Esma Mistefa/Qamişlo
Di bîranîna salvegera yekemîn a koçberiya gelê Efrîn û Şehbayê, ji aliyê Meclîsa Koçberan Efrîn û Şehba ya Kantona Qamişlo û Kombenda Efrîn a Civakî ve daxuyaniyek hat dayîn tê de tekez kirin ku rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan pêkanîna peymana 10’ê Adarê ye.
Beriya salekê weke îro gelê Efrîn û Şehbayê di pêlên koçberiya duyemîn re derbas bûn. Ev yek di encama rûxanidna rêjîma Baas û hatine komên çete yên girêdayî HTŞ’ê ku îro weke hikuemta veguhêz tê binavkirin de bû. Îro li Stadyoma 12’ê Adarê yê bajarê Qamişlo bi dehan ji koçberên Efrîn û Şehbayê her wiha xwendekarên dibistanan, ji bo bîranîna vê rojê û şermezarkirina kiryarên ku hatine kirin, kom bûn.
Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Koçberan Efrîn û Şehba ya Kantona Qamişlo û Kombenda Efrîn a Civakî ve hat organîzekirin. Bi zimanê Erebî ji aliyê Henan Gedro û bi zimanê Kurdî ji aliyê Rizgar Lolo ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha bû:
“Salvegera yekem a koçberkirina xelkê Efrînê yên ku li herêma Şehba ya girêdayî gundewarên bakurê Helebê bi cih bibûn, derbas dibe. Ev koçberkirin ku ji aliyê çeteyên dijmirovahiyê, di çarçoveya operasyona bi navê Şefeqa Azadiyê de, pêk hat.
Piştî operasyonên bi navê Şaxa Zeytûnê, ku bi hezaran şêniyên Efrînî ji malên xwe koçber kirin, dar û kevir li Efrîn şewitandin û bi hezaran xelkê Efrînê revandin û kuştin, wan bê sînor û li ber çavên cîhanê hemû berhemên axa Efrîn talan kirin û dizîn.
Piştî 58 rojan berxwedanî, bi hezaran xelkê Efrînê ji herêma xwe koçber bûn û li herêma Şehba bi cih bûn, ji ber ku biryara wan ew bû ku berxwedanê bidomînin û tiştê herî giran buha ji bo jiyanek azad û bi rûmet û vegera ser xaka Efrîn, wê feda bikin.
Lê piştî 7 salan berxwedanî û tevî hemû zehmetiyên ku li herêma Şahbayê dikişandin, ji dorpêçkirin û hedefgirtina rojane ya ku ji aliyê çeteyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ser herêma Şahbayê dihat meşandin. Lê gelê Efrînê jiyana xwe li ser bingeha berxwedaniya ji bo vegera Efrînê li herêma Şehba domand.
Lê belê, di encama piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji çeteyên xwefirot re weke Emşat, Hemzat û Sultan Murad, koçberiya duyemîn a gelê Efrîn û Şahbayê ji herêma Şahbayê ber bi rojhilatê Firatê pêk hat.
Ji ber vê yekê, em van kiryarên ku dighêjin asta sûcên dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin, yên ku ji hêla komên ku niha di bin ala Wezareta Parastinê de li Efrîn û Şahbayê tevdigerin, pêk hatin. Em daxwaz dikin ku rayedarên Şamê tedbîr û biryarên lezgîn bigirin da ku berpirsên van kiryaran hesab bidin, û vegerandina mal û milkê koçberan û vegerandina wan ser xaka Efrînê.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin, ji bo vegera girseyî li herêma Efrînê, xwe birêxistin bikin û mafê xwe yê rewa, yê jiyana bi rûmet û ewlehî li ser axa xwe bi dest bixin. Em tekez dikin ku rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan bi awayekî dadperwer û domdar bicîhanîna peymana 10ê Adarê ye, ku vegera koçberan û misogerkirina parastina wan destnîşan dike, û rê dide xelkê herêmê ku bajar û bajarokên xwe li gorî prensîbên demokrasiya herêmî birêve bibin.”





