Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Temenê berjewendiyên desthilatdarên Sûriyê bi têkçûna wan diqede

03/12/2025
in ROJEV
A A
 Temenê berjewendiyên desthilatdarên Sûriyê bi têkçûna wan diqede
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Di qonaxa nû ya Sûriyê de pêşxistina diyalogên ku mafê gelên Sûriyê bingeh digre girîng in, ji ber berjewendî wê ne rêya çareseriyê be û temenê desthilatdaran li ser vê bingehê wê bi têkçûnê biqede. Herwiha ji her demê zêdetir girîngiya gelên Sûriyê bi hevgirtinê heye, êdî şer çarseriyê nayîne holê.  

Sûriyê axa ku ji rengê pêkhateyan hatiye avakirin, lê ew pêkhate di nav de bê wate bibûn. Li ser axa Sûriyê bi salên dirêj siyasteta ku her şer, pevçûn û kirîz lê rû dane, hatiye meşandin, ev siyaset şaxên xwe berdaye heya roja me ya îro û xwe didomîne. Ne tenê rejîma Baas desthilatdarî li ser Sûriyê kir, lê gelek kes cihên xwe li ser desthilata Sûriyê dane avakirin û xwîna gelên Sûriyê ji xwe re kirin armanc, armancên bi vî rengî jî bi têkçûnê rû bi rû man. Ji ber ku temanê berjewendiyên desthilatdarên Sûriyê bi têkçûna wan qediya. Rêjîma Baas jî rastî vê yekê hat.

Sûriyê veguherîbû dewleteke leşkerî

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriyê veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû û hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan. Di pêvajoya desthilatdariya rêjîma Baas de ku bi dehên salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bianiya, ji ber gendelî û nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdariyê de bû, ev yek jî bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî. Herwiha aloziya ku di warê aborî û civakî de li Sûriyê tê jiyankirin, xizanî bi pêş xistiye û ev yek metirsî li ser siberoja Sûriyê daye avakirin.

Di nava tevilheviyê de çeteyên ji hemû cîhanê derbasî Sûriyê bûn

Bi pêla “Buhara Gelan” a ku li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011’an de li dijî rejîma Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, bikaranîna hêza leşkerî li dijî xwepêşandêran bersiv da. Di encamên vê tevilheviyê de çeteyên tundraw ji her deverên cîhanî derbasî Sûriyê bûn. Herwiha bi berdewamiya krîzê re, piştî ku rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan, Sûriyê veguherî qada pevçûnên navneteweyî û herêmî. Hêzên mezin ên wekî Rûsya û Îranê ji bo piştgiriya rejîmê destwerdan kir, Tirkiyê jî rasterast ji bo piştgirîkirina komên girêdayî wê destwerdan kir. Rewşa Sûriyê bi vî awayî xwe domand, lê di 8’ê Kanûna 2024’an de ev rêjîm hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyê dest pê kir. Di qonaxa nû ya Sûriyê de jî hikumeta veguhêz a Sûriyê bû berdewamiya siyaseta Baasê.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji Sûriyê ye

Li ser erdingariya Sûriyê, herêma Bakur û Rojhiltê Sûriyê jî heye, ev herêm xweseriya xwe ji aliyê pêkhateyên ku lê jiyan dikin ragihandiye û ev bi salan pêk hatiye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser û hêza QSD’ê sîwanên herêmê ne. Ev rêveberî di demên awerte ku hewcedariya gel pê hebû hate avakirin û hêza QSD’ê jî bi heman awayî li dijî çeteyên herî hov ên cîhanê DAIŞ’ê şer kir. Rêveberiya Xweser û QSD’ê her li dijî şer in û her dem destê aştî û diyalogê dirêj dikin, da ku armiyeke mayînde ji bo gelên Sûriyê pêk bê. Lê aliyên ku desthilatdariyê li ser Sûriyê dikin her xwe ji vê yekê dikşînin, ew jî ji ber destwerdanên derve li ser wan tê kirin û ew ne xwedî biryarin di redkirina van destwerdanan de.

Divê qonaxa niha li ser pêşxistina diyaloyê pêk bê

Pêşxistina diyalogê ji bo siberojeke demoratîk ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên Sûriya Demokatîk QSD’ê ve bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re tê kirin. Lê hikumet veguhêz her vê diyalogê tolaq dike û hincetên cur be cur derdixîne pêş. Ev yek jî di danûstendinên van aliyan bi hev re piştras dike. Ji ber ku ev dibe salek hikumeta veguhêz di Sûriyê de xwe bi cih kiriye  û ji dema hatina wê û heya niha gelek danûstendin pêk hatine, di nav de jî lihevkirin hatine îmzekirin, lê hikumet wan lihevkirina binpê dike û rewşê aloztir dike.

Gavên pêwîst ji bo Sûriyê divê werin avêtin

Ger ev yek bi vî rengî bê domandin hêviya Sûriya nû a ku xwe li ser wekheviyê bigere, wê neyê avakirin. Ji bo wê di destpêkê de pêwîst dike hikumeta veguhêz rewşa giştî Sûriyê berçavan bigire, sîstema navendîbûnê bidawî bike û nenavendî pêk bîne, ji ber nenavendî pirengiya Sûriyê di hemû aliyan de wê bigre dest. Ya girîng jî lêvegereke di binesaziya avakirina vê hikumetê de gereke ku ew kesên ne ji Sûriyê û bi taybetî kujerên ku di nava desthilata wê de cih digirn, bên cezakirin. Di heman demê de zihniyeta vê hikumetê were guhertin, destûrên rewa ku temsîla Sûriyê bi rastî bike, bên çêkirin. Herwiha jin di nava Sûriyê de neyê paşguhkirin û rola wê ya sereke bê bicihkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.