Ronahî Sadûn/Reqa
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer diyar kir ku eger li Sûriyê li şûna navendîbûnê, nenavendîbûn pêş bikeve wê gelek pirsgirêkan bi xwe re çareser bike û wê bikaribe sîstema dewletê hêsantir bike û got, “Li cîhanê sîstemên nenavendî bihêzin û siyaseta wan xurt e, pêwîstiya Sûriyê jî bi vê sîstemê heye.”
Derbarê girîngiya pêkanîna sîstema nenavendî ji bo Sûriyê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bersiva pirsên Rojnameya me de û hevpeyvîn wiha bû:

Di demeke dirêj de Sûriyê li ser sîstemeke navendî tê birêvebirin, ev sîstem bi xwe re gelek pirsgirêk derxistin holê, ji bo wê pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke çawa heye?
Piştî şerên giran li dunyayê yên olî, mezhebî û netewperestî pêş ketin, bi xwe re kirîzên pir kur anîn, bi vê jî yek pare, sîstemekî navendî ku desthilatê li ser civakê bike, pêş ket. Di Ewropa de ev şer hebû û di hundirê wê de pêş ket, heta navê wê xistin şerê sed sal û 30 sal. Lê piştî ew gihaştin encamekî wisa bi vê sîstemê civak nameşe, êdî dest bi guhrandinên cîdî di çeksazkirina sîstemê de kirin, guhertinên ku dan çêkirin jî ev; sîstemekî nenavendî, heta sîstemên xwecihî di hundirê Ewropa de pêş ketin, ji federasyona bigre heta kantonan, heta yekîtiyan jî lê pêş ketin. Di heman demê de li hemberî sîstema navendî serhildan û şoreş, hem jî hewldanên guhrandina wê çêdibin, ji ber wê mecbûr bûn xwe biguherin. Niha di Rojhilata Navîn de eynî kirîz didome ku di sedsala 18 û 19’an de wekî şert û mercên Ewropa jiyan dike. Çawa sîstemekî netewperestî û olperestî di hundirê Ewropa de hebû, li Rojhilata Navîn xwe dûbare dike. Ji ber ku dewletnetewên di Rojhilata Navîn de hatine avakirin, hemû jî li ser bingehê navendbûnê pêş ketine, Sûriyê jî yek ji wan e.
Piştî peymana Sayks-Pîcot dewletnetew çêbûn, dewletnetew jî taybetmendiyên xwe navendî ne, ji ber netewek tenê hukim dike, netewên dîtir qir dike û komkujiyên çandî li ser civakan dide meşandin, di encamê de yek reng û yek zimanî derdixe ortê, ev li Rojhilata Navîn li pêşe, heta niha jî wiha ye. Sîstema navendî jî desthilatdariya hişke û desthilatdarî di Rojhilata Navîn de kokên xwe pir kur in ku heta berî Someran jî diçe. Desthilatdarî ji sûlala dest pê kiriye, sûlalên Rojhilata Navîn jî wekî malbatî dest pê kiriye û wiha hatiye. Sîstema navendî jî sîstema hukimdariya zilam e, ji ber malbat li ser bingehê zilam navenda bingehîn hatiye girtin û li gorî wê di dewletê de jî dîsa zilam esas hatiye girtin. Di Rojhilata Navîn de ji ber vê yekê sîstemên navendî piranî hukim li ser gelên wê dikin. Van sîsteman jî encamên wê têkçûyîne. Di heman demê de piştî pêşketinên ku di Ewropa de pêş ketin, bi taybet sîstemên kapîtalîzm, êdî dewletnetew berjewendiyên kapîtalîzmê pêk nayîne, ji bo wê ne ku ji bo civaka dixwaze guhertinan çêke, gorî fînas-kapîtalîzma ji nû ve xwe birêxistin dikin. Êdî navendîbûn ji bo kapîtalîzma malî zehmet e, wek berê hişkbûna dewletê ji bo kapîtalîzm bikarbe xwe pêş bixe, zehmet e, lewra kapîtalîzm dixwazin van sîsteman biguherin, ew jî li gorî berjewendiyên xwe.
Ji bo wê sîstema nenavendî sîstema herî nêzî rastiyê û xwecihî bingeh tê girtin ku civakên xwecihî dikarin xwe bidin meşandin. Lewma eger em bixwazin li Sûriyê çareserî çêbibe, bi sîstemên navendî çareserî çêbibuya wê rejîma Baas û Sûrî, sîstema Iraq û sîstemên dewletên erebî serkeftî biya, lê tiştê tê famkirin sîstema navendî ne serkeftî ye, nikare berjewendiyên civakê biparêze û civakê nav kirîzan de, dide dewamkirin. Ji bo wê eger em pêwîstiyên Sûriyê bînin rastiyê, sîstemeke nenavendî dixwaze. Di Nav axa Sûriyê û nav yekbûna dewletê de, sîstemekî nenavendî ku nenavendîbûna siyasî û îdarî bi hev re be, lazime ku taybetmendiyên civaka bingeh bê girtin, rola partiyên siyasî û siyaseta demokratîk hebe, civaka Sûriyê bikaribe xwe îfade bike, heqê hemwelatiyan bingeh bê girtin û hwd…. Herwiha pêwîst e sîstemekî nenavendî be ku civak bixwe karibe pirsgirêkên xwe çareser bike, ew pirsgirêk di navendê de kom nebe. Ji ber dema hemû pirsgirêk li navendê kom dibe, ew navend nikar çareser bike, heta navend ne xwesteke wê ye çarerser bike. Dewlet pirsgirêkên civakê çareser nakin, aloztir dikin. Lewra eger em bixwazin sîstemekî nenavendî bingeh bigirin, lazime her parêzgehek û herêmek di nav tensîgek dewletê de xwe birêve bibin. Dewlet bibe rola munesiq di hundir sîstema nenavendî de ku ne her tişt di destê deweletê de be, qanûnê dewletê jî hebin û mafê civakê di hundirê wê de bê parastin û her du jî ji hev re hurmetê bigirin, pêwîst e bi vî rengî pêş bikeve. Lê tiştê niha pêş dikeve ne wiha ye, ji bo wê eger navendî bingeh bê girtin, wê kirîz dewam bike û pirsgirêkên cidî derkevin.
Ger li şûna sîstema navendî, nenavendî pêk bê, wê ev yek ji bo Sûriyê bibe bersiv û çareseriyeke çawa?
Heger şûna navendbûnê, nenavendî pêş bikeve wê gelek pirsgirêkan bi xwe re çareser bike ku êdî civak bixwe wê pirsgirêkên xwe çareser bike, ew herêm bixwe bikaribe biryaran derheqê xwe de bistîne, pirsgirêkê aborî, siyasî, civakî û xizmetê nîqaş bike. Nenavedî wê deha sîstema dewletê bikaribe rehet bike, dewlet tenê rola munesiq bilîze, ne mudaxela civakê bike. Lewra nenavendî girînge û hemû pirsgirêkên Sûriyê çareser dike. Dema em vê dibêjin jî em ne behsa parçebûnê dikin, ji ber gelek nerînên şaş li ser vê hene. Ev hemû jî ne rast in, ji ber heqîqetê wê di hundirê dinyayê tevahî de heye ku sîstemên nenavendî hin xurtirin, bihêzin û siyaseta wan xurt e. Heger dewletên Ewropî wekî Emerîka wiha bihêze, ne tenê bi çekên xwe, lê ji ber sîstema xwe ya hundirîn nenavendî ye, ev jî hêzê dide dewletê. Ji bo wê sîstemekî wiha pêş bikeve, mumkine pirsgirêka Sûriyê hêsantir bê çareserkirin. Lê heger ferzkirina sîstema navendî bê kirin, çarenûsa rejîma Baase. Heta niha piştî hilweşandina Baas tu guhetinên cidî di Sûriyê de çênebûne, ew jî pirsgirêk bi xwe re derxistine.
Çima kesên li ser desthilata Sûriyê ji sîstema nenavendî ditirsin û wê qebûl nakin, sedema vê yekê çi ye?
Kesên li ser desthilatdariya Sûriyê berê û niha jî zihniyeta desthilatdarî û navendî bingeh digirin, ji bo wê naxwazin ev erk ji dest wan derkevin û teslîmî civakê bikin. Da ku desthilatdariyê li ser civakê bike. Herwiha dema şexis zihniyeta desthilatdariyê û erkê dewletê ji bo xwe bingeh bigre, nikare sîstema nenavendî qebûl bike. Lewra propaganda ku nenavendî parçebûne pêş dixe, da ku desthilatdariya xwe veşêre û berjewendiyên gelên Sûriyê naxwazin, eger berjewendiyên wan bixwaze, wê ji destpêkê sîstema nenavendî çêkin, ji ber Baas jî navendî bû. Gerek ev xal bê famkirin ku serokên dewletan piryanî xwe wekî qiral xweda û temsîlciyê ezmanan hesab dikin, bi taybet serokên dewletên di Rojhilata Navîn de. Hin sîstem di Rojhilata Navîn de ji dema Someran de hene, ewqas dewletekî paşketî ye. Giştî dewlet di Rojhilata Navîn de rola parlemeto tuneye, da ku em rola wê bidin çêkirin gerek erkên di destê şexis de, teslîmî civakê bibe.
Komkujiyên ku niha li hin deverên Sûriyê pêk tên, çi nîşan didin?
Piştî têkçûna Baas hêviyên Sûriyê mezin bûn ku guhertinek di Sûriyê de bê kirin, lê ew hêvî neçûn serî û hêviyên wan ji vê sîstema niha şikestin. Gotin em ji sîstema heyî û dîktatorekî xilas bûn, wê sîstemekî nû pêş bikeve, lê dîtin sîstema niha hin bêhtir li ser bingehê nijadperestiyê, olperestî û netewperestiyê pêş ket, şoreşa Sûriyê jî li hemberî van tiştan derketibû. Ji bo vê yekê komkujiyên ku hatin kirin, dewamkirina sîstema berê ye. Li ser destê sîtema berê gelek insanên Sûrî hatin kuştin, lê niha bêtir tên kuştin. Ji bo wî divê em fam bikin komkujiyên li ser Elewî û derziyan çêbûn, rojane di Sûrî de insan tên kuştin, ewlekarî di Sûrî de nemaye, bi taybet di herêmên hikumeta Şamê de. Ji ber insan nizane wê li ser nasname, netew an zimanê xwe bê kuştin. Pêwîst e demokrasî pêş bikeve heta istqrarbûn pêk bê, ji ber herdû bi hev ve girêdayî ne. Komkujiyên hatin bi serê civaka Sûriyê piştî Baas, hêviyên gelên Sûriyê dan windakirin. Herwiha ji ketina Baas heta niha guhertin pêk nehatin, tersî wê rewş ber bi xirabûnê ve diçe, zimanê nefretê pêş ketiye û bi zimanê nefretê sîstem çênabin. Rewşa Sûriyê wiha dema bike wê encamê nebaş be. Lewma pêwîst e sîstem û destûrekî demokratîk di Sûriyê de pêş bikeve ku civak ji van komkujiyan xelas bibe.
Ev demeke mijara entgerasyonê di nîqaşê de ye gelo wê ev pêk bê yan na?
Ji destpêka şoreşa Sûriyê heya niha, me dest bi şoreşê kir şoreşa Rojava bangewaziya me yeke û heta niha dewame bangewaziya me yên Rêveberiya Xweser û giştî jî ev e; sîstem û destûrekî demokratîk, yekbûna û parastin erdên Sûriyê, pêşketina aştiya civakî di Sûriyê de. Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hem aborî û hem gelên xwe bi gelên Sûriyê ve girêdayî ye. Lê ne sîstema berê me guhdar kir ne sîstema niha li me guhdar dike. Sîstema berê di navendîbûnê israr kir di encamê de hilweşiya, ev sîstem jî heger xwe neguhere, wê encamên pir nebaş derkevin holê. Ev sîstem gerek ne li gorî ya berê nêz bibe, hinekî li civaka Sûriyê guhdar bike û aştî bi gelê Sûriyê re çêke. Îro behsa aştiyê bi dewletên derdor re çêkê dike, destpêkê divê di nav civaka Sûriyê de bidin çêkirin. Lê tiştê xuya dike guhdar nakin me her tim behsa entegrasyonê dikir, belkî peymana 10’ê Adarê tê fakirin, lê dereng dixin naxwazin ev danûsetndin çêbibin, dixwazin dewletekî bi serê xwe çêkin.
Di aliyê peymanê de jî dixwazin propogana bikin ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê pêk nayîn, ev hemû ne raste em ji destpêkê bi peymanê re ne û me got em ê entegrasyon bikin. Em a tiştê ji engrasyonê tê famkirin gelek jê şaş fêm dikin ku em ê herin saziyê xwe di nav saziyê dewletê de bihelînin, artêşa xwe belav bikin û tevlî artêşa Sûriyê bibin, entegrasyon ne wiha ye, entegrasyon du îrade derdikevin ortê ji bo pirsgirêkên xwe çareser bike hinek rêgezan datîne û li gorî wê rêzgirtina hev digirin, ji bo ku di nav yek dewletê de tevger bikin. Lê heger îro mafê Kurd, Elewî, Derzî û hwd… di destûrê Sûriyê de nehatiye nîvisandin wê çawa guhertin di Sûriyê de were çêkirin. Gerek ev xala baş bê nirxandin, entegrasyon jî wê li ser vê bingehê be, sîstema nenavendî entegrasyone esasen. Wekî ku wê nenavendî pirsgirêkên Sûriyê çareser bike, entegrasyon jî wê li ser vê bingehê be, em jî dixwazin vê çêbikin û em amade ne. Lê yê vê yekê dergen dixe hikumeta Sûriyê ye. Heger bêjin QSD tek tek tevlî bibin wê DAIŞ di tevahî Sûriyê de zindî bibe, ji bo wê mana QSD garantiyek ji bo Sûriyê û garantiya ewlekariya cîhanî ye. ji bo wê xurtibûna QSD’ê çêbikin û tevlîbûna artêşa Sûriyê çêbibe, li ser vê bingehê li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn bê dewamkirin, em ê li ser vê bingehê entegrasyon bikin.





