Zekî Bedran
Mehek derbas bû ji civîna dawî ya di navbera rayedarên hikumeta veguhêz ya Şam û nûnerên Rêveberiya Xweser de. Di vê civînê de teqezî li ser tevlîbûna QSD’ê di nav artêşê de hat kirin. Li hev kirin ku QSD dê hebûn û pisporiya xwe ya bêhempa li herêmê biparêze. Di navbeynkariya nûnerên DYA ev civîn hat meşandin. Li gorî vê yekê, navên kesên di bi fermandariya QSD’ê de cih digirin û hêzên Ewlehiya Navxweyî de ji Şamê re hatin dayîn. DYA jî lez kir ku navan pêşkêş bike û wan fermî bike. Lê, tevî wan hewildanan jî, ji Şamê ti bersivek nehatiye wergirtin. Desthilatiya HTŞ”ê bi berdewamî ji raya giştî ya navxweyî û navneteweyî re propagandayê dike ku QSD û Rêveberiya Xweser li hevdîtinan dereng dixin û li dijî entegresyonê radiwestin. Lê, ti gavên pratîkî nehatine avêtin. Hevdîtinên ku heta niha hatine kirin di encama destwerdan û hewildanên welatên wekî DYA û Fransayê de hatine kirin. Ji ber gefên Tirkiyê niha Fransa di navberê derketiye. Ji ber ku ti derfetên wan tine ku DYA ji gefan bixwun, hin hevdîtin di bin navbeynkariya wan têne kirin. Ahmet Şara di serdana xwe ya DYA yê de gotinên xwe yên bi sûcdarkirin û gefxwarina li dijî QSD’ê û Rêveberiya Xweser domand. Bi taybetî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê daxuyanîyên ku weke QSD dijî entegresyonê ye û wiha gotin: “QSD tevî hemû hewldanên entegrasyonê li ber xwe did in”. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta vegûhêz yê Şamê peyamên bi vî rengî berdewam kir. Lê, rayedarên DYA, yên ku hema hema hemû civînên ku ji aliyê nûnerên hikûmeta vegûhêz û Rêveberiya Xweser ve hatine lidarxistin sazûman kirin û beşdarî wan bûn, bi berdewamî gotin ku ev ne rast e. Ji ber vê yekê, wan ev daxuyaniyên ku Şam û Enqerê didin piştrast nekirin û derewandin. Berovajî vê jî, wan diyar kir ku QSD rola xwe dilîze û hezêke sereke û girîng li herêmê ye. Rayedarên Tirkiyê, ku di civînên Qesra Spî ya li gel Ehmed Şara de nekarî encamê dixwest bi dest bixe, xuya ye ku piştgiriya ku ji Trump hêvî dikir negirtiye. Trump diyar kir ku entegrasyon û pirsgirêk divê di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de werin çareser kirin.
Bi salan e ku hikûmeta Tirkiyeyê her tiştê ku di destê wê de bû kiriye da ku Rojava ji holê rake û QSD’ê jî têk bib e. Wan hêviyeke mezin bi hevdîtinên Trump ve girêdabû. Erdogan, wekî di dagirkirina Serêkaniyê de, hesab kiribû ku ew ê bi Trump re li hev bike û piştgiriya wan bi dest bix e. Lê, vê carê, rewş guherîbû û daxwazên Erdogan nehatibûn bicîhanîn. Lê, hikûmeta Tirkiyê hewl dan kirin ku desthiladariya HTŞ’ê li dijî Kurdan bikar bîne. Di rastî de jî, polîtîkayên dijî demokrasiyê û desthilatdarîya ku yên HTŞ’ê di şopîne karê Erdogan hêsantir dike. HTŞ naxwaze desthilatdariyê bi kesî re parve bike cûdaxwazî û hevkariyan jî, ji holê radike. Heta roja îro jî, ew bi redkirina tevlîkirina kesî di hikûmetê de desthilatdariyê didomînin. Hikûmeta Tirkiyê radigihîne ku ew ê di bin her şert û mercî de piştgiriyê bide HTŞ’ê. Ew hebûn û statuya Kurdan wekî gefek li ser ewlehiya xwe dibînin û wan wekî xeterî û metirsî nîşan didin. Bandor û serweriya wan a li ser HTŞ’ê rê li ber her goftûgoya ku bi QSD’ê re tê meşandin digire da ku pirsgirêkan aloztir bik in. Di bingeh de, hikûmeta Tirkiyê dixwaze Peymana 10’ê Adarê ne wekî teqezîyekê ji bo çareseriyê, lê wekî hincetekê ji bo şer bikar bîne. Desthiladariya Tirkiyê wisa dibêjê “QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnagere, û hikûmeta Şamê neçar dîmîne ku bingeha vebijarka leşkerî amade bike.” Li şûna ku navbeynkariyê bike û aligîriya çareseriyê bike, Tirkiye rolekê astengdar dileyiz e. HTŞ, bi piştgirî û hêza ku ji dewleta Tirkiyê digir e, li şûna ku pirsgirêkên wan li ser bingeha entegrasyona demokratîk çareser bike, serweriya yekalî li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike.
Ew dixwaze entegrasyonê bi daxwaziya ku Rêveberiya Xweser hebûna xwe bi dawî bike û hemû desthilatên xwe veguhezîne dewletê pêk bîne. Ev jî rasteqîn fermana Tirkiyê ye û hemû daxwazên ku alozîkirina deskeftiyên Kurdan e. Ew bawer nakin ku Kurd hewceyê azadiyê ne, ne jî gelê Sûriyê hewceyê demokrasiyê ne. Azadî û demokrasî di rojeva wan de nîne. Ji bo wan ne girîng e ku pergalek ji Baasê xirabtir hatibe avakirin. Bi rastî, HTŞ daxwaza xwe ya ku avakirina rejîmek yekdest, navendî û dijî demokrasiyê venaşêre. Hişmendiya Erdogan ne pir cuda ye ji HTŞ’ê. Wisa xuya dike ku DYA ji bo danûstandinên nû di navbera QSD û Şamê de hewce dike ku destwerdan bike. Wisa xuya dike ku DYA dixwaze pirsgirêkên li Sûriyê û herêmê werin çareser kirin. Ew ê bi gengaziyekê mezin bala xwe bidin li ser Îran û mijarên din. DYA di danûstandinên di navbera hikûmeta Şam û QSD ’ê de roleke navbeynkar dilîze. Ger bi Şam û Enqerê bê guhdarkirin, ew ê şer li ser QSD û Rêveberiya Xweser ferz bikin. Ji ber vê yekê, ew danûstandinan lez nakin, û xitimandin ava dik in. Pirsgirêka entegrasyonê ne tenê bi QSD ve sînordar e. Pirsgirêkên bingehîn beşdarbûna Rêveberiya Xweser di hikûmetê de, guhertinên di pergala rêveberiyê de, û guhertinên di destûrê de ne. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyê jî ji ber Rojava rawestiya ye. Ew dixwazin ku Rêber Apo bang li QSD bike ku çekên xwe deyne. Armanca wan ya bingehîn ew e ku Kurd bi tevahî bêçek û bêparastin bimînin. Girîng e ku ev rastî werin dîtin û hem raya giştî ya navxweyî û hem jî ya navnetewî bi awayekî rast were agahdarkirin.






