Nehîr pale
Li Sûriyê di adet û kevneşopiya hinek pêkhateyên Sûriyê de eyb û şerm e ku jin cilûbergên pirrengî li ber xwe bike. Li hinek civakan jî şermbûna cilûbergên pirrengî gihîştiye asta bi exlaq ve dane girêdan û jêre zagon diyar kirine. Pirrengî weke dewlemendî nayê dîtin, lewaziya exlaq dibîn in.
Di nava civaka zayendperest de, di mijara reng de pîvan ji bo jinê hatine diyar kirin. Jin di temenê zaroktî de cilûbergên pirrengî dikare li xwe bike, bi taybet rengê pembe ji bo keçikan û rengê şîn jî ji bo lawikan hatiye diyar kirin. Ev cewaziya reng gelekî kûr bûye, di asta lawik temenê wan hîna nebûye 5 salî ji malbat an jî derdora xwe fêr dibin ku rengê pembe yê keçikane û rengê şîn jî yê lawikan e. Nabe keçik rengê lawikan bikar bînin û lawik jî rengê keçikan bikar bîn in. Her wiha eybe keçikên temenê wan bûye 15 sal û jor rengên curbecur bikar bîn in. Ji ber ew ê bala mêran bikşînin. Ev tê wateyê ku keçikên cilûbergên curbecur li xwe bikin ew hewl didin ku bala mêr bikşînin ser xwe.
Jina hevjînê wê miriye temenê wê çiqas be nabe ku cilên reng bi reng li xwe bike. Ev yek eyb tê dîtin û dibêjin ji temenê xwe şerm nake ku cilên pir reng li xwe dike. Jina temenê wê mezin bûye, ew jî nabe ku cilên pir reng li xwe bike.
Di vê civakê de tenê rengê reş guncav ji jinê re tê dîtin. Jin neçarin di şênî, şahî û derketina ji derveyî mala xwe cilên ku rengê wan reş e li xwe bikin. Li gorî mejiyê vê civakê jina cilên pirrengî li xwe bike sivik e û ya tenê rengê reş li xwe bike ew baş e û bi isûl e. Jina ji hevjînê xwe qut buye, yan hevjînê wê miriye yan jî temenê wê mezin bûye nabe ku rengên curbecur li xwe bike. Eger jin ji derveyî mala xwe cilên pirreng li xwe bike wê têkeve devê xelkê û her kes li gorî tişta dibîne li ser vê jinê baxivin. Êdî ew jin ketiye rojeva wan, li gorî wan ji xwe re li mêran digere, sivike, adet û zagonên civakê binpê kiriye û wê di nava xwe de qebûl nakin.
Gava tu li kolanên gund û bajaran digere zêdetirî xwe rengê reş heye. Li çolan bajar jî werin ava kirin tenê rengê reş heye. Ji ber qedexe ye ku jin ji derveyî rengê reş li xwe bike. Ne tenê ruhê te tengav dibe, êdî tu dighîjê asta pêdiviya te bi rengên curbecur heye.
Jin tenê dikarin ji bo hevjînê xwe cilên pirreng li xwe bikin û xwe bixemilîn in. Ew jî ne li ber çavên kesekî, tenê ji hevjînê xwe re, xwe bixemilîne û dema dibe bûk dikare fistanê bûkaniyê yê spî li xwe bike.
Ji bo jin bala mêr nekişîne ser xwe û ji malbata xwe re pirsgirêk çêneke ew neçare li gorî civak ji wê dixwaze, tenê cilûbergên reş li xwe bike.






