Ehmed Hesen
Di rastiya her civakekê de bawerî pêşketiye bi navê xwe yê din Totem e, ji destpêka herikîna meşa mirovahiyê bawerî hem pêdiviyek bû, hem jî hewcedariyeke mutleq a ji bo domandina jiyanê bû, çawa ku civakê çavên xwe li gerdûnê vekirin, serî li vekolîn û lêgerîna çêbûna gerdûnê dan, hingê bi gelek pirsên weke, ez kî me? Zindî çawa çêbûn? Gerdûn û cîhan çawa afirîn? û hwd ji pirsên lêgerîna heqîqetê veçirandin, li ser vê bingehê jî çi hebûnên ku pê debara xwe diqedandin weke pîrozoyekê pejirandine, ez naxwazim dûv dirêj bikim, weke xulas e, hingê bawerî pêdiyek bû ne di çarçoveya micbûriyeteke mutleq de bû, di roja îro bi hezar û milyonan gelên ku ji çand, bawerî, ol û etnîkên cihêreng di cîhanê de tên dîtin, ji bo vê jî mirov çendîn li yekkirina van hemû cihêrengiyan bifikire, wê nikaribe bigihêje encameke mutleq a yekkirina van hemû cudahiyan, ancax yekkirina cudahiyan bi birensîpên ku cudahiyan dikin yek, lê tune nakin were organîzekirin, li Sûriye taybet ji çaxa serweriya sîstema Baasê û heta pêvajoya Colanî her tim yekkirina cudahiyan bi darê zorê û tunehesibandinê hatiye birîn, çawa ku hesin bi hesin têk biçe, bi heman ferasetê Bassiyên duh nîjadperestên îro encam dan, Colanî û komên derdorê serî li qirkirina etnîkî û fîzîkî dane û behsa yekîtîya xakê dikin, çand, bawerî û kulturên gelê xiristîyan, elewî û durziyan binpê dikin û behsa destûreke dadperwer dikin, ev zihniyeta ku li ser hesabê qirkirina çandî behsa çareseriyan dike, dê nikaribe bi demokrasiyan re li hev bike, di dîrokê de gelên ku li ser bingeha pirçandî, pirolî û pir zimanî hatine gel hev, nikarin cudakariyê hembêz bikin, ancax bi pîvaneke kolektîv û bi demokrasî, azadiya jin û civakê re li hev bike, karibe bibe xwedî sîstemeke azad û mafperwer, a ku vê yekê misoger dike jî hêza ku pîvanên bawerî, azadiya ferd û civakê, hebûna komînal û kolektîv ji xwe re dike pirensîpa serkeftin û pêşveçûnê.





