Erdogan Altan
Şerên hegemonyaya cîhanî, jinûve dizayna Rojhilata Navîn û xaçerêya dîrokî ya Tirkiyeyê Dema ku em dikevin meha dawî ya 2025’an, em wekî mirovahî careke din bi heman pirsê re rû bi rû dimînin: Em ber bi ku ve diçin?
Şerê Cîhanê yê Sêyem êdî ne têgehek razber e. Bi awayên asîmetrîk, bi pêvçûnên wekatel ê, bi dorpêçkirinên aborî û bi şerên enformasyonê ji mêj ve dest pê kiriye. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn cûda, ev şer bêyî xêzkirina xetên cepheyê, bêyî ragihandina şer pêş de diçe. Lê tabloya hovîtiyê heman e: Li her derê zarok dimirin, huquqa şer di bin lingan de ye, nirxên mirovahiyê ji holê tên rakirin.
Paradoksa bingehîn a sîstema cîhanî ev e: Ne bi çareserkirina pirsgirêkan, lê bi kûrkirina wan li ser lingan dimîne. Krîza avhewayê, xizanî, pêlên koçberiyê, qutubiya civakî… Yek ji wan jî ne wekî “pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin” lê wekî “krîzên ku divê bên birêvebirin” têne nirxandin. Manîpulasyon û dezînformasyon tu caran ewqas sofîstîke nebûne. Sûcdarên rastîn têne veşartin, sûcbarên sexte têne afirandin.
Rojhilata Navîn wekî arenaya ku têkoşîna hêza cîhanî herî zêde tê jiyîn û her diçe berdewam dike. Amerîka û hevalbendên wê, di sînordarkirina bandora Rûsya, Îran û Çînê de li herêmê mesafeyek girîng bi rê ve birin. Peymanên Îbrahîmî, ne tenê projeyek korîdora enerjiyê ye; ew çarçoveya stratejîk a avakirina Rojhilata Navîna nû ye.
Mîsyona ku berî sed salan Lozanê hilgirtibû, xuyaye îro li Peymanên Îbrahîmî hatiye barkirin: Nûnersaziya herêmê, ji nû ve damezrandina hevsengiyên hêzê.
Di vê hevkêşeyê de cihê Tirkiyeyê di nîqaşê de ye. Her çend girîngiya wê ya jeostratejîk a berê kêm bûbe jî, derxistina wê bi tevahî ji lîstikê jî ne gengaz xuya dike. Hewldana Washingtonê ji bo lihevhatina Îsraîl-Tirkiye nîşan dide ku Enqera hîn jî aktoreyek e ku tê hesabkirin.
Di nav vê tabloya kaotîk de, yek ji pêşveçûnên herî girîng ên 2025’an li Tirkiyeyê çêbû. Banga aşîtiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, biryarên dîrokî yên PKK‘ê, şewitandina çekan, vekişîna ji deverên şer… Ev ne gavên piçûk in.
Banga ku di meha Sibatê de hat kirin, biryarên kongreyê, merasîma sembolîk a Tîrmehê… Hemû ev nîşan didin ku aliyek îradeya xwe ya şênber daniye. Gelo bersiv çi bû?
Helwesta desthilatdariya AKP‘ê cihê nîqaşê ye. Taktîkên demdirêjkirinê li hember gavên niyeta baş, bersiva têrnekirî li hember gavên pêbaweriyê, gotara israrkar di navkirina pêvajoyê de (“Tirkiyeya Bê Teror”) pirsên cidî diafirîne
Serdana komîsyonê ya Îmraliyê wekî nîşana ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye tê şîrovekirin. Lê ji bo ku ev qonax bi tenduristî pêş de biçe hin pêdivî hene:
Ya yekem, beşdariya Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyê de di bin şert û mercên wekhev û azad de. Ya duyemîn, guhertinên şênber di şert û mercên jiyan û xebatê de. Ya sêyem, zelalkirin rola komîsyona meclîsê û diyarkirina çarçoveya pêşniyarên biryarê.
Hewldanên “gotinên ku ne li gor rihê pêvajoyê” yên ku ji niha ve dest pê kirine, dê di rojên pêş de zêde bibin. Gotinên wekê “daxwazên maksîmalîst”, bingehek amadekirî ye ji bo redkirina gavên destûrî (makezagonî). Zimanê provokatîf ê hin torên medyayê jî beşek ji vê stratejiyê ye.
Helwesta partiya muxalif (opozîsyona) sereke jî mijareke nîqaşê ya cuda ye. Biryara neçûna Îmraliyê wekî stratejiyek li dijî diyarkeriya AKP‘ê tê pêşkêşkirin. Lê eşkere ye ku li pişt vê refleksên neteweperestî hene.
Nêzîkatiya nepejrandina Rêber Abdullah Ocalan wekî muhatab, dibe ku di demkurt de hin beşên hilbijeran razî bike. Lê dîrok, ne yên ku pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tên, yên ku gavên wêrek avêtine dê bi bîr bîne.






