ewlehiya herêmê nemaye. Berûvajî wê DAIŞ’ê ji Artêşa heyî ya hikûmeta veughêz sûdê werdigre û tevgera xwe bi wan konfilaş dike.

Di êrişa wan a li eniya Medan a li ser bendên QSD’ê bi belge ev diyar bû. Dîmenên balafirên wan ên bê mirov ên ketin destê QSD’ê de hevkariya wan radixe ber çavan. Lê zêde bike tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêrazorê û başûrê Sûriyê vê rastiyê hîn bi hêztir dike. ji lewma Îsraîl di vê mijarê de dixwaze rewşa heyî bikar bîne. Şertên xwe di peymana aştî de bi cih bîne. Li şûna peymanên ewlehiyê yên demkî aştiya meyînde bêyî dayîna Colana û beşek mezin ji herêmên nû dagirkiriye, li hikûmeta Sûriyê vegerîne.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê jî bi rewşa xwe ya heyî diyar dibe, nikare  xwe ji bin sîwana dewleta Tirk û hin hêzên ereb derbixe. Ji lewma jî nikare tu pirsgirêkên behsa mijarê çareser bike. Ev jî rê ji Îsraîl û beriya wê dewleta Tirk re vedike li gorî hêza xwe siyasetên xwe di Sûriyê de feriz bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.