Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rojnamevan Mansur Adali diyar kir ku hîn di pêla destpêkê ya serhildanên demokratîk ên gelên Sûriyê de rejîma Baas têk çûbû, lê ji aliyê hin hêzan ve li ser piyan hatibû hiştin, gel jî li bendê bû ku li şûna wê rejîmekî demokratîk a ku maf û îrada siyasî nas bike, were avakirin û got, “Colanî wekî kabûsekî li ser xewn û xeyalên pêkhateyên Sûriyê rûnişt.”
Derbarê giştî rewşa Sûriyê, bi taybetî guhertin û veguhertinên ku ji dema hatina hikumeta veguhêz li ser desthilatdariyê pêk hatine, rojnamevan Mansur Adali bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di 8’ê kanûna 2024’an de guhertineke ku ne di xeyalên gelên Sûriyê de bû, li Sûriyê pêk hat, ev guhertin bi çi rengî bû û gelên Sûriyê ev guhertin çawa girtin dest?
Di bingeh de pêla geşedanên ku bi ‘Bihara Gelan’ re li Rojhiata Navîn dest pê kir, bandora xwe li ser Sûriyê jî kiribû; ango guhertina Sûriyê bi ‘Bihara Gelan’ re dest pê kiribû. Her kes li bendê bû ku di Sûriyê de jî rejîma Baas a şoven, rejîma ku mafên demokratîk û siyasî yên gelên Sûriyê nas nake, di encama helwesta demokratîk a gelen Sûriyê de were guhertin. Li şûna wê rejîmekî demokratîk a ku mafên hemû gel û pêkhateyên Sûriyê û îrada siyasî ya gelên Sûriyê nas bike, were avakirin. Lê di encama destwerdana hêzên statûkoparêz ên herêmê û hêzên kapîtalîst yên kûrewî de ev guhertin gelek caran ji xeta xwe ya demokratîk hate dûrxistin û vê yeke êşên pir giran bi gelên Sûriyê da jiyankirin.
Heger em werin rastiyê, rejîma Baas a ku bi desthilatdariya Esed ve dihate rêvebirin, hîn di pêla destpêkê ya serhildanên demokratîk ên gel û pêkhateyên Sûriyê de, têk çûbû û hilweşiya bû. Lê ji aliyê hêzên navnetewî yên ku dixwestin li Rojhilata Navîn hegomonyaya xwe bi ser bixin û di encama hevsengiyên siyasî û leşkerî yên navnetewî û herêmê de li ser piyan dihate hiştin. Hêzên sereke yên ku rejîma Esed li ser piya dihiştin jî, Îran û Rûsya bûn. Lê bi guhertina vê hevsengiyê re rejîma Esed nekarî xwe li ser piyan bigirta û di demekî pir kurt de bi awayekî fiîlî jî têk çû. Di dewsa rejîma Baas de bi pêşengiya Colanî û HTŞ’ê rejîmekî ‘nû’ kontrola Şamê xiste destê xwe û ev di demekî pir kurt de, pêk hat. Ango di 8 rojan de pêk hat û li beramberî vê hêzê berxwedaniyekî ciddî nehat jiyankirin. Wateya vê çi bû? A yekê; ev tê wê wateyê ku ev hêz ji aliyê hin derdoran ve di demekî dirêj de dihate amadekirin. A duyemîn û herî girîng jî ew bû ku ew kêliya hevsengiyên rejîma Baas li ser linga dihiştin dema ku ji pişta Esad vekişiyan, rejîma Baas nekarî li ber xwe bide û di cih de têk çû.
Em dikarin bêjin ku hemû xeyal û hewildanên gelên Sûriyê ji bo guhertna rejîma Baas a heyî bû. Di destpêkê de ji ber ku ev xeyala wan pêk hat û rejîma Baas hilweşiya, kêfxweşiya xwe raber kirin û vê pîroz kirin. Gelên Sûriyê dîtin ku ew êşên bi salan e kişandibûn û ew berdêlên ku ji bo guhertina rejîmê dabûn ne vala bûn û hilweşîna rejîma Baas di encama berxwedaniya wan a mezin de pêk hat. Lê gotinek dibêje; “Dema ji ber baranê direve, rastî teyrokê hat’’. Gel û pêkhateyên Sûriyê vê yekê haq nekiribûn. Pêwist bû ku xeyala wan a Sûriyekî demokratîk û mafên hemû pêkhateyan bi awayekî siyasî û îradî di destûrê de were misogerkirin, bihata damezrandin. Lê ev pêk nehat. Colanî weke kabûsekî li ser xewn û xeyalên gel û pêkhateyên Sûriyê rûnişt. Lê divê ev tim jî di bîra hemû aliyan de be, bi taybet jî di bîra gel û pêkhateyên ku Sûriyekî demokratîk dixwaze de be ku rejîma Colanî wekî planekî hêzên kûrewî ye û bi piştgiriya van hêzan ev nêzî salek ê Şam xistiye bin kontrola xwe û hîn jî li tevahiya Sûriyê wekî rejîmekî ku nayê xwestin e. Ango ew jî wekî Esed bi piştgiriya hevsengiyên navnetewî li ser piyan tê hiştin û heger bi rastî jî li gorî xwen û xeyalên gel û pêkhateyên Sûriyê yên demokratîk û azadîxwaz tevnegere, wê aqûbeta wî jî ji ya Esed cûdatir nebe û wê bi qasî Esed jî nikaribe xwe li ser lingan bigire. Lewma jî lazime têkoşîna demokratîkkirina Sûriyê û azadiyê bi hevgirtina hemû alî û pêkhateyan ve hîn bi awayî xûrttir û bi rêbazên têkoşînê yên xuliqdar û dewlemendtir were meşandin.
Ji dema hatina HTŞ’ê li ser desthilatê û heya niha çi guhertin û veguhertin li Sûriyê pêk anî û ev guhertin xwedî bandoreke çawa bû?
Li ser HTŞ’ê û Colanî pir tişt hatin gotin û nivîsandin, ango him wekî kesayet Colanî û him jî wekî rêxistinekî terorî HTŞ’ê ji aliyê raya giştî ve têne naskirin. Ji bo wê ne hewceye ku em dûbare qala wan ku ev kî ne û kiryarên wan yên berê çine, bikin. Radestkirina Şamê ya ji Colanî û HTŞ’ê re wekî planekî hêzên kûrewî pêk hat ku pêşengtiya wê ya stratejik Îngilîstan û Emerîka dike, lê li ser erdê pratîzekirina vê planê ji aliyê Îsraîlê ve tê pêkanîn.
Gava yekemîn a vê planê ku wekî destpêkirina şerê cîhanê yê 3’yemîn jî tê pênasekirin, di dîroka 2’ê Tebaxa 1990’î de, di dema ku Kûweyt ji aliyê Seddam Hûseyîn ve hate dagirkirin, hate avêtin. Destpêkê berê Seddam dane Kûweytê, piştre jî vê kirin hincet û mûdaxeleya li ser Rojhilata Navîn dan destpêkirin û ev yek heta bû sedem ku serê Seddam Hûseyîn jî biçe. Rejîma Sovyetê ji ber sedemên hundirîn hilweşiyabû û hevsengiya cîhanî ya ku li ser du blokan hatibû rûnişkandin, xera bûbû. Vê jî pêwîstiya bi plansaziyekî nû ya ji bo parastina pergala sermaya kûrewî derdixist holê. Ev pêngav bi gelek pêngavên li pey hevdû yên taktîkî û stratejîk ên cûda ve, kete meriyetê û heta roja me ya îro hat. Anîna Colanî û HTŞ’ê ya Şamê jî pêwîst e bi vê rastiyê ve, girêdayî were destgitin. Em dikarin çend mînakên dîrokî bidin. Yek ji pêngavên ku herî zêde herêma me bandor kir, komploya navnetewî ya ku li dijî Rêber APO pêk hatibû. Piştî wê êrişa 11’ê Îlona sala 2001’î ya ku li Emerîka pêk hat, bû wekî hincetekî ku DYA bêhtir xwe di Rojhilata Navîn de bi cih bike. Dîsa pêşketina DAIŞ’ê û kiryarên wî yên terorîstî rê vekir ku DYA vê plana xwe gavekî din pêşdetir bibe. Herî dawî bersiva van hêzên hegomon a li dijî serweriya Îranê ya herêmê û xeteriya wî ya li dijî vê planê, sûîkasta li dijî Qasim Sileymanî pêk hat. Herwiha bi provokasyona Hamasê ya bi navê Tûfana Aksa ku li dijî Îsraîlê pêk hat ve, ev pêvajo derbasî merhaleyekî nû bû. Ji aliyê din ve serweriya Rûsya ya li herêmê jî bi şerê Ukrayna ve hate lewazkirin.
Li kêleka van pêngavên hêzên kûrewî, gelên herêmê her tim li ser piyan bû û ji bo înşakirina pergalekî demokratîk di nava têkoşînê de bûn û xwe bi rêxistin dikirin. Herwiha li dijî vê pêngava kûrewî ya sermaya global pêngavên Rêber APO yên di asta kûrewî de pêş ketin û bi projeya netewa demokratîk û paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li ser hemû derdorên demokratîk bandorekî mezin çêkir.
Bi serweriya HTŞ’ê û Colanî ya li Şamê re hevsengiyên herêmê carekî din guherîn. Bandora Îranê û Rûsya ya li ser herêmê hate şikandin û Îsraîl cihê xwe yê stratejîk hîn saxlemtir kir. Ango Îsraîl bû hêza sereke ya ku van planên sermaya kûrewî û pergala modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn serwer bike. Vê yeke asta stratejîk a dewleta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn hejand û bû sedem ku girîngiya xwe ya stratejîk a li herêmê lewaz bibe. Ango li Sûriyê hevsengiyên leşkerî û siyasî yên nû pêk hatin û di vê hevsengiyê de hemû alî dixwazin giraniya xwe çêkin. Di rewşa heyî de Rûsya di nava hewildana ku carekî din li Sûriyê qada xwe berfireh bike, de ye. Xeyala Îranê a Hîlala Şîî şikestinekî mezin xwar û wekî berê eşkere nebe jî li qadê tevdigera xwe berdewam dike. Rewşa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bi awayekî ciddî di nîqaşê de ye û ev mijar her ku biçe wê bêhtir bikeve nîqaşê. Ji aliyê dîtir ve destwerdanên dewletên Areb berdewam dikin. Çîn bi reqabeta bazirganî hewl dide di lehê xwe de li ser hevsengiyan bandora xwe çêke.
Lê belê rexmê van hemû geşedanên tên jiyankirin, têkoşîn, berxwedan û xwerêxistinkirina gel û pêkhateyên Sûriyê yên demokratîk jî berdewam kir. Gel û pêkhateyên Sûriyê dev ji doza xwe ya demokratîkkirina Sûriyê û înşakirina Komara Demokratîk a Sûriyê bernade. Hêzên Sûriyê rexmî hemû êrişên terorî û kiryarên der mirovî, komkujî û qirkirinan, hêza xwe ya demokratîk parast û bandora xwe zêdetir kir. Li beramber pêngava kûrewî ya modernîteya kapîtalîst, Rêber APO jî pêngava Aştî û Civaka Demokratîk bi manîfestoyekî ji raya giştî re ragihand û gel û pêkhateyên Sûriyê ji vê pêngavê hêzekî mezin girt. Bû xwedî perspektîfekî nû yê têkoşîn û xwe bi rêxistinkirinê. Di wateya giştî de heger em qala guhertinên dawî bikin em dikarin vana bêjin.






