Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberên Efrînê banga vegereke bi ewle û bi rûmet kirin

02/12/2025
in NÛÇE
A A
Koçberên Efrînê banga vegereke bi ewle û bi rûmet kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şêniyên bajarê Efrînê û gundewarên wê yên ku li bajarê Dêrikê bi cih dibin yekemîn salvegera koçberkirina ji Şehbayê bibîr anîn û daxwaza vegereke bi ewle û bi rûmet li ser axa xwe, kirin.

Îro şêniyên bajarê Efrîn û gundewarên wê yên ku li bajarê Dêrikê bi cih dibin salvegera koçberkirina ji Şehbayê bibîr anîn, êriş û dagirkirina çeteyan li ser mal û milkên xwe şermezar kirin.

Bi beşdarbûna koçberên Efrînê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî li Navenda Ciwanan a bajarê Dêrikê hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi erişên ku li ser gelê Efrîn li Şehba hatin meşandin careke din dijmin bi zihniyeta DAIŞ’ê dixwast li hemberî Tevgera Azadiyê û gelê Efrînê yê welatparêz û azadîxwaz bi kiriyarên qirêj û dijmirovî îradeya wan bişkînin. Piştî dagirkirina Efrînê, bi hazaran şêniyên Efrînê ji malên xwe koçber kirin, dar, mal û milkê li Efrînê şewtandin û bi hazaran jin, ciwan û zarok kuştin, heya roja îro jî bê sînor û li ber çavên cîhanê hamû berhemên axa Efrîn têntalan kirin û dizîn. Piştî 58 rojan berxwedanî şeniyên Efrîn ji herema xwe û axa xwe koçber bûn û li herêma Şehba bị cih bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî ciwanên Efrînê em ji zaroktiya xwe ve heya roja îro ne carek, ne du, gelek ji me, sê-çar caran koçber bûne. Em bi dengê top û tankan mezin bûnê, lê belê tevî ku Efrîn ji bo me tenê bîranîna zaroktiyê bû û mafê her zarokî ye ku ser axa xwe mezin bibe me ev yek jiyan nekir, em di nav têkoşîn û kedê de bûn da ku vegerin Efrînê. Di nav heft salên berxwedaniyê tevî hamû zehmetiyên ku gelê me li herêma Şehbayê dikşandin, tevî dorpêçkirinê û rojan e êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser Şehba jî gel li berxwe dida. Di emncama piştgiriya dewleta dagirker ji komên çeteyan ên bi navê El-Emşat, Hamzat û Sûltan Mûrad re bûn sedema koçberiyek duyemîn a gelê Efrîn û Şehbayê.”

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em bang li saziyên mafên mirovan û gelê xwe dikin, bi taybet jin û ciwanan ji bo hamû koçberên li Kurdistan û Sûriyê tekoşîna xwe bilind bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku xwe ji bo vegera girseyî ji bo herêma Efrînê birêxistin bikin û mafê xwe yê rewa yê jiyana bi ewlehî û rûmet li ser axa xwe bidest bixin. Em tekez dikin ku bicihanîna peyama 10’ê Adarê ku vegera kesên koçber û misogerkirina parastina wan destnîşan dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.